logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Şêwra bi nivîskaran re

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr pêr li xwaringeha Kebab Keyfî ji komek nivîskarên kurd re şîvek da û bi wan

  • Dîrok: 28/06/2009
  • Beş: Serbest

Omer Dilsoz / Amed

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr pêr li xwaringeha Kebab Keyfî ji komek nivîskarên kurd re şîvek da û bi wan re li ser pirs û pirsgirêkên nivîskariyê şêwirî.

Osman Baydemîr di şîva şêwrê de li ser girîngiya nivîskariya kurdî sekinî û bal kişand ku nivîskarên kurd bi karekî gelekî girîng radibin û berdêla vê keda wan dê dîrok bi nemiriyê li wan vegerîne.

Di şîva şêwra bi nivîskarên kurd re ku li xwaringeha Kebab Keyfî 4 saetan dewam kir, nivîskar û Baydemîr bi hev re şêwirîn û daxwaza domandina şêwrê ya ji sê mehan carekê hate pesendkirin.

Di şîva şêwrê de, li ser navê nivîskaran Arjen Arî spasiya Baydemîr kir û got: “Nivîskar hînî dayînê bûne, ew bêyî ku tiştekî hêvî û daxwaz bikin ew ê her bi ked û berhemên xwe bidin.”

Şaredar Baydemîr destnîşan kir ku ew ê hewl bidin ku berhemên nivîskarên kurdî li zimanên dinyayê bêne wergerandin û Baydemîr wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez ê bi balyozxane û wezaretên biyanî re daxwaza hevkariya wergerandina berhemên kurdî bo zimanê wan bikim û ez di wê baweriyê de me ku dê ev daxwaza me bête pejirandin.”

Di şîva şêwra bi nivîskaran re de gelek nivîskar li ser pirs û pirsgirêkên nivîsandina bi kurdî axivîn û bal kişandin ser giraniya kar û barê xwe. Nivîskarên wekî Şêxmus Dîken, Îrfan Babaoglu, Arjen Arî, Lal Laleş, Dilawer Zeraq, Şener Ozman, Omer Dilsoz, Adil Zozanî, Azad Zal, Ayhan Meterowar û gelek ên din beşdarî şîva şêwra bi Osman Baydemîr re bûn û li ser girîngiya nivîskariyê bi Baydemîr re diyalogeke germ kirin.

Baydemîr keyfxweşiya xwe ya ji bo şêwreke wiha anî ziman û wiha got: “Gelek mîr û qumandar di dîrokê de hatin û çûn, em jî gelek gelek heta deh te nezanî 20 salên dîtir li bîra xelkê bin, lê heta li ser rûyê dinyayê çar kurd bimînin dê her û her nivîskarên kurd li bîra wan bin û bi ber û berhemên wan serfiraz bin.”

Baydemîr nemir Ehmedê Xanî bi bîr xist û bal kişand ku siyasetmedar ancax bi şêwr û girîngîpêdayîna bi nivîskaran bikaribe di dilê gelê xwe de cihekî mezin bigire. Her wiha Osman Baydemîr got ku heta ku nivîskarekî şeş çav nebin, nikare nivîskareriyê bike.

Di şêwrê de nivîskarên kurd li ser girîngiya huner û nivîsê sekinîn û bal kişand ser danûstandina di navbera siyasetmedar û nivîskar û hunermendan de û wan girîngiya pêwendiyeke rast destnîşan kir. Nivîskaran bal kişand ser pirsgirêka kurdî ya rênivîsê û xwest demildest ev pirsgirêk bê çareserkirin û hemû dam û dezgehên kurdî yek rênivîs û rêzimaneke standart bi kar bînin.

Dîsa yek ji daxwaza nivîskaran berhevkirina kelepora kurdî, ferheng û çîrok û destanan bû ku di şevê de gelek axaftin li ser hatin kirin.

Hêjayî gotinê ye ku nivîskaran daxwaza palpiştiya Komela Nivîskaran kir û anî ziman ku prestîja nivîskariya kurdî bigihêje rûmet û girîngiya heqkirî. 

Baydemîr jî bi baldarî li pêşniyarên nivîskaran guhdarî kir û balkêş bû ku gelek caran not girtin.   

Şîva şêwrê bi biryara ku her ji sê mehan carekê li hev kom bikin, qediya.  

Ji Azadiya Welat hatiye girtin

***

Nûçeya eleqedar:

- Baydemîr bi nivîskaran re hevdîtinek pêk anî

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

2016: Di înternetê de herî zêde ev şîfre hatin bikaranîn

ad

Serokê CHP'ê yê nû Kiliçdaroglu ye

ad

Charlie Chaplînî heta niha 'Tenê Ez'

ad

Termên îdarî

ad

Bernameya Şanowanê

ad

Vaye Konsera li Zêrzevanê (Hat nûkirin)

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname