Diyarname
Lîstikvanê ji DYA'yê George Clooney û jina wî Amal Clooney bi hev re weqfek ava kiribû ku niha ew weqif ji bo penaberên ji Sûriyê dê dibistanek ava bike.
Navê weqfê "Ji bo Edaletê Weqfa Clooney" ye û ewê ligel Google, HP û UNICEF'ê projeyê bide dest pê kirin. Di encamê de li Lubnanê dê 7 dibistanên ku perwerdehî bide 3 hezar zarokên penaber veke.
Li ser navê Clooney û jina wî ya parêzer Amel Clooney daxuyanî hat dayîn û hat gotin ku dê 2 mîlyon dolar ji bo vê xebatê xerc bikin, bi vê yekê dê bikin ku penaberên Sûriyeyî nebin nifşekî windayî. Di daxuyaniyê de wisa hat gotin: "Armanca me ew e ku perwerdehiyê bidin penaberên ji Sûriyeyê, wan carek din bixin ser rê."
UNICEF'ê jî daxuyand ku malbata Clooney ji bo pêşeroja hemû herêmê razemenî kiriye.
Weqfa Clooney par hatibû avakirin. Wê ji xwe re kiriye armanc ku ji bo hemû zarokên mexdûrên şer ên li çar aliyên dinyayê ku mafê perwerdehî ji destê wan hatiye girtin û ji bo penaberan kar bike.
Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî ji 5 mîlyonî zêdetir sûriyeyî koçber bûne, ji 5 mîlyonî zêdetir jî di bin dorpêçê de ne. Ji sûriyeyiyên penaber bûne nîvî zêdetir zarok in.


