Enqere
Platforma Sosyalîst a Bindestan (ESP) ji bo nasnameya kurd bikevi bin ewlehiya Zagona Bingehîn ji Amed, Dêrsîm, Meletî û Entabê daxwazname şandin meclisê.
Endamên ESP'ê, li Enqereyê li ber deriyê Meclisê yê aliyê Dikmenê hatin ba hev û bi daxwaza "Bila nasnameya kurdî bikeve bin ewlehiya Zagona Bingehîn" daxuyanî dan çapemeniyê.
Komê panqarta "Bila Zagona Bingehîn a 12'ê Rezberê bê betalkirin û bila mafê parastina nasnameya kurdî bikve bin ewlehiya Zagona Bingehîn" vekirin û diruşmeyên "Bijî biratiya gelan", "Ji bo terora dewletê êdî bes e" qîriyan.
Li ser navê ESP'ê Alî Ekber Kaya, daxuyanî xwend, li ser pêvajoyekî nîqaşên li ser pirsgirêka kurd sekinî û got: "Di serî de navê gavê 'Pêşîlêvekirina kurd' piştre navê wê bû 'Projeya Yekîtiya Netewî', herî dawî derket holê ku armanca polîtîkayên dewletê yên tasfiyeya têkoşîna gelê kurd e. Digel her tiştî em nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka kurd erênî dibînin."
Kaya di berdewamiyê de wisa got: "Em daxwazin Zagona Bingehîn a 12'ê Rezberê bê betalkirin û nasnameya kurdan bikeve bin ewlehiya Zagona Bingehîn."
Piştî daxuyaniyê nûnerên ESP'ê daxwaznameyên ku li Amed, Dêrsîm, Meletî û Entabê berhev kiribûn teslîmê meclisê kirin.
Di daxuyaniya çapemeniyê de nûnerên DTP, KESK, Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê, EHP û Kaldiraçê jî amade bûn.


