Alî Asker
Hêviya avabûna ‘dewleteke’ li Başûr, piştî tekçûna referandûma Kurdistanê parçe parçe bû. Gelek kurdên li parçeyên din, piştî ku Amerîka sala 2003’yan li Iraqê da û Sedamê dîktator ji desthilatdariyê daxist, li Başûr jî hêviyek ji bo kurdan çêbû.
Navê ‘Kurdistana Azad’ lê hat kirin û di warê aborî û warên din de, ew der ji bo gelek kurdan bû qiblegehek. Di nava deh salan de pêşketinên mezin jî li wî parçeyî çêbûn.
Lê di rastiyê de ew pêşketinên li wir, ên ku ji ber şert û mercên objektîv çêbûbûn, ne pêşketinên li gorî rastiyê bûn. Meqset ji şert û mercên objektîv ew e ku, Amerîka kete wir, kurdan li wir ji xwe ji destpêka salên 1990’î û heta wê gavê de-facto hikum dikirin. Piştî valahiya desthilatdariyê li Iraqê çêbû, bi piştgiriya Amerîkayê kurd bûn xwedî nîv-dewlet. Yanî heke ku operasyona Amerîkayê ya sala 2003’yan li ser Iraqê nebûya, ew şert û merc dernediketin holê.
Em werin ser wî tiştî ku kurdan çiqasî karîbûn ev şert û mercên objektîv, ji bo avakirina rêveberiyeke li gorî şert û mercên demokrasiye, veguhezînin.
Kesek, tevgerek, civatek û hwd bi xwe ne demokrat bin, nikarin çanda demokrasiyê li derdora xwe jî belav bikin û bihêlin ew qûral û qaîdeyên demokresiyê li nava civakê bidin rûniştandin. Ji ber ku partiyên Başûr û bi taybet jî PDK ji çanda demokrasiyê bêpar bû, nekarîbûn li Başûr jî sîstemeke demokratîk ava bikin.
Hinek dikarin rabin û bibêjin, heke ne demokrat bûya wê çawa di parlamentoyê de kursî bidana kêmnetewan, olên din û filan û bêvan. Ji bo ew kesên ku van argumanan derdixin pêşber, mirov dikare bibêje, herin ji xwe re li hevsengiya li Başûr binêrin. PDK û bi giştî desthilatdariya Başûr, ne ji bo çavên wan ê reş ew kursî dane wan derdoran. Hevsengiya li Iraqê, li Başûr û li Rojhilata Navîn dihişt ku wiha tevbigerin.
Heta niha me bêhtir di çarçoveya hilbijartin, parlamenterîzm û yên li derdora wê de rewşa Başûr dinirxand û hîn jî em dinirxînin.
Lê me di çarçoveya mafên mirovan, azadiya çapemeniyê, mafê jinan, zarokan, kêmnedewan û yên din de çiqas nîqaş kiriye?
Heke ku bersiva van pirsên li jêr, erênî bin wê gavê Başûr bi rastî jî devereke azad bûye di van salan de. Heke ne erênî bin, wê gavê divê em careke din binirxînin rewşê.
Gelo em di nava van salên ku li Başûr desthilatdariyeke fermî hatiye avakirin de, dizanin bê rewşa jinan di nava jiyanê de çawa ye? Gelo em dizanin bê di nava van salan de rewşa azadiya çapemeniyê di çi astê de ye? Gelo em dizanin bê mafên mirovan ên bingehîn, mafê jiyanê, azadiya xweîfadekirinê, mafê rêxistînbûnê di çi astê de ye? Gelo em dizanin bê Başûra me çiqas ji bo pêşketina parçeyên din dilxwaz e û alîkar e?
Gelo em dizanin bê rewşa navendên binçavkirinan ên li Başûr di çi astê de ne? Gelo em dizanin ku dadgehkirineke adil heye yan na? Gelo em çiqas dizanin li girtîgeh û navendên binçavkirinan îşkence heye yan na? Gelo sîstema hiqûqê çiqas li gorî sîstemeke adil, modern û mafparêz e? Gelo em dizanin bê ka dema binçavkirinê li Başûr çend roj in? Kesên ku tên binçavkirin piştî çend rojan dikarin bi parêzeran re biaxivin? Piştî çend rojan derdixin dadgehê. Girtîgehên li Başûr, li gorî standartên mafên mirovan in yan na?
Gelo, dahat li gorî sîstemeke adil tê belavkirin an na? Gelo her kes dikare bi hêsanî mafê perwerdeyê bi dest bixe?
Em dikarin van pirsan zêdetir bikin. Lê di van 15 salên derbasbûyî de em dikarin bi hêsanî bibêjin ku Başûr ezmûneke gelekî xirab daye û hîna jî dide.
Demeke berê li ser medyaya civakî vîdeoyek Şêx Cafer, Wezîrê berê yê Pêşmergeyan belav bû ku nehatibû diyarkirin bê kengî hatiye kişandin. Şêx Cafer ê ku niha jî fermandarekî Pêşmergeyan e, di televizyona KNN’ê de behsa rewşa Başûr dikir û digot, “tiştê ku Beasê nekiriye, me li vî gelî kiriye”.
Ez bawer dikim ev mikurhatin, her tiştan bi berfirehî radixe ber çavan.


