logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Stêrkên kurdan ên li gerdûnê diçirûsin

Ziryab (Bavê Flemenko), di serdema xwe de, wekî hunermend-muzîkjenekî cîhanî, di vê mijara xwedî lê derketina neteweyên

  • Dîrok: 12/05/2018
  • Beş: Serbest

Laleşa Ûsiv

Dibêjin deng li gerdûnê winda nabe. Eger ev deng li gerdûnê winda nebe, îhtimal heye ku em dengên zemanê berî xwe di ciyekî de zeft bikin. Ev îhtîmala han kelecaneke mezin dide min. Gava min navê Zîryab bihîst û çîroka wî xwend, dengê axa min a ku li gerdûnê digeriya di guhê min de olan da û piştî çendîn sedsalan ez digihîştime wî dengê me yê gerdûnî. 

Lê belê, ew dengê ku ji hêlîna xwe derketiye welat bi welat geriyaye hey ji helîna xwe dûr ketî, gelo pêkan e dîsa vegere ser axa xwe û li ser helîna xwe danişe?

Mixabin em kurd neteweyeke bêsiûd in, di nav dîrokeke windayî de li cîhanê belav bûne. Ji dewsa welat û civaka xwe ji ber şertên tên zanîn, ew ên ji me bi hemû reng û dengên  xwe, bi  hemû cerebe û xweşikbûna xwe ne em, civakên din xweşiktir û dewlemend kirine. Tenê li ser axa xwe nikaribûne-nikarin bi deng û rengên xwe derkevin û di nav civaka xwe de şax bidin. 

Ji bindestiya me, ne baweriya bi me heye ne jî em dikarin li nirxên xwe yên ku bûne aîdê cîhanê xwedî derkevin. Ji ber ku nasnameyeke me ya ji aliyê cihanê ve hatiye qebûlkirin nîn e, ew ên me bi nasnameya neteweyeke din derketine-derdikevin ser dika bedewiyê ya cîhanê. 

Belê, ji ber gelek sedemên hebûn an nebûna dewleteke, li ser rûyê cihanê hebûna me ya nasnameyî nayê pejirandin, lê ev nayê wê wateyê ku em ji neteweke din kêmtir in an di nav dîrokê de cihê me tune ye!. Tevî parçebûna welatê xwe ve jî, di hemû pêkhateya dîrokê de kurdan di çand, huner û di zanistê de reng dane cîhanê.

Ziryab (Bavê Flemenko), di serdema xwe de, wekî hunermend-muzîkjenekî cîhanî, di vê mijara xwedî lê derketina neteweyên cuda de ji bo me mînakekî balkêş e. Mixabin em kêm kurd ji nasnameya wî û ji xebatên wî bi haydar in. 

Dîsa di 2007’an de bi mirina Maurice Béjart yê ku ji aliyê dê ve kurd bû, piraniyên me bi derengî ji vî aliyê wî bi haydar bûn. Yek ji hêla mûzîkê ve yek jî ji hêla dans û koreografiyê ve li cîhanê deng vedane, dibistan vekirine û di bêşên xwe de bûne otorîte. 

Wekî ku erdnîgariya me ya parçebûyî têrê nekiribe, em li nav hemû cîhanê jî belavbûyî ne.

Ji ber vê yekê jî, derfeta ku em bikaribin bi zimanê xwe bi nasnameya xwe li ser axa xwe bi azadî bijîn, ew ên ji me nasnameyeke din a cîhanê wergirtine û li wan deran çirûsîne. 

Lê êdî em jê bi haydar in, çiqas ku ew nirx û rûmeta cîhanê ne, nirx û rûmeta me ne jî. Ji bo xwedî derketina nasname û neteweya xwe pêwîst e, bi qasî neteweyên ku li cewherên kurdan xwedî derdikevin û di pêşxistina civaka xwe de ji cewheriya wan siûdê werdigirin, divê ji bo ku ew ji ew ên me xwedî derketine û bi vê yekê nehiştine ew cewher winda bibin em spasiyeke deyndarê wan neteweyan e. Bi qasî wan divê êdî em jî wan nirx û cewherên xwe bizanibin û lê xwedî derkevin. 

Ziryab (789-857-), Maurice Béjart (1927-2007)  ji van her du kesayetiyan jî meriv têdigihîje ku kuliyeteke me ya dewlemend û naye zanîn heye.

Ji dema Ziryab heta Bêjart, dema em bala xwe bidin civakên din em ê bibînin gelek stêrkên ku ji nav wan diçirûsin binyad kurd in.

Pirs ev e: Gelo em ê karibin rojek wan cewher-entîqeyên xwe bînin li welatê xwe li pirtûkxane, li muzexane û li qadên xwe bi cî bikin. Her wiha, ji çîroka jiyana wan fîlm, şano, roman hwd. bihonin da nifşên pêşerojê wan bizanibin û jê  sûdê werbigirin!? 

Hêvîdar  im…


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Reqîbên xurt derketin pêşberî Amed Sporê

ad

'The Simssons' dê heta 2023'yan didome

ad

Ji komek nivîskarên kurd li ser alfabeya kurdî daxuyanî

ad

Konferansa Di Sedsala 21'ê de Rojhilata Navîn û Kurd

ad

Hunermend Akkiraz beşdarî CHP'ê bû

ad

Bi wêneyan Roja Kobanî ya Dinyayê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname