logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Adirganên li Kurdistanê

Hema bigire, hemû kurdên xwenda helbesta bi Hewramî ya bi hevoka “Hurmizgan riman Atran Kujan!” dest pê dike, bihîstiye.

  • Dîrok: 03/05/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Fêrgîn Melîk Aykoç

Hema bigire, hemû kurdên xwenda helbesta bi Hewramî ya bi hevoka “Hurmizgan riman Atran Kujan!” dest pê dike, bihîstiye. Kengê ev helbest hatiye nivîsandin û kê ev nivisiye, ne girîng e. Bes ev helbest çend rastiyan li ber çavan radixîne. Yek, rûxandina parastgehên Zerdeştî “Hurmizgan /Atêşgedeh” du; bi destê dagirkerên Ereb ên Îslam sotina Kurdistanê, ya sisiyan jî, birina keç û jinên kurdan tîne ziman. Lê mijara min wê tenê Hurmizgan be.

Zerdeştiyên roja me ji bo perestgehên xwe du peyvan bikartînin. Yek “Hurmizgan”, du; peyva Farsî “Atêşgedeh” Bi almanî jê re “Feuertempel” dibêjin. Em dizanin ku navên wekî “Atûrgan, Adirgan, Roştgeh” jî dem bi dem bi aliyê kurdan ve hatine bikaranîn. Heta dibe peyva “rojing” jî ji peyva “roştgeh” hatibe. Ev avahiyên baweriya Zerdeştiyan jî xwedanê hin taybetiyan in. Berê di nava çar bircên bi awayê stûnan de holeke mezin ya gilover a wekî kulikê mirovan dihat lêkirin, li gel wê hin jûrên piçûk jî çêdikirin. Di navendê de agirê pîroz, ji darên rast û paqij dihatin vêxistin. Li cihên gaza xwezayî heba, ew bi kar dianîn. Em îro bi zelalî dikanin bibêjin, ev avahiyên Zerdeştî ji bo avahiyên xiristiyan û Mislimanan bûne  mînak û bingeh. Mînak; minare; ji wan bircên Hurmizganan hatiye wergirtin. Her wisa, ew qubeyên li ser dêr û mizgeftan jî. Ne tenê ew, gelek baweriyên Xiristiyan û Îslamî jî ji Zerdeştiyê hatine wergirtin. Ji bo ku kesek bi van rastiyan nizane, li pey bingehê wan nekevin, bi her awayî Zerdeştî reş kirine û wekî tiştên herî xirab nîşan dane. Kurdên mejîşûştî jî ji van bawer kirine.

Bê vê rastiyê; di nava kurdan de gengeşiyên gelek tevlihev hene. Hin di wê baweriyê de ne ku tevahiya kurdan baweriya Zerdeştî wernegirtine. Li gorî hinan jî hemû kurd Zerdeştî bûne. Her wisa têkiliya Êzdî, Yarsani, Yarsaniyên Bakur (Elewî) û beweriya Zerdeştî jî mijarên gengeşiyan in. Bi dîtina min hegerên van dubendî, angaşt û gengeşiyan, ji bi destê dagirkeran tevlihevkirin û belovajîkirina rastiyên dîrokê tê. Dema em kurd bixwe dest bavêjin dîrokê û çewtiyan sererast bikin, ev çendbendiya di nava me de jî wê winda bibe.

Çendekî berê di bernameyeke DW (Deutsche Welle) beşa tirkî de Hurmizgana li Amedê hatiye dîtin, hatibû şirovekirin, wan wisa nivîsîbû: “Ev parastgeh 600 sal Berî Mîladê bi destê Persan hatiye avakirin.” Ev berovajîkirina rastiyan e. Wê demê ev herêm di bin serweriya Medan de bû. Serwerê demê Kavî Viştaspa Key Xusro (Keyaxares/ Keyaxser) bû. Di dema Kavî Vîştaspayê pîroz û Aştiyago de gelek perestgeh hatine avakirin. Li gorî daneyan berdest Kuroşê kurê Kambîs sala 550´î de serweriya Medan rûxandiye. Hetanê sala 500´î berê mîladê jî hê serweriya Persan li tevahiya welêt serdest nebûbû. Avadaniyên Persan ji dema Darius pê ve dest pê dike. 523 – 485 Berî Mîladê. Li gel wê tê zanîn ku Pers li devera Kurdistanê bi tevahî serwer nebûne. Ev di nivîsên Xanephon, Ksitasê Kîndosî û Pluraxê Grêkî de jî zelal dibe.

Di biwara Hurmizganên li Kurdistane de Agit Yazarê bernameyan li ser cihên dîrokê amade dike, wisa dinivîse: “Par ez çûm vê perestegeha Amedê. Eyan beyan li holê ye ku ev şikefta çêkirî ya di bin erdê de, cihê îbadeta Zerdeştiyan e. Meriv dikane jê re bibêje perestgeh. Lewra sê taq/pace di şikeftê de vekirinin: taqek ber bi rojhilat, yek li başûr (ji bo wexta roj li nîvê kokevaniya ezman e) û taqek jî li hêla rojava vekiribû. Lê ji ber ku virre vira heronan bû di ser serê me re difiriyan, mixabin min bi têra dilê xwe nikanîbû lêbikola…”

Her wisa li gelek deverên Kurdistanê kavilên Hurmizganan hene. Hinên wan hê nehatine dîtin, li ser hinan jî Dêr û mizgeft hatine avakirin. Ango baweriyên Xiristiyan û Îslam ji bo bingehê rastiya Zerdeştiyan û Mithraîzmê winda bikin, çi ji destê wan hatiye, kirine. Di vî warî de Rêzdar Agit Yazar wiha dinivîse: “Li Sêrtê jî li hinda kevirê qul û her wiha li Mêrdîn di bin Dêra Zaferanê de jî Perestegeheke Zerdeştiyan hebû. Balkêş e ku heta wexteke nêzîk, keşîşê Dêra Zaferanê, yaxwud cimata Xiristyanan a li Mêrdînê, deriyê wê Perstegeha di binê Dêra Zaferanê de, ji serdananvan re girtibûn…"

Li gel wê, li nêzîkê Lalişa Nûranî jî kavilên Hurmizgana herî mezin hate dîtin. TV'yên Başûr û hin malperan li ser vê agahiyên berfireh weşandin.

Hema, em tenê baweriyên nava gel de bigirin, bi taybetî jî baweriyên bi agir û rojê, Em mijara postên di nava Elewiyan de, her wisa baweriya bi Ameşa Spenta (Xizir) hûr bikolin, em ê bi zelalî bibînin, çendî baweriya Zerdeştî di giyan û çanda kurdan de dijî. Her wisa gava lêkolînên kûr û berfireh werin kirin, wê hîmên bi dehan Hurmizganan werin dîtin.

03.05.2019, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Dînîtî hêjatî ye

ad

Tuncer Bakirhan û Nêçîrvan Barzanî bi telefonê axivîn

ad

Di roja hilbijartinê de hin hîle

ad

Messi, tu çi şexs î ?

ad

Bi îbranî "Navê min sor" e

ad

Fotoyê Rojê ev e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname