logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'
  2. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  3. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
  4. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

Giyadîna Xortaniya Min

Bîranînên xortaniya min in; behskirina çend kesayetên Giyadînê, yên balkêş û rengîn ku gişan bi hurmet bi bîr tînim…

  • Dîrok: 08/02/2020
  • Beş: Serbest
Ayhan Demir/ Swêd

Bîranînên xortaniya min in; behskirina çend kesayetên Giyadînê, yên balkêş û rengîn ku gişan bi hurmet bi bîr tînim…

Ji roja ku me ling avêtiye Giyadînê vir ve em nebûne bajarî. Çimkî bajariyan gundî wekî Kurmanc didîtin. Rehmetiyê bavê min, gayê cotê me serjê dikir, dikir qelî, bi giregirên bajêr dida xwarin! Wexta diya min digot, ev çi ye tu dikî, wî digot, bila bêjin, Miheme Emîn Osmanî ye! Pişt re diya min li gund hîşt, bi qîza "dewe wekîliyekî" re zewicî, kete peyî kêfa xwe...  

Hesenê Sîmsar, bi gundiyan re li "Serê Kelê" gulaş digirt, dikete mercê. Ji bo dahatuya Neşetê kurê xwe, bilêtên pîyangoyê difirotin. Lê bi carekî be "amortî" jî lê nedixist…  

Rehmetiyê Selamî û Nacîyên bira, rojname ji aboneyan re vediqetandin, nimare dikirin, li refan rêz dikirin. Bi wê dikana xwe a piçûk dibûn alikarê ronakbûna me...

Sînemaya apê Evdillah Taşdemir bibû qada me ya fêrbûna "karete" û "kûng-fû"yê. Wexta ceyran diçû, me bi dûrişmên " yan deng yan qet" sînema dihejand.

Apanên me yên Kurtika cil û bergên xweş li xwe dikirin. Wexta ji gund dihatin li hinda merzelan lastîkên xwe derdixistin, îskarpînên xwe pê dikirin. Krevatên wan yên rengîn û şewqeyên fotêr nîşana mîrzebûna wan bûn...

Rehmetiyê apê Zorbay gundekî bi navê Zorava li qûntara çiyayê Tendûrekê ava kiribû. Ne ji dewletê re serî datanî ne jî ji eşîrên din re…

Têkiliyên bi dewletê re bi xêra "arzûhalciyan"(daxwaznamenivîs) rê ve diçû. Daxwaznameyën Nûroyê Koy Katibî bi gotina " ji meqamê berze yê qaymeqamiyê re" dest pê dikirin. Karê xwe de jîr bû! Heta, bêyî haya jinikê jê hebe, çûbû ew di fermîyetê de li xwe mehr kiribû! Salihê dewa wekilî, miqabilê du teneke penêr û tenekeyek rûn rapora hemû zozanan dinivîsî. Bi têgehên wekî "Şerqen, Şemal, Garben û Cenûben" tixûbê erd û zozanan kifş dikir. Ecêb bû, her kesî jî ji wan raporên sexte bawer dikir.

Ebedîn Çavûş, bi daktîloya xwe ye narîn ewil gundî ditirsandin, paşê jî bi pereyekî giran şixula wan hal dikir! Bi wan pereyan ji xwe re motoreke Argemot kirîbû. Li aliyekê wê "Alî", aliyekî "Muhammed" nivisîbû. Dengê eksoza mîrata Argemotê mîna dengê balafirên F16 bû... 

Gundiyën me yanî Koçoyan, saet pêncê sibê de dihatin, heta êvarê li ser darê Mihê Lelê rûdiniştin û tî û birçî benda encama doza zozana xwe diman. Êvarê jî bêyî tu encam girtin tî û birçî vedigeriyan gund. Piştî van rojan li gelekan nexweşî rabûn...

Yekane gardiyanê me Silhoyê gardiyan bû. Di wê girtigeha piçûk de bûbû hevkarê xwarinê yê girtiyan. Bi wan re radibû bi wan re rûdinişt.. Peywirdarên adliyê bi bertîlên piçûk mizginiya encama mehkemeyan didan xwediyê doz û dewan... 

Gelek esnafên me yên balkêş û cuda hebûn. Apê Fettahê pirtîfiroş jî serê salê heta binê salê bi heman krevat û fotêrî dikkan vedikir. Hecî Elî yê Tehlo bi rûyê xwe yê wekî "Karagoz'ê Tirkan bala muşteriyan dikişande ser xwe. Adoyê çerçî çiqas sêv û tiriyên xirabe hebûn, dikir barê çend keran, li rêzegundan belav dikir. Dogan beqqal solên gîzlavêt yên marqeya "Boga" difirotin. Êdî ji şansê kê re boxeyekî çend nimare biketa... Kizoyê Çomoyî bi henekên xwe û zarê şêrîn çaya xwe ber çavên merivan şirîn dikir... 

Di dikkana apê El-mecît de çi bêjî hebû. Karbox, îspîrto hetta şima jî hebû. Ûsiv Ziyayê Tewlê xoya reş him difirote merivan him jî heywanan. Pê re jî dizîka ve xebatên partiya komunîst dikir. Apê Zubêyd bi gopalê xwe yê hesinî dişibiya mîllîtanên partiya TÎP'ê. Û eşqa wî ji bo Behîce Boran eşkere bû..

Meleyên me yên ecêb hebûn. Mele Ezeddîn û mele Zekî di qulçikên nepenî yên qehweya Mihikê de rojiya xwe dişikênandin. Mele Turan heta êvarê şerab vedixwar, nimêja eşayê jî bi niftî re dikir... 

Ticarên me jî balkêş bûn. Rehmetiyê Sebrî Axa hezar pez difirot, pere dida qasa Remzî Selîmoglu (çimkî banqe nedizanibû), şeva xwe jî di Otel Dogana siksar ya bi navê " Sanci Palas" dihate naskirin de derbas dikir. Cambazên me ji ber ku fayîz nizanibûn têgeha "deynê dokuzê" li lîteratura aboriya dinyayê zêde dikirin. 

Çend heb dengbêjên me ye naskirî jî hebûn. Li qehwexaneyan bi kilaman dilê me û xwe tev xweş dikirin. Dengbêj Mele Tûran her tim li dora Kalko bû. Te digot qey yek Evdal e tek jî Surmelî Memed paşa ye. Vê eleqeya mele Tûran dilê Kalko xweş dikir, ev jî dibû sebebê çay îkramkirina Kalko ya ji bo her kesî... Hesoyê Bûro di dewatan bi Pala re kilam diavêtin ber hev. Rû û qalpaxê serê wî dişibiya Koprulu Memed Paşayê Osmanî... 

Gelek navên bi heybet hebûn. Ezraîl, Zulmat, Tofan, Atêş û Qehar. Nav bi heybet bûn lê xwediyê navan kesên henûn bûn... 

Ji gelên din jî bajariyên me hebûn. Îsmaîlê Ecem yê hostayê derî û pencereyan, Sulhoyê Xezo ango hespê pîrê yê erebeyên ga çêdikirin yek jî wan bûn 

Tenê yek berberê me hebû. Berber Çelebî serê me wekî bizinan kirkirî dikir, berê me dida lîseya Giyadînê. Sadiqê boyaxçî jî li gel gotina stranan solên hemû lîsê direngand. 

Ahmedê Ereb( Ozdemir) bi restaûranta xwe hîtabê karmendan dikir, rehmetiyê Memet Bîrgul jî hîtabê gundiyan... 

Îsayê qesab bi Mecît û Mihemed re çiqas pezên nexweş hebûn serjê dikirin û li gel belav dikirin. Ecêb bû tu kesî zirarek ji van goştan nedidît..

Yekane dixtorê me Baqiyê Sixiya bû. Rehmetî bi şiringa xwe ye mezin tenduristî belavî hemû bajêr dikir... Kemalê dirankêş, wekî dirankêşên Nazîyên Almanî diranên me ser piya dikişand... 

Bekçiyên(notirvan) me jî ecêb bûn. Şilikê bekçî, yê dişibiya meraşalê Ûris, ji tirsa heta serê sibê fîqê dixist.

Baxçeyê Nenê hebû. Tije pîvaz û gizêr bûn. Hemû ciwanên bajêr cara ewil di wî baxçeyî de xwe li diziyë diceribandin..

Alkol Îbo, îspîrto vedixwar û xwe li ser cemedê dirêj dikir. Dengê kuxika Kemal Işık û Adin Moro, du kîlomêtrê dûr ve dihate guhê merivan. Aûstina kamyona Keko û BMC ya Tahoyê Beko her tim ji bo temîrê li ber derê temîrxaneya apê Kazim bûn. Kamyona li ber derî nobet digirt, wan jî li ber kamyonan. 

Cejnên fermî pir ecêb derbas dibûn. Alî Çakan bi liv û tevgera xwe fetîhkirina Stenbolê ya Fatîh Sultan dianî bîra merivan. Te digot ji nû ve Giyadînê fetih dike. Ozanê Pîlekî di helbest xwendinê ewqas dicoşiya lê dixist peykera Atatirk ya li ser kursiyê axaftinê dişikênand. Şêx Elî deh bendê "Îstiklal Marşi " ya Tirkan jibere dixwend û nîzama fermî dimeşiya... 

Rovî Nizo salewextekî amadekariya pêşbirka hespan dikir. Lê roja pêşbirkê ji hespê dikete xwarê û hestiyên wî tev hûrhûrî dibûn. 

Delal hosta, hostayê tirpan, tevir û bêran bû. Yanî hostayê hesin bû. Wekî Kawayê Hesinkar yê welêt bû... 

Wexta dibû êvar hemû esnaf li erebeya Xalo Şewket siwar dibûn, berê xwe didan germevê. Li gel henekên Îsmetê Reş him qirêja rojê him jî westa rojê ser xwe diavêtin. Û piştre berê xwe didane malê, li benda roja din diman... 

Nîşe: Hîn nav ji bo reseniya wan xirab nebe, di nava gel de çawa tên zanîn bi wî awayî hatine nivîsandin.

Wergera ji tirkî: Îhsan Bîrgul

Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news
  • 29 03 2026

Strana Avê: Di Navbera Hişkesaliya Zêhnî û Vejîna Rihî de

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Ji înternetê li Projeya Xweseriya Demokratîk binêrin

ad

Rojnameya alman SZ: Eger wisa berdewam bike dê Tirkiye wekî Sûrî lê were

ad

Di Documentaristê de "Duet" bi ser ket

ad

HDP û AKP dê bikaribin hikumetê saz bikin û bi kîjan rêgezan?

ad

Ji 23 welatan fîlmên jinan, li ser jinan tên

ad

Xelata Arjen Arî hat dayîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

  • 16 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

  • 16 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname