Diyarname
Em di warê rojnamegeriya kurdî de gavek nû diavêjin: Emê nivîsên qunciknivîskarên xwe hem wekî nivîs, hem wekî deng biweşînin. Ya yekem bi nivîsa Bedran Dere emê dest pê bikin.
Yek ji pêşkêşvanên pêşî ê televîzyonên kurdî, yek ji pêşkêşvanên me yên serketî û qunciknivîskarê Diyarnameyê Bedran Dere careke din bi nivîsên xwe tê. Dere, di navbera salên 2016-2018'an de ji bo Diyarnameyê nivîsî. Ji ber kar û barê xwe ji bo demekê navber da û niha ew careke din vedigere lê vê carê bi nûbûneke re. Emê hem nivîsa wî bi awayê nivîskî, hem bi awayî xwendî, yanê bi deng biweşînin. Yên bixwazin dê nivîsê bixwînin, yên bixwazin dê guhdarî bikin. Nivîsa wî ya yekemîn vê duşemê (25'ê mehê) tê. Emê vê ji bo qunciknivîskarên xwe yên din jî bikin.
Ev yek di nav çapemeniya kurdî de gave nû ye. Li ser youtube kanalên ku nivîsên cur bi cur girtine xwendine, yên çîrokên kurdî girtine û xwendine hene lê heta niha malpereke bi kurdî nivîsên qunciknivîkarên xwe taybet negirtine nexwendine û ligel nivîsê bi deng belav nekirine. Ev gavek nû hey. Ji bo me jî heyecanek nû ye. Emê vê yekê biceribînin. Hêviya me ew e em rêyeke nû vekin.
Emê nivîsên qunciknivîskarên xwe ligel nivîskî bi deng jî belav bikin. Belkî hin nûçeyên taybet/girîng jî bi vî awayî bikin.
Hekîm Sefkan jî tê
Li aliyê din wekî notek em bibîr bixin, nivîskar, helbestvan, muzîkar û bernameçêker Hekîm Sefkan ku wî jî demek di Diyarnameyê de qunciknivîskarî kir û navber dabû, ew jî di demek nêzîk de tê. Dema mesele zelal bike emê agahiyê belav bikin.
***
Ji bo yên bixwazin nivîsên Bedran Dere yên hatibûn weşandin bixwînin:
- BEDRAN DERE -QUNCIK


