___Dilyar Amûdî___
Par û îsal Amedspor hinek lîstikvanên bi eslê xwe ji Efrîqyayê transfer kirin. Helbet wekî timî hinek kurdan navên "Reşo" û "Reşiko" bi kar anîne.
Ev bikaranîn jî di nav kurdan de belav e ku kurdan ji zarokên xwe yên esmer re digot. Heta wan wisa dikir wekî pesin, şêrînkirin û xweşkirin bi kar dianî. Lê helbet me meseleya rengê çermî li cîhanê meseleyeke hesas e. Lewra hinek kes pê aciz dibin û wisa difikirin ku ev gotin ne gotineke rast e.
Îca min got ka ez li argûmanan binerim bê kî çi dibêje li ser meseleyê. Kesên ku peyva "reş" û "reşo" rexne dikin û li dijî wê derdikevin gelo sedem çi ye ku ew difikirin ku rengê "reş" xerab e? Wekî ku ev helwest seqetiyekê wisa nîşan dide; "Ez difikirim ku reşbûn tiştekî nebaş e û ez dizanim ev kes reş e, lê nabe ez bibêjim ji ber ew ê pê aciz bibe".
Belkî ew bixwe vê nebêjin û îdîa bikin ku wisa nafikirin jî lê îhtîmal heye ku di "derhişê" wan de ev fikir hebe. Gelo mirov ji yekî re bigota "Spî" yan "Zerê" ew ê heman bertek nîşan bide? Ne bawer im.
Lê helbet mirov nikare niyeta xelkê bixwîne. Encex min meraq kir, gelo bi rastî jî peyva "Reş" (Black bi îngilîzî) xerab e. Ji ber ku min di gelek filman de dîtiye ku lîstikvan dibêje "Ez reş im".
Li gorî agahiyên min ji ChatGPTê ye dane hev, rewş wisa ye:
- Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê:
Black (Reş): Eger bi tîpa mezin were nivîsîn, rêzgir/rêzdar an jî notr dihesibe.
Têgehên tên tercîhkirin: Black (Reş) African American (Efrîqî-Amerîkî)
Peyva "Black" bi berfirehî di nivîsên akademîk, nûçe û axaftina rojane de tê bikaranîn. Her wiha gelek kes bixwe jî ji xwe re dibêjin "Black".
- Kanada:
Black: eger bi tîpa mezin were nivîsîn peyveke notr yan bêalî tê hesibandin.
Peyvên tercîhkirî: Black yan jî African Canadian (Efrîqî-Kanadayî). Gelekî dişibe Amerîkayê lê di nivîsên fermî de têgeha African Canadian tê bikaranîn.
- Brîtanya û Îrlenda: Gava bi tîpa mezin were nivîsîn rêzdar an bêalî ye.
Têgehên tercîhkirî: Black, Black British, Black African, (Brîtaniyê Reş, Brîtaniyê efrîqî)
Berî ku biçim welatên din, Black bi tîpa biçûk were nivîsîn li van welatên li jorê ew wekî bêrêzî tê dîdin. Ji ber ku wê çaxê wekî ku tenê tu behsa rengê wan dikî û tu çand, dîrok û her tiştên din ên girêdayî wî kesî piştguh dikî.
Eger em biçin hinek welatê din;
- Fransa: Peyva "Noir" ("Reş" bi tena xwe bêrêzî û xerab tê dîtin. Loma di şûna wê de "personne noire" (kesê reş) tê bikaranîn yan têgehên bêalîtir wekî Français d’origine africaine (frensiyê esil efrîqî) tê bikaranîn.
Ji ber ku dewlet polîtîlaya "bêrengitiyê" dişopîne, di qeydên fermî de taybetmendiyêm etnîk nayên nivîsîn.
- Elmanya: bikaranîn a "Schwarzz" (Reş) bi tena serê xwe wekî navdêr, bêrêzî dihesibe.
Têgehên tercîhkirî: Schwarz Menschen (Mirovên reş), Menschen afrikanischer Herkunft (“Mirovên esil efrîqî")
Bikaranîna Schwarz wekî navdêr peyveke ne hevdem dihesibe ku vedigere ser dema mêtîngeriyê.
- Li hinek welatên spanîaxiv Spanya û Amerîkaya Latînî: Negro (Reş)
Urguay û Arjantîn: Peyv bêalî ye heta carinan peyva hezkirin û şêrînkirinê ye (El Negro(Reşo)
Meksîk û Amerîkaya Navendî: Xerab e eger bi tonek an niyeteke nexweş were gotin.
Anku şêwaza gotinê mesele ye ne peyv bixwe.
- Başûrê Efrîqyayê: Black anku reş peyveke bêalî ye gava behsa nijadê dike.
Her wiha peyva "Black" di destûrê piştî Apartheidê de wekî kategorî cih girtiye. Pênasîna wê hatiye guherin.
- Hindistan, Pakistan û Bengladeş: Girêdayî rengperestiyê ye û wekî gotineke nexweş tê dîtin. Mirov li vir behsa rengan nakin, bêtir netewe yan etnîsîteya wan dibêjin.
Bi qasî ji van mînakan tê dîtin, peyva "reş" bixwe bi piranî wekî peyveke neyênî û xerab nayê dîtin îla ku yek bi niyeteke xerab bibêje yan jî her tiştên din ên wî mirovî piştguh bike û li ser rengê wî bisekine.
Her wiha ev jî tê dîtin ku her welatek li gorî çand û dîroka xwe nêzîkatiyeke cuda li peyvê kiriye. Ji bo me kurdan, tu dîrokeke me ya koledariyê tune, her wiha tu zilm û neyarî jî me li kesên ji Efrîqyayê nekiriye. Ji bilî wê, em peyva "Reşo" û "reşiko" ji bo hezkiriyên xwe û zarokên xwe jî bi kar tînin. Anku gava mirov bi vî çavî lê binêre, dê bibîne ku tu kêşe di wê gotinê de tune ye.
Lê divê mirov baldar be. Em êdî di demeke wisa de dijîn ku navlêkirin, binavkirin, bikaranîna cînavên "şaş", texmînkirin an ferzkirina nasnameyan bê zanîn kêşeyeke mezin e. Anku ligel ku em niyetek paqij dibêjin û di çanda me de normal e jî, dibê ew kes jê aciz bibe. Lewra di nerîna min de, a baş ew e ku mirov tiştin afirînertir bibîne. Zimanê kurdî têra xwe heye ku peyvên din ji bilî "Reşo" çêke.
***
Nivîsên Dilyar Amûdî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Çivanoka Muhlenbergî û rewşa kurdan
- Beşa winda hat dîtin: Zimanê hindoewropî ji ku hatiye?
- Çiqolata û Qomisyon û hinek peyvên din: Kîjan rast e?
- Kurdistan serbixwe be dê bihuşt be?
- Gelo mirov dikare bêriya kesekî bike ku ew nedîtiye?
- Çîroka kurdeke bi navê Mana; Zimanê muşterek û ortak dil
- Kîjan rast e; berî 10 salan yan 10 sal berê?
- Tiştê çû, yan tiştê bê wê girantir be?
- Devoka te têra me nake; hevfêmkirin û hevnasîn ji te re lazim e
- 'Guhê dîwaran hene' û 'dibe te bişînin mala xaltîka te'
- Em û ew; asgarî ucret û serxwebûn
- Kurdên Ewropayê; me xwe çiqasî winda kiriye?
- Tu û paşnavê xwe çiqasî girêdayî hev in?
- Maçîkirina lêvan ji ku derket?
- Tirkî dikare bi kurdî loma ‘em ders dixebitin’
- Kurd, korona û makarna, ligel pivazan
- Putin gotiye ez ê mala bavê Tirkiyê bişewitînim!


