___Diyarname___
Amadekariyên Mîhrîcana Wêjeyê ya Osman Sebrî ya 8`emîn bi dawî bûn. Temaya pêşbaziya îsal pirtûkên şanoyê ne. Mîhrîcan roja 3’yê sermawezê/mijdarê wê li Qamişloyê dest pê bike û 5'ê mehê bi dawî bibe.
Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê bi hevkariya Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 salan carekê di navbera mehên kewçêr û sermawezê de Mîhrîcana Wêjeyê ya Osman Sebrî li dar dixe.
Li gor nûçeya Rûşan Ezem a di ANHA'yê de, endama Rêveberiya Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Botan Hoşê da zanîn ku li kêleka pêşbirkê dê di mîhrîcanê de çalakiyên wêjeyî û hunerî yên mîna semînerên têkildarî rewşa şanoyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên dayîn.
Têkildarî hejmara şanonivîsên ku beşdarî pêşbaziyê mîhrîcanê dê bibin jî Botan Hoşê diyar kir ku ew ê di roja dawîn a mîhrîcanê de agahiyan parve bikin. Pêşbazî ji bo berhemên (pirtûk) bi zimanê kurdî, erebî û suryanî hatiye organîzekirin, lê vê salê tenê berhemên bi zimanê kurdî û erebî beşdar bûne.
Mîhrîcan dê li hola Navenda Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) a li bajarê Qamişlo were lidarxistin.
Berhemên ku beşdarî pêşbaziyê bibin wekî yekemin, duyemîn û sêyemîn dê bene xelatkirin. Berhemên ku xelat bigirin dê ji aliyê komîteya amadekar a mîhrîcanê ve bêne çapkirin û belavkirin.
Di Mîhrîcana Wêjeyê ya Osman Sebrî ya 7`emîn de (2023), pêşbazî li ser helbestan bû.