Diyarname
Di salvegera wefata Cegerxwîn de, Komeleya Wêjekarên Kurd û Sozderê (Komeleya Lêkolînên Çand, Dîrok û Wêjeya Devkî) li gundê Hesanê yê girêdayî navçeya Kercewsê, li ber deriyê mala ku tê de ji dayik bûbû, bîranînek li dar xist. Komele îsal bi rêzeçalakiyan Cegerxwîn bibîr tîne û ev bîranîn li gundê wî Hesanê, li ber mala wî pêk anî.
Girîngiya Keda Cegerxwîn di Wêje, Ziman û Çandê de
Di bîranînê de, Hevserokê Sozderê Eyûp Guven axivî û bal kişand ser keda Cegerxwîn a di warê wêje, ziman û çandê de ku çawa zimanekî li ber pisaftinê bi berhemên xwe parastiye. Guven, Cegerxwîn wekî “helbestvan, siyasetmedar û nivîskarekî mezin” bi nav kir û got ku ew li ser erdnîgariya Kurdistanê gelek geriyaye, lê ji ber helwesta xwe ya li dijî axatî û şêxtiyê rastî gelek zehmetiyan hatiye. Her wiha, Guven anî ziman ku Cegerxwîn gelek berhemên edebî, helbestî û nivîsên hêja li dû xwe hiştine.
Bandora Dêrika Çiyayê Mazî li ser Helbestên Cegerxwîn
Guven bibîr xist ku navçeya Dêrika Çiyayê Mazî li ser jiyan û helbestên Cegerxwîn bandorek xurt kiriye, lê mixabin lêkolînên berfireh li ser vê yekê kêm in. Wî got: “Daxwaza me ew e ku xwendevan di derbarê jiyana Cegerxwîn a li Dêrika Çiyayê Mazî de bêtir agahdar bibin.”
Nivîsandina Cegerxwînî bi tîpên erebî û latînî
Guven agahiyên li ser jiyana Cegerxwîn jî dan û got, “Ew di sala 1903’yan de li gundê Hesara Kercewsê ji dayik bûye. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, ew derbasî rojavayê Kurdistanê bûye, di sala 1921’ê de vegeriyaye welêt û perwerdeya olî wergirtiye. Piştre, di sala 1922’yan de çûye Dêrika Çiyayê Mazî û li cem Seydayê Mele Îskender Kazim perwerde bûye. Cegerxwîn bi xwe gotiye, ‘Ez bawer dikim, eger min li Dêrikê baxçe, rez û dahl û xab nedîta, belkî ez nebûma helbestvan. Min hest û ramanên xwe ji jiyana Dêrikê û bedewiya wê girt’. Ev gotin nîşan didin ka Dêrikê çawa bandor li wî kiriye. Cegerxwînî li Dêrikê dest bi nivîsandina helbestên xwe bi tîpên erebî kiriye, lê piştî hevdîtina bi Şewqî Begê Erxenî re di sala 1924’an de, zêdetir hişyar bûye û dest bi nivîsandina bi zimanê kurdî (tîpên latînî) kiriye. Ji ber helwesta Cegerxwîn a li dijî axatî û şêxtiyê, mamosteyê wî jê re gotiye ku divê ji navçeyê derkeve. Cegerxwîn jî bê dil ji Dêrikê derketiye. Loma Cegerxwînî gotiye ‘Dilê min li Dêrikê dimîne, ezê herim, lê ez ê tu carî Dêrikê ji bîr nekim’.”
Guven paşê behsa çarîn û helbestên Cegerxwîn ên li ser Dêrikê jî kir.
Bîranîna Mamosteyê Cegerxwîn jî wê pêk bê
Hevserokê Sozderê di dawiyê de diyar kir ku di 24’ê kewçêra/cotmeha 2025’an de, li Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê, li ser gora Mele Îskender Kazim ku li goristana Xidra ye bîranînek din jî li dar bixin. Mele Îskender Kazim mamosteyê Cegerxwîn bû.

Mala ku Cegerxwîn lê hatiye dinê li gundê Hesara Kercewsê ye.