Diyarname
Bîngol li Konyayê têk çû
Di maça îro ya li Konyayê de Konyaspor û 12 Bîngolsporê lîst. Di maçê de 6 gol hebûn lê Bingolspor bi 4-2 têk çû. Ji ber qerta sor Konyayê saetek zêdetir 10 kes lîsti, dîsa jî Bingolê nikarî Konyayê têk bibe.
Li aliyê din di maça Gaziantepspor -Karabuk îdmanyurdu de Entab bi 2-0 bi ser ket.
**
Îdir li Gîresunê bi ser ket
Maçên Dora 3'yan ên Kûpaya Tirkiyeyê îro jî hatin lîstin. Tîma Îdirê Igdir FK li Gîresûnê li hemberî 1926 Bulancaksporê lîst û bi 3-1 bi ser ket. Bi vê Igdir derket Dora 4'an.
Golên Îgdirsporê deqe 14'an de İshak Aydin, deqe 45+2 de Dorin Rotariu û deqe 90+3 de Dogukay Ay Saritaş avêt. Tekane gola Bulancaksporê Hakan Kuş di deqîqeya 65'an de avêt
Îro saet 18'an de Gaziantep û Karabuk Îdmanyurdu, saet 20.30 de jî Konyaspor û 12 Bingolspor wê bilîzin.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Kahta, Mûş bi ser ketin, Amedspor têk çû
- Vanspor bi penaltiyan bi ser ket
- Dora 3'yan: Reqîbên tîmên bajarên kurdan diyar bûn
- Dêrsim, Mûş û Bîngolspor bi ser ketin
- Agri Sporê Batman Petrolspor şand mal
- Reqîbên tîmên bajarên kurdan diyar bûn
- Mûş, Dêrsim, Yeşîlyurt, Şanliurfa, Kahta û Kahramanmaraş bi ser ketin
- Bingol Spor û Karakopru Spor bi ser ketin
- 19 tîmên bajarên kurdan dilîzin