logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  2. Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?
  3. Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd
  4. Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî
  5. Fotoyê rojê ji Norwecê hat: Vîkîngên sedsala 21'ê!
news-details

Yaşar Kemal bang li kurd û tirkan kir

Nivîskarê navdar Yaşar Kemal ji bo Konferansa Çareserî û Yekîtiyê ya bakurê Kurdistanê ya li Amedê pêk tê peyamek şand û

  • Dîrok: 15/06/2013
  • Beş: Serbest
AMED
Konferansa Çareserî û Yekîtiyê ya bakurê Kurdistanê li Amedê li Otela Liluz li dar ket. Hevserokên KCD'ê Aysel Tugluk û Ahmet Turk, Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş, Serokê Giştî yê KADEP'ê Lutfu Baksi, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Serokê Giştî yê DDKD'ê İmam Taşçier, birê Ocalan Mehmet Ocalan, Serokê Giştî yê OSP'ê Sinan Çiftyurek, Civaknas İsmail Beşikçi, Şaredarên BDP'ê, nûnerên elewî, êzîdî, suryanî, ermenî, malbatên ji Roboskî, enramên saziyên sivîl û li dor 250 delege di konferansê de amade bûn.

Nivîskarê navdar Yaşar Kemal jî ji bo konferansê peyam şand û got: “Ev banga min ji bo gelan e. Gotina min ji bo we ye. Rizgarkirina çand, nan, rûmet û dewlemendiya welatê me di destê me de ye. Werin em ji bo pergaleke demokratîk dest bidin hev û ji dil bixebitin."

Yaşar Kemal di peyama xwe de da zanîn ku demokrasî hewcedariyek e û got: “Tunekirina çandekî tunekirina  parçeyeke ji mirovahiyê ye. Zimanek jî tenê bi axaftinê nayê jiyîn. Ji bo ew ziman bijî, divê perwerdehiya wê hebe. Divê esntîtu, akademî û saziyên ziman hebin.”

Peyama Yaşar Kemal wiha ye;

Delegeyên hêja yên konferansa Demokrasî û Aştiyê

Ez îro ne ligel we me. Di konferansa berî vê de jî heta min derfet dît, min nêrînên xwe parve kir. Hêviya min ev e ku dê êdî rojên ku pêwîstî bi van gotinan tune be bê.

Min her tim digot, dibêjim, cîhan baxçeyekê hezar kulîlk tê de ye. Her kulîlek bêhna wê cuda ye. Cîhana me dewlemend e. Çand her tim ji hev xwedî bûne. Danûstandin ji hev kirine. Li cîhanên tunekirina kulîlkekê, tunekirina bêhnekê ye. Tunekirina çandekî tunekirina parçeke ji mirovahiyê ye.

Civakek bi qasî xweşbiniya xwe bi hêz, saxlem û mafdar e. Bi qasî zilma xwe qels e jî. Nijadperest jî nexweşiyek bi xof e. Di bin nefreta hilweşîna mirovahiyê de novên nefretê de nîjadperestî heye. Ev jî Tirkiyeyê ber bi neyartiya fikr û ramanê dibe.

Ya ji bo me pêwîst ew e ku ji lîstika demokrasîbûnê neyê lîstin. Divê pergaleke demokratîk ya ku zextan li ser gelan nake bê avakirin.

Demokasî tê wateya bi rûmeta xwe jiyîn, bi çand û zimanê xwe jiyîn. Ev mafekî sere ye. Zimanekî bi axaftinê najî. Ji bo zimanekî bijî, divê di wî zimanî de perwerde hebe, enstîtu, akademî hebin.

Tiştê ev 20 sal in der barê mijara kurdan de nivîsim min di pirtûka xwe ya ‘Ev bangeke’ de anîn cem hev. Di gotina pêşîn ya pirtûkê de titşên min gotibû dubare dikim.

Me gelek şaşî kirin, lê pêwîst nake em bê hêvî bimînin. Ger mirovên welatekî  kêfxweşî, xweşikahiyê tercîh bikin ev jî di azadiya fikr û ramandê derbas dibe.

Gelê kurd, gelê tirk gelê xwedî çandeke dewlemend ya li ser vê axê ne. Gotina min ji bo we hemûyan e. Kewandina van birînan di destê me de ye. Werin em bi hev re  ji bo avakirina pergaleke demokratîk dest bidin hev.

Ev bangek e. Gotina min ji bo we ye.

Yaşar Kemal

Parve Bike

Youtube Me
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 06 06 2026

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

news
  • 24 05 2026

The Mist (Mija Kujer), rastî û windabûna hişmendiyê (Bi nêrîneke derûnkolînerî li ser rewşa kurdan)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Makedonya navê xwe diguherîne

ad

Hevpeyvîna Hekîm Sefkan û malperên kurdan

ad

Pirtûka 'Êşa zimanê min' derket

ad

Fransayê bilêtê xwe girt, Messi lembeya hêviyê pêxist

ad

Ji Weşanên Ava “Li Dû Xezalekê” derket

ad

Li Stenbolê ji bo ziman meşiyan: Astengiyên li ber kurdî rakin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026
news

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

  • 06 06 2026
news

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

  • 06 06 2026
news

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

  • 05 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname