logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Fetîşîzma medreseyan û ferhenga wêjeya klasîk

  • Dîrok: 30/08/2020
Fetîşîzma medreseyan:
Bi ya min ku sersebebeke rewşa me ya îroyîn mîr bin sersebebek jî medresen e!  
Tê zanîn, a yekem a mîrîtiya Merwaniyan e. Ew bi îcazeta xelîfeyê îslamê yê li Bexdayê û bi destdayîna mîrîtiya Merwaniyan hatiye avakirin, ku wek medreseyên kurdan ew a destpêkê tê hesibandin. Piştî wê bi yên kurdan ên din re yên Selçûkiyan jî tên. 
Yanê ji dema xelîfe Omer ta sedsala dehan îslama ku nedikarî bi şûr bikeve kurdistanê bi pejirandina ola îslamê ya hin mîran û bi avakirina medreseyan re di nav beşeke kurdan ên wekî erdnîgarî li navenda kurdistanê dijiyan de belav bû.      
Gelo wan medreseyan bi rastî her tim û di her alî ve bo kurdan erkeke erênî pêk anîne? 
Îro dema behsa medreseyan were kirin bawer dikim tu kurd wê dengê xwe dernexe! Çi ku gelek helbestkarên serdema navîn-klasîk ji wan medreseyan rabûne; bernavên wan mele ne şêx in, seyda ne, feqî ne…
Loma fetîşîzmkarên medreseyan bo aliyên neyînî yên medreseyan neyên nîqaşkirin tim wan helbestkarên mezin derdixin pêş, pê ser xisara wan medreseyan daye kurdan dinixumînin.
Baş e, wan medreseyan xeynî birek helbestkar çi daye kurdan? Yanê wan medreseyan xeynî misilmankirina kurdan çi da ye kurdan; hişê miletbûnê yan ê umetbûnê? Wan li gorî serdemê kurd perwerde kirine yan yên ola îslaê di nav kurdan de belav bikin perwerde kirine? Di serdema ku farsan, tirkan, ereban tam di wextê de pêngavek bo miletbûna xwe û pêşketina xwe avêtin (şêxên wan, mele, medrese û mizgeftên wan bi fetweyên xwe li pişt wan bûn) Lê medreseyên kurdan bo netewa kurd, bo xwe xilaskirina kurdan çi kir? 
Qey parastina umetê bi stûyê kurdan ketibû? Ew hişmendî ji kîjan saziyê der dibû, ku digo ‘şûrê kurdan ji tirkan re nayê kişandin’! 
Helbet dibe hin îstîsna hebin (sedsala nozdan-bîstan) ew ji dervayî vê nirxandinê ne. 
Tevî ku ne kurdekî bawermend û ne misilman im jî lê ji yên bawermend re rêza min heye û jê bi hay im, di rabirduya me de medrese restiyek in em nikarin wan ji nav rûpelên wê heyama xwe de jê bibin. 
Balam, bo yên ku hê medreseyan ji bo kurdan kêrhatî û pîroz dibînin, fetîşîzma wan dikin, dibêjim; Seyda, êdî xwediyê malê bi diz hesiyayê looo, de bes e ev fetîşîzma te, ma nabînî xelk çûye ber esmên, ser heyvê, tu hê dibêjî medrese û medrese’!
Lewre, ku “Halkevlerî” (Malên Gel) yan “Koy Enstitulerî” (Enstutûyên Gundan) bo asîmîlekirin û ji nasnameya kurd(î) bidûrxistinê çi bin, bi çi armancê ve rabûne medrese jî heman tişt in, bi heman armancê tevgeriya ne, encam dane.
Mînak: çand, edet û tore û baweriyên kurdan ên resen bi hişmendiya ji wan medreseyan belav bûyî helandin, ketin ber şûr! Pîvanên civaka kurd ên ehlaqî hatin guhertin; êdî pîvanên ehleqî gorî yên ereban-îslamê hatin diyarkirin.
Yanê cil guherî, kom guherî, rih û simbêl guherî, şar guherî, ruh guherî, ziman guherî, hiş guherî; mêr guherî (pir jin anîn ne edeta kurdan e, ji ereban bi rêya îslamê hatiye nav kurdan) û herî pir jin guherî-guherandin; ji sedsala çardehan heta sedsala nozdehan bo jinên hozan, helbestkar û hunermend ên kurd sedsalên tofanê ne; tunekirinê ne, tunehesibandinê ne; bêyî yek du navan navê jinê ji qada hunerê û pêşengtiya gel hatiye jêbirin!... 
Lê belê, bo nav û hebûna jinê divê meriv beriya sedsala çardehan jî binêre piştî sedsala nozdehan jî binêre!!!.. 
Yanê, erka wan medreseyan ne bi tenê ola heq bi me bide nasîn bû, erka wan bi rêya wê olê guherandina qerekterê civaka kurd bû jî... 
Dibêm bi mezinahiya çend helbestkarên jê rabûne em xwe nexapînin, çi ku ev hişê divê em umet in ne milet in berhema wan medreseyan e; çawa ku mîr li pêşiya yekbûna kurdan sersebeb in, ew medrese jî ne bo kurd bibin yek û milet, bo kurd her umet bimînin erkek bi cî anîne. 
Çendîn ên ji wir perwerde dîtine û perwerde dane kurd bin jî, lê ew sazî û dezgeh ne bo kurdan, bes bo îslamê bo misilmankirinê xebitîne; kurd ji reseniya xwe bidûr xistine.
Çi ku îslama nedikarî bi şûr bikeve nava kurdan, di deriyên wan medreseyan re pir bi rehetî ket hundir, wekî mesheba Şafîtiyê di nav beşeke kurdan de belav bû. 
Çima dibêjim mesheba Şafîtiyê, çi ku kurdên li bakur rojavayê kurdistanê, Riha jî di nav de li rojavayê Ferêt, ji Efrînê bigire ta Erzînganê Henîfî ne. Çîroka misilmanbûn û Henîfîtiya wan deran jî sed-sed pêncî sal e, (1850)î pê ve ye. 
Ji ber ku ew dîrok a kurdên herî dereng bûne misilman e, di nav wan kurdên Henîfî de ne kevneşopiyek medreseyan heye ne jî ya helbestkarên klasîk û medreseyî. 
Û ne jî li wan deran mizgefteke sed, sed pêncî salî kevntir dibînî; yên lewheyên wan kevntir nîşan didin ên ji dêrên ermen û suryaniyan veguherandine mizgeftan in. 
Loma di şêwezar û devoka vê xeta erdnîgariya welêt de (Riha ne tê de) peyvên erebî pir kêm in, peyvên bi farsî hema hema qet tune ne.  
Bi kurt û kurmancî, hebûna gelek helbestkarên ji medreseyan rabûne aliyê wan ê neyînî nade veşartin.
Ferhenga wêjeya klasîk:   
Ji hunera helbestkariya wan re qet gotinek min tunê, hêja ne, hosteyên helbestê ne; di pêkhateya wêjeya kurdî ya bi xwedan dîrokeke zêrîn de ew serdemeke temam dikin. Yanê gotina min ne bo hostetiya helbestkariya wan, ne jî bo helbesta wan e; gotina min bo ferhenga helbesta wan e! 
Helbesta wan helbesta kurdî ye, qalibê helbesta wan bi kurdî ye, bêguman helbet helbesta kurdî ye bi têra xwe jî xurt e, lê belê, ziman-ferhenga helbesta wan ne xwerû kurdî ye, sê zimanî ye; bi kurdî, erebî û farsî ye!
Bo meriv ji helbesta wan têbigihîje û fam bike divê meriv tevî kurdî hem bi erebî zanibe hem bi farsî, yan jî dema meriv helbesta Cizîrî, şêx û meleyan xwend divê li cem meriv ferhenga erebî û farsî jî hebe. 
Lê ji destpêka sedsala heştan heta sedsala 13-14’an ferhenga helbesta kurdî ne wisa bû! 
Dema em zimanê helbesta kurdî ya beriya ‘qonax’a mele, şêx û seydayan dinêrin ji sedsala 14’an heta sedsala heştan, ta Belûlî Zana ferhenga helbesta kurdî xwerû ye. 
Lê bi xêra medreseyan û helbestkarên ji wan medreseyan rabûne, piştî sedsala sêzdehan-çardehan erebî û farsî hat hem ket nav zimanê kurdî hem jî ket nav helbest-hunera kurdî.
Xwe bi xwe dihizirim, dibêm helbestkarên wekî Cizîrî, Xanî, Feqî, Selîm, Axtepî û hwd. ji ber çi sedemê di helbesta xwe de bes ferhenga kurdî, peyvên bi kurdî neşixulandine lê serî li peyvên erebî û farsî jî dane?!
Çend sedem tên hişê min;
1-Li hemberî kurdî bi qompleks bûn?
2-Medreseyan ew asîmîle kiribûn?
3-Helbesta xwe ne bo gel bixwîne dinivîsandin (çi ku îro em bi ferheng jî ji helbesta wan baş fêm nakin wê wextê gelê feqîr ê bê ferheng çawa ji helbesta wan têbigihîşta)?
4-Helbesta xwe bo dîwanên mîran, civatên feqiyan û bo çend helbestkarên ji nifşê xwe dinivîsandin û bes ji wan re dixwendin (bo helbestkarên hêngê bikaranîna awa û peyvên erebî û farsî belkî nîşandayîna asta helbestkariya xwe bû, belkî pê mistana egoyê bû, û helbet, belkî pê bidestxistina prestîjekê jî bû! (îro jî ew komplek û nexweşî heye)
5-Dixwestin xwe di asta helbestkarên fars û ereb de nîşan bidin, bi wê belkî dixwestin di nav derdora xwe de meztir bixuyîn!
Bo wê ye, dibêjin Cegerxwîn gotiye: helbesta ku meleyan derxistibû esmanê îlahî min daxist jêr, nava gel.

Hin Nivîsen Nivîskar

Meseleya wijdanê!

  • 01 Sermawez 2014

Her çiqas ku nivîskarê başûrî Ahmet Muxtar Caf ev serenav kiribe navê pirtûka xwe û mijar bi awayekî wêjeyî vegotibe jî, lê belê meseleya...

Hal ev e ey Xanî!

  • 11 Kewçêr 2016

Dizanim li min nakeve saloxdan, li dîwana te gilî û gazinc… ku ji hed bihorim bêjim ji te û bi şûn ve, gelo çi guherî?Lê pênûs ciwan e û...

Bersivek bo wê jinê û wî mêrî!

  • 13 Pûşper 2021

Yên bi helbestê dizanin, dizanin ku helbest hunera vegotinê ya herî darivandî û kurt e; bi hevokekê, belkî bi rêzikekê, belkî ya ji du peyvan pêk tê...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Temamê Spanyayê ji Barselonayê re got: Qral tu yî

ad

Meleyên kurd kongreya xwe saz kirin

ad

Yildirim Ayhan ê bi guleya leşkeran birîndar bû wefat kir

ad

Maçek 3 rojan dom kir û reqor şikand

ad

Nameya ji Bêrîtana min re!

ad

Binêr postager bûn polîs!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname