logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Hela tu li vê tesadufê!

  • Dîrok: 07/08/2022
  • Beş:

Rêdûr Dîjle

Hin kêlî hene tu nizanî çi ne, lê tu dixwazî bi wan re rû bi rû bimînî. Ji ber ku tu nizanî çi ne, tu nikarî navekî jî li wan bikî. Ta ku “jixweber” tu bi wan re rû bi rû dimînî, a ha wê çaxê tu hem dizanî çi ne hem jî tu navekî li wan dikî. 

Wê rojê nizanim çi bû, lê hema bêyî plan û bernameyeke min hebe, ji nişka ve ji mal derketim. Derketim, lê ez ê bi ku de biçim nizanim. Gava armanca meriv ne diyar be, berê meşa meriv jî xarovîço ye. Loma geh min xwe li vê kuçeyê xist, geh li wê kuçeyê. Axirê, derketim ser rêya ji mirovan xalî nabe. Qederekê wiha meşiyam. Piştî bîstikekê min biryar lê da ku ez biçim Deriyê Çiyê. Ji bo vê jî gere li wesayîtekê siwar bibûma. Erê min biryara xwe dabû, ez ê biçûma û min ê hinekî bêhna xwe vedana, ji bo wê qesweta nediyar a li ser xwe hinekî sivik bikim. Wesayîtek hat, go tûttt tûttt... Çawa go tûttt û li ber min sekinî, hema min di cî de cixareyek pêxist. Piştî ajovan çav bi cixareya min ket, wekî bêje xêr di vî de tine hema pêl xazê kir û çû. Jixwe heçî zane dizane, ajovanên wesayîtên nava bajêr ên Amedê wekî pîlotan e.

Werhasil ez jî meşiyam. Qasek bi şûn de wekî westiyabim li cihekî tena li benda wesayîteke din mam sekinî. Gava wesayît nêzî min bû, go tûttt… Lê vê carê jî wekî dilê min cardin ji min re bibêje dest jê berde lo… hema min xwe bera bufeyeke çend gav wê de da, min çû rahişt şûşeyek av. 

Malûm e, van çaxan Amed ji germa dibe wekî kûra êgir. Lê ez dibêm ev bahane bû. Min qurtek li avê xist û cardin meşiyam. Piştî çend gavan cardin mam sekinî. Bi rastî jî ez li xwe heyr mabûm. Na, qethiyen min hiş nexwaribû lê îro hewalek min hebû. Çi bû nizanim, lê hewalek bû. Şev bûna belkî min bigota şev li min geriyaye, lê ro li nîvro bû. Ma roj jî li meriv digere? Nizanim. Hîn ez wer difikirîm, ji nişka ve wekî hezar heb ji min re bibêjin hema here komeleyê, li bin siya wê dargûza qerase ya li hewşa wê bêhna xwe vede. Axirê armanca meşa min diyar bûbû. Wele hema min bi lez berê xwe da komeleyê.

Wexta ketim hewşê min dî çend heval rûniştî ne, sohbetê dikin, lê ne li bin dargûzê. Me merhebaya hev kir û ez li cem wan rûniştim. Lê hê jî ew qeswet li ser milê min e. Heval xeber didin, ez jî li wan mêze dikim.

Car caran jî dibêjim, him himm, yanî wekî ez guh li wan dikim. Lê na… Bîstikek bi şûn de min dî deriyê hewşê hêdîka vebû. Kalek ket hundir, got “Selamû elêkim.” Me “elêkim selam” da wî.” Kalo çû li ser kursiyeke li bin dargûzê rûnişt û hema werê jixwe re li darê, li firingî, îsot û pîvazên li hewşê hatibûn çandin, mêze kir. Nizanim çi bû, lê dîsa wekî hezar heb ji min re bibêjin here cem wî. Min bi ya wan hezar heban kir. Hema hêdîka rabûm ser xwe û çûm cem wî rûniştim. Me li hev pirsî, bêyî em hev nas bikin.

Xalo ji Pasûrê bû, zû de ji ber tahdeya dewletê bar kiribû hatibû Amedê. 

Werhasil gotin wexta vedibe wek pelê pîvazê ye, ji hev zêde dibe. Wexta got kurê min jî… Nizanim çima, lê hema min gotina wî ne bi şekir, lê ji nişka ve birrî. Min go, mamo paşnavê te çi ye? Pêşî wisa qederekê li min mêze kir. Wer xuya ye ji ber ku porê min dirêj bû, ez şibandime hin kesên “tahdekar”, lewma çavê wî ez nebirîm. Hema go, “Lê çima?” Piştî min hinekî din jî pê re xeber da, wekî dilê wî ketibe cî go, “paşnavê min Û… e.” Gava wisa go, min go “Rêdûr kurê te ye?” Çawa min wisa go, zoq li min nêrî. Vê carê dîsa şik anîn ser min. 

Min tê derxist ku şik anîne ser min. Lewma min jê re behs kir. Min behs kir ku Rêdûr û birayê min bi hev re bûne, birayê min hijdeh sal berê di 15’ê Sibatê de li Nisêbînê û Rêdûr jî piştî wî bi heşt mehan li Qubînê bûne cangoriyê vî welatî. Lê hê jî şika xwe ji ser min nebiribû. Lê gere min ev şik tarûmar bikirana. Min got, ez Rêdûr baş nas dikim û min navê wî li xwe kiriye. Min nasnameya xwe rê wî da, min got min navê xwe guherandiye, kiriye Rêdûr. Lê ji ber xwendin û nivîsandina wî tine bû, ji min yeqîn nekir. Werhasil gava min got li cem we wêneyekî di nava çem de hatiye girtin heye û min hinek wêneyên Rêdûr rê wî dan, got “Wey mala min ê Rêêê-dûrrr e.”

Wê kêliyê du hevalên hebikekî ji me wê de jî meger guh li me kirine. Dengê yekî ji wan hat min, got, “Hela tu li vê tesadufê!”

Nizanim tesaduf e ne tesaduf e, lê tişta dizanim ew qesweta li ser min hemû firiya çû. Wê kêliyê min tê derxist ku ew tişta min dixwest rastî wê bim, meger ev bûye: Hela tu li vê tesadufê!

Yenî Ozgur Polîtîka 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
- Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

ad

Fîlmê Walt Disney ê windabûyî hat dîtin

ad

Hin hêz naxwazin doza kurdan bikeve rojeva Cenevreyê

ad

'Nika wextê huyayîşî yo'

ad

Alîkariya ji bo zarokan

ad

Mirina dê, hem jî li sirgûnê mirineke çawa ye?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname