logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Keda 30 salan a nivîskar Yaşar Aslan

  • Dîrok: 12/04/2023
  • Beş:

Diyarname

Em vê mehê Yaşar Aslan dikin mêvanê portreyê. Çima? Çimaya vê ev e: Ew nivîskarekî kurd e. Pirtûkên wî yên çîrokan hene. Û niha ev 30 sal in girtî ye, ligel ku cezayê xwe temam kiriye jî nayê berdan. Werin em ji serî dest pê bikin...

Yaşar Aslan Di sala 1973'yan de li gunde Hatxê ya Nisêbînê Mardînê hatiye dinê. Dibistana seretayî û lîse li Nisêbînê xwendiye. Di sala 1992'yan de ji bo xwendina zanîngehê çûye Amedê û li Zanîngeha Dîcleyê Beşa Hiqûqê de dest bi xwendinê kiriye. Wekî gelek ciwanên kurdan ketiye nava têkoşîna kurdan. Di 15'ê rêbendana 1993'yan de, dema hê 20 salî ye hatiye girtin û ji wê demê ve girtî ye. Cezayê muebetê lê dibirin. Û îsal tam bû 30 sal li pişt deriyan e.

DI NAV 'WÊJEYA ZINDANÊ' DE

Yaşar Aslan yek ji nivîskarên kurd ê girtî ye. Di nav "Wêjeya Zindanê" de cihê wî girîng e. Bi çîrokên xwe, bi zimanê kurdî ku xweşik bikar tîne cihê wî taybet e. Dema hatiye girtin bi kurdî dizanî lê helbet ew jî wekî gelek nivîskarên din li girtîgehê hînê nivîsandina bi kurdî bûye û ev yek bi awayekî bi ser ketî domandiye.

Ji hundir ji bo derve gelek nivîs xandine û ew di kovar û rojnameyan de hatine weşandin.
Di hunder de bi kurdî dide û distîne, dema bi malbatan re jî xeber dide dîsa zimanê wî kurdî ye. Dema girtî mafê axaftina bi telefonê ligel malbatên xwe bi dest dixin, Yaşar Aslan jî vî mafî bikar tîne. Û ji ber ku 
bi kurdî ligel malbata xwe diaxive, wekî gelek girtiyên din gelek caran ji ber vê axaftina bi kurdî telefona wî tê qutkirin.


DU PIRTÛKÊN KURDÎ

Û di van 30 salên girtîmayî de du heb jî pirtûkên bi kurdî li dû xwe hiştine. Pêşî bi kurdî çîrok nivîsîn. Pirtûka wî ya çîrokan "Rengbêj" ji Weşanên J&J derket di sala 2013'yan, yanê tam deh sal berê. Nivîskar û rojnameger Medenî Ferho wisa pesnê vê pirtûkê daye, "Yaşar Aslan di ferhenga Kurdî de lehengekî çê ye. 'Li biniya me kendalê kûr û zinarên tûj û gincirî hebûn.' Ev gotin, di destpêka çîroka 'Rengbêj' de ye û dîtina me destek dike. Em dikarin di tevahiya çîrokên Yaşar Aslan de, dewlemendiya ferhengî bibînin û bi mînakan bidin. Qet gumana min nin e; hevîrkirin û meyandina çîrokên wî, pişt re hunandina çîrokên wî di paşerojan de wê werin nîqaşkirin. Ji ber ku rol û mîsyona çîrokbêjiyê di hunandina paşerojan de mezin e. Dema ku dibistanên bi zimanê zikmakî dest bi perwerdehiyê kirin, çîrokbêjiya kurdî, devkî û nivîskî wê hêza xwe nîşan bide."
Dûre wî pirtûka xwe 
"Sergovend" (Weşanên J&J) pêşkêş kiriye. Helbet her çiqas wekî pirtûk hê çap nebibin jî xebatên wî didomin.

CARA DIDUYAN BETALKIRINA BERDANÊ

Yaşar Aslan ku 30 salên xwe li hundir temam kirin, cezaya xwe jî temam kiriye divê roja 27'ê berfanbara 2022'yan bihata berdan lê Lijneya Çavdêriya Girtîgehê berneda. Ji bo 3 mehan berdana wî betal kirin. Ma vê biharê. Div ê biharê de gere bihata berdan vê carê 3 mehên din jî taloq kirin û niha li bendê ku di tîrmeha 2023'yan de bê.

Ji mebûsên HDP'ê Pêro Dundar 6'ê vê mehê ji Wezareta Edalete ya Tirkiyeyê meseleya Aslan pirsî. Lê hê jî deng ji wezaretê nîn e.

Aslanê ku di serî de Girtîgeha Tîpa F a Amedê, heta niha li gelek girtîgehan maye, niha li Girtîgeha Tîpa F ya bi Nimreya 2'yan a Tekîrdagê ye. Hêviya malbatê, nas û dostên wî ew e ku vê carê bê berdan.

PIRTÛKÊN WÎ:

Pirkûên Yaşar Aslan ên derketine ev in:

- Rengbêj / Weşanên J&J / 2014 / Çîrok

- Sergovend: Lênûska Aram / Weşanên J&J / 2017 / Vegotin-Bîranîn / 2017
- Renbêje (ji bo tirkî hat wergerandin) / Werger Bedrî Adanir / 
Weşanên J&J / 2016 

 

 ***

Li ser Yaşar Aslan nûçeyên eleqedar:

- 'Dilsozaiya bi zimên re berxwedan e'

- Çîrokbêjiya civakî û folklorîk
- 
Di TRT'ê de kurdî serbest e lê li F Tîpî qedexe ye 

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
- Nivîsên Dawî
news
  • 02 07 2025

Bi salan e li ber Kela Hewlêrê wêneyan xêz dike

news
  • 17 09 2024

Parçeyek ji dîroka kurdan: Mehmed Emîn Bozarslan 90 salî ye

news
  • 17 06 2024

Ji bo klamên Germiyanê 41 salên xwe dan

news
  • 25 04 2024

Doktorê alîkariya birîndar kir, Dr. Ciwan Hemî

news
  • 21 02 2024

Selîm Temo: Çanda xwe biparêzin û ragihînin nifşê nû

news
  • 02 10 2023

Portreyeke cihêreng: Ev 25 sal in li Hewlêrê parfuman çêdike û difroşe

Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li meclisê wê peyva 'Zozanî' olan bide!

ad

John Malkovich tê Stenbolê

ad

Komxebata Tora Ziman û Çandan bi dawî bû

ad

Peyva 'Kurdistan' bû sedema nîqaşê

ad

Mebûsiya 2 mebûsên HDPyê hatin betalkirin

ad

Sûr ne bes bû dest datînin ser çar bajarên din jî!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname