logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

'Em ê encamanê bi berfirehî binirxînin û berxwedana xwe bi pêş ve bibin'

  • Dîrok: 30/05/2023
  • Beş:

ENQERE

KCD, HDK, DBP, Partiya Çepên Kesk û HDP’ê piştî civîna nexşerêya heyama nû daxuyanî da û got: “Em rê nadin tu bêmoraliyê, bêtaqetiyê, qelsiyê; destûr nadin tu operasyonê. Em ê encaman bi pêkhate û saziyên xwe re bi gelên xwe re bi awayekî berfireh binirxînin. Em berxwedana xwe mezin bikin û bi pêş bixin.” 

Hevserok û hevberdevkên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çepên Kesk (Yeşîl Sol Partî) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo encamên hilbijartinan binirxînin û nexşerêya dema bê diyar bikir civiyan. 

Piştî civînê daxuyanî hat belavkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku li gel konsepta têkbirin û tasfiyekirinê ku di salên dawî de li hemberî Tevgera Kurd ya Siyasî tê meşandin me bi hev re têkoşîn û berxwedaneke esasî meşand. Wisa hat gotin: "Li gel darbeya bênavber ku li hemberî israra azadiya gelê kurd tê meşandin, gelê me li Kurdistanê bersiva herî girîng û eşkere di hilbijartinên 14 û 28'ê Gulanê de da. Em vê helwesta gelê kurd ku li hemberî bêstatubûnê û înkara pergalê, bi daxwaz û têkoşîna xwe ya azadiyê israr dike, li hemberî zilmê tu tawîz nade bi rêzdarî silav dikin û bejna xwe li ber vê helwestê ditewînin. Em soz didin ku em ê vê helwesta gelê xwe di xebatên xwe yên pêşiya me de jî esas bigirin û bi awayekî bi bandor di siyaseta xwe de pêk bînin."

Di daxuyaniyê de li ser helbesta gelên Tirkiyeyê jî hate sekinîn û ev yek hat gotin, "Li hemberî desthilata faşîst a ku hemû derfetên dewletê bi kar anî, hemû komplo, defik, derew û dezenformasyon wekî rêbazeke siyasî pêk anî. Di vê hilbijartinê de ji 2 kesan kesek li hemberî pergala qesrê derket; ev yek ji bo me sedema mezinkirina têkoşîna civakî ya şoreşger û demokratîk e."

Hat gotin ku ew qebûl dikin ku di hilbijartinê de negihîştine hedefên xwe, li gor van hedefan bi ser neketine û ev yek lê hate zêkirin: "Lê belê em her tim bi awayekî siyasî pêş ketin û bûne hêviya bindestan. Di dema nû de jî bandora me ya diyarkirinê dê di warê rêxistinî, polîtîk û civakî de bidome. Vê rola me jî herî zêde derdorên ku dibêjin 'bi aqlê dewletê tevgeriyane' baş dizanin. Em ê bi înyad û israr rola xwe ya têkoşîna demokrasiyê hîn zêdetir mezin bikin û hîn bihêztir bibin pêşengê doza azadiyê. Em soza xwe ya serkeftina doza demokrasî û azadiyê ji nirxên xwe re, ji heval û hogirên xwe re didin ku li zindanan, li sirgunê û li her qada têkoşînê berdêl û ked didin."

Hat gotin ku ew rê nadin tu bêmoraliyê û wiha dawî li daxuyanî anîn: "Em rê nadin bêtaqetiyê, qelsiyê, destûr nadin tu operasyonê û her wiha bi baweriyeke mezin em ê di rojên pêş de bi pêkhate û saziyên xwe re bi gelên xwe re bi awayekî berfireh encamên ku derketine holê binirxînin. Em ê ji van encaman para xwe derxin û li gel vê pergala neyarê ked, azadî, aştî, xweza, jin û ciwanan berxwedana xwe mezin bikin û bi pêş bixin. Serkeftin dê bibe ya gelên ku li hemberî faşizmê têkoşîn dide!”


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
- Nivîsên Dawî
news
  • 01 06 2023

Demirtaş: Min xwest bibim berendam, Navenda Giştî red kir

news
  • 30 05 2023

'Em ê encamanê bi berfirehî binirxînin û berxwedana xwe bi pêş ve bibin'

news
  • 30 05 2023

Kursiyên li meclisê bi vî rengî çêbûn

news
  • 28 05 2023

(Blog): Agahiyên li ser hilbijartinê...

news
  • 28 05 2023

Erdogan: Niha li pêşiya me hilbijartina 2024'an heye

news
  • 25 05 2023

HDP û Yeşîl Sol Partî rengê dengên xwe eşkere kir

Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Welatekî dixwaze navê xwe biguherîne, 80 hezar îmze kom kirin

ad

100 hezarî aştî xwest

ad

Şerê Rusya-Ûkrayna: Çernobîl ket destê Rusan

ad

Dîroka mîtîngên bi beşdariya Demîrtaş û Yuksekdag diyar bûn

ad

'Hêvî' ya Yaşar Eroglu derket

ad

Ev jî çêbû: Pankarta bi kurdî daxistin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname