logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Dengê cumbuşa wî di mejiyê me de bihar çandiye

Tê bîra min ku dema min dengê amûreke cuda min dibihîst ji nişke ve ez diketim nava hizr û gumanan ku gelo ev çi enstrum

  • Dîrok: 11/08/2009
  • Beş: Serbest

Dizgûnê Dewrêş

Tê bîra min ku dema min dengê amûreke cuda min dibihîst ji nişke ve ez diketim nava hizr û gumanan ku gelo ev çi enstruman e ku vî dengî derdixîne. Di salên zarokatî de li herêma me amûrên heyî tev de ev bûn. Di sêrî de tembûr hebû ku niha tembûra me jî wekî nifşên berê me, me û piştî me hatin asîmîlekirin asîmîle bû û navê xwe bû SAZ.
Saz di nava civakê de di şûna amûrê de ku dihate nasîn bû amûrek. Ev gotinên min şaş neyê fam kirin, tenê ji bo bakurê welêt e.  Piştî bi temambûna pêvajoya asîmîlasyona kurdên elewî (ku di salên 80 û 90’î de ev pêvajo bi dawî bû) TEMBÛR yan jî bi gotina şîlo SAZ bû BAGLAMA.
Gotin çû ku derê!
Min dixwest ji we re behsa xwe û nasîna mamosteyê hêja Aramê Dîkran bikim. Belê me li gundê xwe yê pîçûk tembûr, SAZ bi gotineke din DAHOL & ZIRNE, BiLÛR, KEMANE nas dikir. Lê muzîka ku min cuda didît yek zirneyeke deng stûr û yek jî tembûreke din bû!
Gava navên wan anons dikirin ARAMÊ DÎKRAN wekî bizmar di rihê min de çûbû xarê û nema ji wir dikişiya. Dengê tembûra wî (ku me paşê seh kir ku cumbuşa wî jî heye ) guh û mejiyê me de bihar çandiye.
Doh (8 gelawêjê) ajansên kurd nûçeya herî xemgîn ya rojê, koça hînkarê mezin hostayê awazên kurdî Aramê Dîkran ya dawî weşandin. Di wê kêliyê de gurzên Gûlê Mamoste Konê Reş ketin bîra min ku çend roj berê di nivîsa xwe ya PUK MEDIA’yê de ji bo nexweşiya Aramê Dîkran nivîsî bû.
Yêkser ev gulên vî gurzê dirêjkirî ku li balgiyê hunermendên nemir bûn bi resmê permilî (çilmisî) hatin ber çavên min. Aramê Dîkran pirek navbera me bû ku em bi çend cîhan ve girê didan. Niha ew pira qedîm êdî mîsyona xwe bi dawî kir û rûpela qeydê da rawestin.
Ev karê wijdanî vê carê kete ser milê me.
Belê Aramê Dîkran pirek bû. Pira navbera me û dîrokê ya sedsala 20’an ku zilma tirkan ya bi pênûsa xwînî li ser hatibû nivîsandin bû. Wî qêrîn û hawara Gelê Hayî li dengê xwe bar kir bû û ew bi qêrîna kurdî dianî zimên.
Ew pirek bû ku navbera me û poşmaniya bav û kalên me dikir. Lewra wan qedra serhildan û têkoşînên neteweyî nekiri bûn. Belê miribûn lê berê mirinê fam bikiriba baştir bû. Aramê Dîkran di vê çaterê de rêberiya dilan dikir.
Aramê Dîkran, pirek bû di navbera gelê Hayî û Kurdan de ku dostiyeke qedîmnîvçe maye divê were temam kirin. Wî gelekî ked da vê dare ku ji gelê kurd û hayî re bibe pişt.
Aramê Dîkran pir bû di navbera muzîka nûjen ya kurdî û klasîka kurdî de. Wî bingeheke nû di salên şêştî de avêt û her kemiland.
Aramê Dîkran, pira navbera berxwedana sirgûnî (pernaberî) û hêviyên serkeftinê bû. Ew kale ciwan, li jiyanê çawa bû pir; di koça xwe de jî bû pir. Wî bi temamkirina jiyana xwe bi mîlyonan kurd û hayî xistin nava yek rihekî û êşa dilên van bi hev dane derman kirin.
Û di dawî de jî ew bû pira jiyana dêrên sêwîmayî li Kurdistanê, li Amed, Mêrdîn, Wan û hwd. Yanê yê navbera nûvevejîna wan civat û kombûnên mesihiyên Kurdistanê.
Aramê nemir wê di dawî de bû pira navbera axa bav û kalên xwe yên qedereşgerî û neviyên wan. Lewra çendî sedemeke bingehîn da destê wan ku ji bilî hesreta dîrokî; hezkirineke îroyîn ku ji nû ve ji  wan diyaran. Ji bo ku apê Aram li wir serê xwe daniye ser balîfa fanî.
….
Apê Aram, wê bibe mêvanê Amedê, mêvanê Kurdistanê.
Welatê nazenîn, Kurdistana rengîn  ew termê  pakrewanekî dilsoz e.  Di dilê xwe de veşêr e. Şahîdê tenêtiya me ye ew di demên qirkirinên me de. Ew, hem zarokê qirkirinê û hem jî şahidê qirkirinê ye. Çîrokên wî di xem û êşên wî yên pêçayî de veşartîne.
Bihewîne ji bo bîrên xwe ji xwe bêhay in.    
Min xewnên te maç kirine. Oxira xêrê.
11 gelawêj 2009

hister35@hotmail.com

***

Nivîsên Dizgûnê Dewrêş ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Cejna zimên, azadiya zimên e
- Jin im ez, li vira têm kuştin!
- Mereş
- Ozgur Gundem
- Ehmedê Xanî û xwedî

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

15 salan rêvebirina welatekî mezin

ad

Romana kurdî tune be tu çawa dibêjî ‘Roma min a yekem’?

ad

Îsotçi Reşo: Ku ez tiştekî tûj nexwim birçî dimînim

ad

Orhan Pamuk jî sansur kirin!

ad

'Hirça Zêrîn' kete nava 'Hungiv'ê

ad

3 serleşker wê bêne hilbijartin yek jê kurd e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname