Diyarname
31’emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê roja 15’ê mehê bi dawî bû. Di 7 sînema, 522 seans de 140 hezar kesî li 220 fîlmên 232 derhêneran ku di bin 22 beşande hatin nîşandayîn temaşe kirin. Di du hefteyên festîvalê de rêjeya tijebûna salonan derket sedî 70’yî.
Di festîvalê de digel nîşandayîna fîlman 12 dersên sînemayê û gotûbêje, konserek taybet ji bo festîvalê û atolyeyek li dar ket.
Îsal derhênerên wekî Terence Davies, John Madden, Marjane Satrapi, Micha X. Peled, Amir Naderi, Whit Stillman, Edgardo Cozarinsky, Yorgos Lanthimos, Adrian Sitaru, Morteza Farshbaf, Cédric Kahn, Ann Hui, Brillante Mendoza, Mohammed Rasulof dîsa lîstikvanên wekî Andrea Ferreol, Stine Fischer, Benno Fürmann, Thomas Schubert, Rita Blanco, Ingrid Olava, Alexander Fehling, Hidetoshi Nishijima bûn mêvanên festîvalê.
Di nîşandayîna 522 fîlman de, 130 derhêner, berhemsaz an lîstikvanên van fîlman piştî fîlm derketin pêşberî temaşevanan û bi wan re gotûbêj li dar xistin. Di nav 400 mêvanên festîvalê de nûnerên festîvalên wekî Berlîn, Venedîk, Sundance, Rotterdam, Karlovy Vary, Selanik, Locarno, Moskova, Hamburg, Batum, Paris, Montpellier, Goteborg, Bergen, Saraybosna, Busan, Sofya, Amiens û Hollanda hebûn.
Ji derveyî Tirkiyeyê nêzî 100 rojnamegerî festîval şopandin. Nûçeyên festîvalê di kovarên sînemayê yên Screen International û Variety de, her wiha di rojname û kovarên Financial Times, Monocle, Frankfurter Allgemeine Zeitung, Die Tageszeitung, Tagesspiegel, El Pais, El Periodico hatin weşandin.
Dîsa nûnerên televîzyon û radyoyên wekî RAİ ya îtalyan, Euronews, Televîzyona Dewletê ya Çînê, Radyoya Swisreyê, Radyoya Neteweyî ya Yewnanistanê, Radyoya Alman festîval şopandin û nûçe çêkirin.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê di êvara 14’ê mehê de bi merasima xelatdayînê ji bo saleke din xatir ji sînemahezan xwest. 32’yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê sala bê dîsa dê meha avrêlê de li dar bikeve.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Ji ‘Yeralti’ bi 5 xelatan derket ser erd!
- "Putin's Kiss" an jî welat bi ku ve diçe?
- Şahiya sinemayê Festîvala Fîlman a Stenbolê dest pê kir
- Festîvala Stenbolê fîlmên kurdî dike mêvanên xwe
- Di Festîvalê de Dersên Sînemayê
- Dest bi firotina bilêtên fîlman kirin
- Rêwîtiya Festîvala Stenbolê dest pê kir
- Xelatgirên Rûmetê yên Festîvala Stenbolê diyar bûn
- Serokên Juriyê Ceylan û Mungan in


