SAMÎ YILMAZ / ERDOGAN ALTAN- CULEMÊRG
DTP’ê xwest li Bajaroka Rûbarok a 74 kîlometre dûrî Şemzînanê ye, avahiya rêxistina partiyê veke. Rojek beriya vekirinê, avahî ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hate bombekirin. Digel vê yekê DTP’yiyan avahî vekirin. Parlementerê DTP’ê yê Colemêrgê Hamît Geylanî, Parlementerê DTP’ê yê Wanê Ozdal Uçer, Serokê DTP’a Colemêrgê Hasan Guzel, Şaredarê Colemêrgê Kazim Kurt, Şaredarê Geverê M. Salîh Yildiz, Şaredarê Şemzînanê Hurşît Tekîn, Endamê PM’ya DTP’ê Îzzet Belge, Berdevka Meclîsa Jinê ya DTP’ê Besîme Konca, rêveberên rêxistina bajêr a Colemêrgê û rêxistinên navçeyan, nûnerên saziyên civakî yên sivîl jî di nav de bi sedan kes, piştî daxuyaniya çapemeniyê ku li Şemzînanê hate lidarxistin, ji bo vekirina avahiya partiyê, ber bi bajarokê ve bi rê ketin.
ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ
Digel astengkirinan, serê sibê saet di 10.00’an de bi sedan kes bi rê ketin. Pêşî li derketina Şemzînanê, bi hinceta ‘di rê de mayîn heye’ demeke dirêj hatin rawestandin. Bi sedan kesan, ji bo protestokirina vê rewşê, çalakiya rûniştinê li dar xist. Piştre li wesayîtên xwe siwar nebûn. Rêwîtiya xwe, bi meşê domandin. Saet di 21.00’an de bi hinceta kontrola wesayîtan û nasnameyê, ji aliyê Qereqola Bêsosin ve hatin rawestandin. Li vir jî nêzî 5 saetan hatin sekinandin û piştre bi wesayîtên xwe bi rê ketin.
WALÎ: EW HERÊMA TAMPON E
Parlementerê DTP’ê yê Colemêrgê Hamît Geylanî, der barê pêkanînên ku di rê de lê rast hatine, bi Wezîrê Karên Hundir, Waliyê Colemêrgê, Qeymeqamê Şemzînanê û Fermandarê Alayê, her wiha bi gelek rayedaran re hevdîtin çêkir. Di hevdîtinê de Wezaretê îdia kir ku rê nehatiye birîn, Waliyê Colemêrgê Ayhan Nasuhbeyoglu jî bersiva “Ez dest nadim wê derê. Ew der herêma tampon e. Karê we çi ye li wir?” da.
LI RÛBAROKÊ PROVOKASYON
Ji ber astengkirinan, girse saet di 01.00’an de daket bajarokê. Riya girseyê, ji aliyê bi sedan leşkeran ve hate birîn. Leşkeran îdia kirin ku li daketina navçeyê rê ji aliyê hin kesan ve hatiye birîn û diyar kirin ku loma jî wê nehêlin konvoy dakeve navenda bajarokê. Girseya ku li hemberî pêkanînê nerazîbûn nîşan da, diyar kir ku 5 cerdevan bi zanebûn anîne navendê li wir hiştine û got ku ev pêkanîn, provokasyon e. Piştî nîqaşa ku li daketina navçeyê bi leşkeran re çêbû, girse di riya paşîn re daket taxan û li vir sekinî. Bi sedan kes, heta serê sibê di wesayîtan de man.
BI SEDAN KES BEŞDAR BÛN
Piştî rêwîtiya zehmet, serê sibê nêzî 600 kes civiyan û bi slogana “Bijî Serok Apo” ber bi avahiya DTP’ê ya li ser Kolana Vatanê ve dest bi meşê kirin. Li navçeyê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin. Avahiya DTP’ê jî ji aliyê leşkeran ve hate dorpêçkirin. Piştî meşê, rêzgirtin pêk hat. Piştre, avahiya Rêxistina DTP’ê ya Rûbarokê hate vekirin. Serokê DTP’a Colemêrgê Hasan Guzel ku li vir axivî, bombekirina avahiya DTP’ê şermezar kir. Guzel, diyar kir ku digel hemû astengkirinan, avahiya partiyê bi têkoşîna demokrasiyê hatiye vekirin. Guzel, got ku vekirina avahiyê, li gelê Rûbarokê pîroz dike.
GEYLANÎ: HIQÛQ TUNE YE
Parlamenterê DTP’ê yê Colemêrgê Hamît Geylanî jî, destnîşan kir ku ligel astangiyan jî meşa ku şev û rojek dom kir, bi kêfxweşî bi dawî kirine. Geylanî, destnîşan kir ku dewletê û AKP’ê ji bo daneketina Rûbarokê serî li hemû bêhiqûqiyan dane û wiha dom kir: “Lê bila ev yek baş bê zanîn ku çawa Tekîrdag û Sêwaz parçeyek vî welatî bin, Rûbarok jî parçeyek ji vî welatî ye.” Geylanî, anî ziman ku li vê axê ev 25 sal in şerek navê wî nehatiye danîn tê meşandin û wiha pê de çû: “Bi dehezaran kesan jiyana xwe ji dest da. 4 milyon mirov ji cihên xwe bûn. Bi sedan gund hatin valakirin. Bi dehan mirov bûn qurbana kuştinên kiryarên wan nediyar. Di pêvajoya bi pevçûn a 25 salan de Ergenekon di nava vî gelî de bû. Îmze avêtiye binê gelek bûyerên kirêt. Niha hewl didin Ergenekonê derxin holê. Belê li gorî me jî divê derkeve holê. Lê ger bi rastî dixwazin derxin holê, lazim e ji Feratê heta Zapê hemû kuştinên kiryarên wan nediyar ên li herêmê çêbûne derxin holê. Em ji bo vekirina rêxistina bajarokê hatin vê derê. Tenê daxwaza me ew e ku xwîna tê rijandin bê sekinandin. Ligel hemû astengiyan dê ev israra me bidome.”
Parlamenterê DTP’ê yê Wanê Ozdal Uçer ku bi gotina “Me jî ji Serhedê silav anî ji Rûbarokê re” dest bi axaftina xwe kir, wiha dom kir: “Yên ku riya me dibirin û dixwazin me bêdeng bikin, dê tu carî nikaribin me ji riya azadiyê dûr bixin. Hêzên şerê taybet, çete û Ergenekon û JÎTEM ku li Rûbarokê rihet digerin, nehiştin em derbas bibin. Dayîk, jin, parlamenter û ciwanên vî welatî hatin astengkirin. Lê bila ev kes baş bizanibin ku çi dibe bila bibe, em dê dakevin Rûbarokê.”
Uçer, bal kişand ser operasyonên li herêmê tên meşandin û wiha dom kir: “Ev 25 sal in me dît ku operasyon nabin çareserî. Gelê kurd êdî operasyon û kuştinan qebûl nake. Gelê kurd êdî bi awayekî zelal dibêje ‘Ez gerîlayên xwe nadim kuştin û çiyayên xwe nadim bombekirin.’ Navnîşana çareseriyê nîşan dide. Dibêje ku navnîşana çareseriyê Birêz Ocalan e. Ez ji vir bang li hemû cîhanê dikim.”
RÊVEBERÎ HATE DIYARKIRIN
Piştî axaftinan qordeleya vekirina avahiya Rêxistina DTP’ê ya Rûbarokê ji aliyê parlamenterên DTP’ê Geylanî, Uçer, Endama Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê Naciye Îke û Endamê PM’ya DTP’ê Îzzet Belge ve hate birîn. Belge, got “5 şitlên ciwan ji bo têkoşîna demokrasiyê li Bajaroka Rûbarokê peywir girtin” û bang li gel kir ku piştgiriyê bidin Serokê Rêxistina DTP’ê ya Bajaroka Rûbarokê Abdurrahman Îrem û rêveberên rêxistinê Nurettîn Taş, Mehmet Ozmen, Sadik Erbek, Îbrahîm Erdaş.
Di dema vekirinê de sloganên “Bijî Serok Apo”, “Ciwan canfedayên Apo ne”, “Qatil Erdogan” hatin qêrîn. Girse piştî merasîma vekirinê ber bi Şemzînanê ve bi rê ket.
Ji Azadiya Welat hatiye girtin


