logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Demîrtaş: Dîroka bikaranîna ampulê derbas bû

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di 1'emîn Kongreya HDP'ê ya Wanê de axivî û diyar kir ku ji maseya aliyek qels û yêkê zalim be aştî dernakeve û wiha got: "Dîroka bikaranîna ampulê derbas bû. Êdî dem dema HDP'ê ya jiyana nû ye."

  • Dîrok: 03/01/2015
  • Beş: Nûçe

WAN (DÎHA)

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di 1'emîn Kongreya HDP'ê ya Wanê de axivî û diyar kir ku ji maseya aliyek qels û yêkê zalim be aştî dernakeve û wiha got: "Dîroka bikaranîna ampulê derbas bû. Êdî dem dema HDP'ê ya jiyana nû ye."

Rêxistin HDP'ê ya Wanê 1'emîn Kongreya Xwe ya Asayî li Navenda Fuar û Kongreyê bi tevlîbûna deh hezaran kesan li dar xist. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, parlementerên HDP'ê yên herêmê, endamên MYK û PM'ê, KCD, heyat Rojava, Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgun, Dayîkên Aştiyê, DOKH, MEYA-DER, TUYAD-DER'ê, hevşaredarên DBP'î yên heremê û gelek kesên din tevlî kongreyê bûn.

Şoreşgerên ji Leyla Qasim heya Hrant Dînk nehatin jibîrkirin

Di salona kongreyê de pankratên "Aştî ji şer hêj bêtir zor e, em ji şer netirsiyan em ji aştiyê jî natirin, ji Ocalan azadî", "Ji Roboskiyê heya Reyhanliyê heke em ji bîr bikin dilê me hişk bibe" û "Komara Demokratîk, welatê hevpar, neteweya demokratîk" hatin daliqandin. Dîsa li salonê Posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Seyîd Riza, Şêx Saîd, Qazî Muhammed, Leyla Qasim, Şîrîn Elemhulî, Hrant Dînk, Ehmedê Xanî, Kader Ortakaya, şervanên YPG, YPJ û MLKP'ê yên li Rojava jiyana xwe ji dest dan, pêşengên PKK'ê, alên PKK û KCK'ê hatin daliqandin. Di kongreyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî YPG/YPJ”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Her der Kobanê her der berxwedan" hatin berzkirin. Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re hunermendên NÇM'ê yên Wanê, hunermend Norşîn, Hozan Comert, Pinar Aydinlar û Ferhat Tunç derketin ser dikê û girse çoş xistin.

Piştî hilbijartina diwanê Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Wanê Harun Okay û Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen axaftinên kin kirin. Piştî axaftina Okay û Ozen peyma Hevserokên PYD'ê Salîh Muslum û Asya Abdullah hatin xwendin.

‘Kelecana gelan HDP ye'

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî hemû kes silav kir û dest bi axaftina xwe kir. Demîrtaş diyar kir ku li Wanê yêkemîn kongreya xwe li dar dixin û her kongre hinceta nûbûn, mezinbûn û bihêzbûnê ye. Demîrtaş anî ziman ku heya îro di xebatên siyasî de gelek astên girîng derbaskirin û bi berdêlên mezin, fidakarî, hamleyên bêhempa yên siyasî têkoşîn meşandin û wiha got: "Partiyên me bi piştgiriya we ji bo layîkî we bibin xebatê mezin meşandin. Niha em hatine astekî wisa lûtkeya têkoşîna siyasî ye. Hêvî û kelecana gelên Tirkiye û Kurdistanê HDP ye."

‘Em ê mirov û nasnameya tê eciqandin di pêş de bigirin’

Demîrtaş bilêv kir li Tirkiyeyê li hemberî tekparêziya AKP’ê tenê hêviyek heye û hemû yên li welat tên eciqandin li HDP’ê dinêrin. Demîrtaş wiha got: “Em bûne hêviya hemû welatiyên Tirkiyeyê. We ev hêvî an^ni vê rojê. Yên ku ev hêvî ava kirin şehîdên me ne. Em pariteyke kul i ser ked û nirxan mezin bûne ne. Niha hemû Tirkiye cudatiya me dibîne. Ji bo ku em bibin partiya hemû bindestan li pêş me fersendeke mezin heye, navê W êli ser e HDP partiya hevpar a hemû gelan e. Heta ku mafên hemû kesan teslîmî wan bê kirin em ê vê têkoşînê bi awayeke hevpar, îdiaya xwe ji bo rêveberina Tirkiyeyê ava kir. Di nava me de hemû bawerî hene. Em ê mirov û nasnameya tê eciqandin di pêş de bigirin.”

Demîrtaş bilêv kir ku bi kongreya tê lidarxistin divê Wan pengavekî pêk bîne û wiha got: “Me deriyê kê neda be, kî xeyîdiye, dûr disekine, HDP’ê fêm nekiribe em ê ne carekî deh caran biçin wir. Heta em xwe bidin fêm kirin dilên wan xweş bikin, ji wan re bibêjin HDP partiya wan e em ê biçin. Êdî em ê vê partiyê bibin îxtidarê. Di mijara hişyarkirina îxtidarê de muxalefeta herî tund û bi rûmet em pêk anî. Lêê dî dema avakirina îxtidara gelan hatiye. Em di îdiaya bihevre îxtidar bûnê de ne. Dema em bên îxtidarê tenê kurd dê nebin îtidar. Hemû kes dê di nava vê partiyê de bin. Em ê hemû kesan bibin îxtidarê. Cudatiya me ya bingehîn a ji durûtiya AKP’ê ev be. Ji bo ku em dewletê yên desteser kirine bigirin û bidin gel em dikevin hilbijartinan.”

‘Dewlet di destên zilaman de ye cihê jinan nîne’

Demîrtaş da zanîn ku HDP tenê partiye zayendekî nîne û ew ê tu caran feraseta ku jinan wekî mirov nahesibînin naxwazin li ser vê axê bibînin. Demîrtaş got ku ew ê bi jinan re jiyana hevpar înşa bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewlet di destên zilaman de ye, cihê jinan nîne. Wezîrê Tenduristiyê dibêje ku tekane kariyera jinan dayikbûne. Bêguman dayîktî taybetiyeke jinan e. Jin di vî welatê de dibe wezîr jî, serokwezîr jî dikare bibe her tişt. Ji te baştir dê bibe Wezîrê Tenduristiyê. Ji bo ku feraseta dibêje tenê jin l imalê zarokan bîne û binêre ji holê bê rakirin divê HDP mezin bibe. Zilamên ku jinan kolê dibînin xwe nikarin ji koletiyê rizgar bikin. Dema ku em dibêjin, em partiya hemû nasnameyan in em di heman demê dibêjin em partiya jinan in jî ya zilaman in jî.”

Demîrtaş got ku HDP partiya yên ku xwêdana xwe, keda xwe debara dikin yên ku makîneyên wan ên hejmartina pereyan nîne ye. Demîrtaş wiha pêde çû: “Xizanî qedera me nîne. Birçûbûn qedera me nîn e. Di axa ku dewlemendiyên ser erdê û bin erdê tijî ye de em ê xizan nemînin. Van axan bi sedan salan e nikarin di navbera xwe de parve bikin. Sînoran datînin û şer dikin. Dewlemendiyên Tirkiyeyê têra hemû kesan dike. Heke belavkirineke adilane bê kirin li vî welatî xizan namîne. BEriya her tiştî ji bo ku gel jî tevli rêveberiyê bibe em ê mekanîzmayên xweser ava bikin. Ji bo hemû cihan rêveberiya xweser, rizgariya demokratîk e. Navê vê projeya nûbûnê ye.”

Demîrtaş got ku AKP’ê sîstema xwe ava kiriye û hemû welat wekî malê xwe dibîne û wiha berdewam kir: “Partiyeke ku nîzama yek mirovî xira bike lazim e. HDP tekane partiya ku nîzema yek mirovî xira bike, ampulê xira bike ye. Dema em bên îxtidarê em ê hesap biripsin û ji bêvilê wan re bînin.” Demîrtaş axiftina xwe bi nirxandina “Aqil nedin me werin deng bidin. Werin hûn jî di nava vê têkoşînê de cih bigirin. Em çiqas bi hêz bikin aştî dê ewqas zû bê. Dema bikaranîna ampulê bi dawî bû. Êdî dema HDP’ê ye, dema jiyana nû ye.”

Piştî axaftina Demîrtaş bi yek lîsteyî hilbijartin pêk hat û Mehmet Veysî Dîlekçî û Derya Hayva ji bo hevserokatiyê hatin hilibjartin.


Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Dengê 'Konserên Amîdayê' vê carê li Hîlarê ji bo 8'ê Adarê bilind bû

ad

HRW û IFPO bi nûnerên hikumeta Kantona Cizîrê re civiyan

ad

Kurtefîlmekî li ser Gulmen û Ozakça

ad

Lîga Şampiyonan maçeke wisa nedîtibû: Tam 9 gol hebûn

ad

Va ye anketa dawî: Yenî Parti yekem e, ji bo DEM Partî hişyarî ye

ad

Şeva hurmetê ji bo Îsmaîl Beşîkçî hat li darxistin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname