Diyarname
Di maça yekem a nîv fînalê ya Lîga Şampiyonan de îro tîma mezin a Fransayê PSG, tîma mezin a Almanyayê Bayer Munih kir mêvan. Tam bi temamî 9 maç hebûn. PSG bi 5-4 bi ser ket, lê berxwedan û daxwaza Bayerê ew tirsand; ji ber ku rovanşa vê maçê li Almanyayê ye.
Maç bi heyecan, bi aksiyon, bi kêf dest pê kir. Di deqîqeya 17'an de almanan ji penaltiyê, bi gola Harry Kane derket pişê. Fransizan di deqîqeya 24'an de bi Hviça Kvaratshelia bersiv dan, û deqe 33'yan de bi Joao Neves derket p3eş. ALmanan di deqîqeya 41'ê de bi Michael olise bersiv da, encam hat 2-2'Yan. Lê xilas nebû, di deqe 45+5 de Ousmane Dembele bi penaltiyê tîma xwe carek din derxist pêş: 3-2.
Nîveka yekemîn wisa bi dawî bû, lê ev yek nîşaneya dê nîveka duyemîn bi golan bibore bû. Hê di deqîqeya 56'an de cark din Hviça Kvaratshelia li sehneyê bû: 4-2, Almanan hê ew şoq bi ser xwe re neavêtibû, piştî du deqîqeyan, deqeya 58'an de Dembele carek din ser dikê bû: 5-2.
Erê ferq bûbû sê, lê sîstema alman, sîstema xira nabin, her kar dike li ser kar bû: Di deqîqeya 65'an de Dayot Upamecano, piştî vê bi 3 deqeyan Luis Diazî gol avêt û encam hat 5-4'an.
Piştî vê kêliyê gog fransizan ji dîrekê vegeriya, gogek almanan dam diçû kelehê defansê PSG'ê ew bi paş ve şand. Atakên her du aliyan nekarîn rewşê biguherînin.
Maça rovanşê ya 5-4'an li Almanyayê ye û roja 6'ê gulanê her du tîmên mezin ji bo bilêtê fînalê dê ber xwe bidin.
SIBÊ
Maça din a nîv fînalê êvara 29'ê mehê saet 22.00'an de tê listin: Atletico Madrid tîma Arsenalê dike mêvan.


