Diyarname
Piştî maça duh, îro jî du tîmên mezin li hemberî hev bûn: Atletico Madridê tîma îngilîz Arsenal kir mêvan, lê herduyan nekarîn bi hev, maç 1-1 ma.
Duh di Lîga Şampiyonan de maça PSG û Bayer Munihê hebû, îro jî li Spanyayê maça Atletico Madrid û Arsenalê hebû.
Di maçê de du penaltî hebûn, du gol çêbûn. Di deqîqeya 44'an de li ser navê Arsenalê Viktor Gyokeres ji penaltiyê gol avêt û wan nîveka yekemîn bi serketinî temam kir.
Di nîveka duyemîn de vê carê li ser navê Atletico Madridê Julian Alvarez di deqîqeya 55'an de penaltî avêt û wekhevî saz kir.
Her duyan jî firsend bi dest xistin, bi taybetî Atleticoyê gelek firsend bi avê de berdan.
Maça rovanşê wê 5'ê meha pêşiya me li Stada Emirates a Arsenalê bê lîstin. Serketî dê derbasî fînalê bibe.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Lîga Şampiyonan maçeke wisa nedîtibû: Tam 9 gol hebûn


