Diyarname
Parlemenê Katalan ê bi navê Quim ARRUFAT li meclisê diaxive wekî gelek caran, lê vê carê tiştê ku me eleqedar dike, ew dema radibe ber bi kursiyê ve diçe di destê wî de wêneyek heye; Dimeşe, diçe pişt kursiyê, xwe amade dike û wêneyê di destê xwe de bi kursiyê ve dike û dest bi axaftinê dike. Ew wêne wenêyê Arîn Mîrkan e. Arîn Mîrkan a berxwedêr, a şehîd, a ku li Kobanî bû sembol...
Quim Arrufat dema diaxive çi diaxive, tiştên wekî "Bila PKK ji lîsteya terorê derê", "îro li hemberî hovan ew şer dikin", û tiştên wisa, wekî vê tiştinan dibêje... Lê em bi wan re ne eleqedar in; dîmen têra me dike.
Ev wêne heq dike ku wekî wêneyê rojê bê hilbijartin. Em jî wê dikin...


