NAVENDA NÛÇEYAN
TRT 6'ê videoya Şivan Perwer a ku tê de saziyên kurd ên ew rexne kiribûn, hedef nîşan dida weşand û ala ku di dîmenan de li pişt Şivan Perwer re sansur kir.
Şivan Perwer piştî bi Wezîrê Dewletê Bulent Arinç re li Almanyayê hevdîtinek pêk anî û roportajek ji bo ku di 15'ê Sibatê de di TRT 6'ê de bê weşandin, bi rayedarên televizyonê re çêkir, rastî êrîşên dijwar ên raya giştî ya kurd hat.
Di rexneyan de hate diyarkirin ku derketina Perwer a televîzyoneke ku tê de gotinên stranên wî qedexe ne, wekî bêhurmetî û xiyanet li paşeroja wî hate nirxandin.
Li ser van rexneyan Perwer di vîdeoyeke ku di înternetê de weşandî de îdîa kir ku saziyên kurd ên wî rexne dikin, xiyanetê li kurdayetiyê dikin û wî têkiliyên xwe yên bi AKP'ê TRT 6'ê re jî parastin.
TRT 6'ê îro ew dîmen weşandin û ala li pişt Şivan Perwer a kurd jî bi mozaîkê sansûr kir.
Ji DÎHA'yê hatiye girtin
***
Nivîsên bi mijarê re eleqedar:
- Edîb Polat: TRT 6 bêdestûr berheman bi kar tîne
- Helîm Yûsiv: Hewildanên normalkirina cerdevaniya sipî (1/2)
- Fêrgîn Melîk Aykoç: Hunermendek û derdorên ne bes e, lê dîsa jî erê
- Nîjad Yaruk: Şivan Perwer çi dixwaze?
- Mazbar Gunbat: Lo te çi kir, te çi kir!?.
- Medenî Ferhon: Bed-ayînî Şivan Perwer î dewşirme
- Îkram Balekanî: Reklama Şivan Perwer


