Stenbol
Rojnameya Ozgur Ulke ku di 30'ê rezberê de dest bi weşana xwe kir, bi hincetek skandal ji bo mehekê hate girtin.
Rojnameyên ji kevneşopiya çapemeniya azad tên, yek bi yek tên girtin. Piştî rojnameyên Alternatîf û Gelecek, Rojnameya Ozgur Ulke jî, bi hinceta ku nûçeya têkildarî biryara Dadgeha Zagona Bingehîn ku dibêje 'gund bi hineceta ewlekariya neteweyî nayên valakirin' weşandiye, hate girtin.
Ozgur Ulke roja yekemîn a cejnê, 30'yê mehê dest bi weşanşa we kir. Di roja diduyan a cejnê de rojname ji aliyê 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ji bo mehê hate girtin.
Hincet balkêş e: Dadgeha Zagona Bingehîn li ser dozekê biryar da ku 'ji ber ewlekariya neteweyî kes nikare gundan vala bike. Rojnameyê jî wekî gelek rojnameyên din ev biryara dadgehê kir nûçe û weşand. Dadgehê ji ber vê nûçeyê meheke cezaya girtinê da rojnameyê.
Niha rojname dê ji bo mehekê girtî bimine.
Berî vê dadgehê biryara girtina rojnameyên Alternatîf û Gelecek jî dabûn.
Ev rojname ji aliyê kurdan ve bi tirkî têne derxistin û xeta wan a weşanê bi giştî li ser pirsgirêkên kurdan e.


