logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Min efû bikin

Di rewşên awarte û ji hêla siyasî û civakî ve xetimî de mejiyê mirovan şêlû dibe.

  • Dîrok: 12/10/2008
  • Beş: Serbest

 

Îrfan Amîda

Di rewşên awarte û ji hêla siyasî û civakî ve xetimî de mejiyê mirovan şêlû dibe. Zemîna bîrdoziyan û siyasetê şematokî dibe. Ji loma jî têgeh mîna mirîşka ku bi êşê ketibe her li bin guhê dîwaran dikevin. Yek carinan jî mîna sehê har xwediyê xwe didire. Têgehên ku wateyên wan ji wan hatine kirin û şilfîtazî mane, ji fediya xwe nema dikarin li rûyê ferhengan binêrin.
Di van rewşan de gelek kes zimanê xwe û retorîka fikra xwe ji bîr dike. Ji ber ku saw bi ser wan dikeve û ji ber ku dizanin têgehên wan tahdeyê li mejiyên wan dike lê hiş û dilê wan ê ku saw girtiye destûr nade li têgehên xwe xwedî derkevin, xwe bi ser hin têgehan ve davêjin.
Helbet dema siyaset an jî civak bixetime û di van rewşan de paradokseke qewîn derkeve, mirov li rêyekê digere û nerînên xwe, daxwazên xwe revîze dike. Li zimanekî nû ku bibe mifteya xilqa paradoksê digere. Têgehên nû diafirîne. Li wan xwedî derdikeve. Dema ku ew xilqa paradoksê vekir jî êdî watedartir dike. Ji xwe bi xweber wate ji hêla civakê ve lê tê bar kirin.
Di van deman de revîzekirin nayê wateya reforfîzmê. Ev avakirina bingeha veguherîneke dîyalektîk e. Normalîze kirin. Ji aliyekî din ve jî sosyalîzasyoneke ku civakê dînamîze dike ye. Yan na di wê xitimandinê de civak statîze dibe û ji mirovbûyîna xwe dûr dikeve. Ji lewra jî revîze kirin carinan tevgereke, helwesteke gelekî însanî ye. Lê berî her tiştî, çawa xitimandin du alî ye revîze kirin jî divê du alî be. 
Ger ku revîze kirin ji aliyekî tenê ve bê kirin ev sosyalîzasyonê bi xwe re nayne. Aliyekî dişkîne, aliyekî qewîntir dike. Ev raste rast xurtkirina paradoksê ye. Girêka Gordiyon ango xirboqiyê davêje çareseriyê. Her du aliyan jî ji mirovbûyînê dûr dixe. Qet ne însanî ye.
Îro Tirkiye jî parîkî di vê pêvajoyê de ye. Ji ber pirs-girêka kurdî xitimandineke mezin dijî. Ne bingeha siyaseteke normal ne jî bingeha aboriyeke normal ma ye. Di van demên dawî de jî xuyaye ku tu bingeh ji civakeke normal jî re nemaye. Ji loma jî gelek têgeh li bin guhên hev dikevin. Mîna ku ji talanê mal birevînin her kes çi têgeh bê ber dev bi kar tîne. Ne wateya wan ya hiqûqî, ne ya siyasî ne jî ya sosyalî tîne ber çavan.
Helbet gelek ji wan bi dilekî safî û paqij bi kar tînin wan têgehan. Hinek ji wan fikrên xwe û dawazên xwe revîze dikin. Ji bo ku eşkere bê zanîn û bertekên tûj binermijînin, parîkî xwe bidin guhdar kirin, tespîtên bilez û têrxetere dikin. Lê heta astekê ev bê pejirandin jî, ez bawer dikim sînorên siyasetê û zanînê, sînorên hiqûqê serobin dikin. Gelek têgehên ku êdî ji ber xwe fedî dikin bikar tînin. Ger mirov wan fikran bipejirîne û têgehan deyne cem hev ez bawer dikim ku tu wijdan dê ew qasî rehet nemîne. Dê tu mejî ew qasî bi rehetî nexebite.
Yek ji van têgehan jî “EFÛYA GIŞTΔ ye. Efû berî her tiştî têgeheke hiqûqî û sosyalî ye. Helbet têra xwe nerm, estetîk, xweşik û însanî ye. Hêvî û jiyanê di xwe de dihewîne. Ev alî û wateyên wê yên sosyalî ne. Di rewşên awarte û xitimî de gelek caran bikaranîna wê civakê normalîze dike. Wijdan rehet, hestên edaletê têr dike.
Lê aliyeke hiqûqî yê vê têgehê jî heye ku ew jî tespît û pejirandina sûcî ye. Yanî li gorî hiqûqê sûcek heye û ligel ku ev sûc hatiye kirin jî aliyek yan jî dewlet ji ber vî sûcî kes an jî rêxistinekê efû dike, dibexşîne. Berî her tiştî ev sûc ji holê ranabe. Sûc tespît dike. Lê dîsa jî efû dike. Û naxwaze careke din ev sûc bê kirin.
Bi ya min deme mirov behsa efûya giştî bike divê mirov behsa sûcê ku bûye jî bike. Îja ji kerema xwe re kesên ku behsa efûya giştî dikin bila behsa sûc jî bikin. Di pirsgirêka kurdî de sûc çi ye? Kî sûc dike/kiriye? Di vê efûkirinê de çi wekî navend tê pejirandin? Ev navend dewlet û zagona wê ya bingehîn e yan hiqûqa ewrenselî (gerdûnî) ye? Ev navend mafên mirovan ên ewrenselî ye an zagona netewdewletê ye? Ji kerema xwe re kurdên ku vê têgehê bikar tînin jî bila bersiva van pirsan bidin.
Mînak: Ji ber ku em zimanê xwe dizwazin em sûcdar im li hember zagona vê dewletê. Ji loma jî divê ez lêborîna xwe bixwazim û dewlet jî min efû bike. Ji ber ku nasnameya min, zimanê min, çanda min qedexe kiriye wê dewlet ji min lêborînê bixwaze û ezê efû bikim an ji ber ku ez ji bo van mafê xwe ditêkişim ezê lêborînê bixwazim û ew ê min efû bike. Gelo dema ez bejim “min efû bikin” ez di heman demê de sûcê xwe jî dipejirînim an na? Gelo kesek dikare hevoka ku ez bêjim saz bike? Gelo ezê vê hevokê saz bikim. “MIN EFÛ BIKIN”.
Bi xwe ez dikarim efû bikim kes an jî dewletên ku mafên min xwarine. Ez dikarim daxwazên xwe jî revîze bikim. Û ez bawer dikim gelek kurd jî dikarin efû bikin. Lê ez nikarim ji ber ku min mafê xwe xwestiye û ji bo wan têkişîme bêjim “MIN EFÛ BIKIN”. Ez ji aştiya civakî, ku pêdivî bi rastî jî çi vê têgehê heye, bikarbînim û bixwazim. Di vê çarçovê de dikarim daxwazên xwe revîze jî bikim. Lê nikarim bêjim “MIN EFÛ BIKIN”.   

imemzal@hotmail.com 

 

 ***

Nivîsên Îrfan Amîda yên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Anakronîzm û Komara Tirkiyeyê

- Notos Oyku û Semîh Gumuş

- Parlementerên DTP’ê çi nakin…!?

- Exlaqê pênûsê

- Li hemberî polîtîkayên globalîzmê saziyên kurdan û yên demokratîk çi dikin


    

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji bo Roboskî tu jî îmzeyekê biavêje

ad

Qursên kurdî û yên hunerê; Li 5 bajaran niha dema serîlêdanê ye

ad

Bêyî çavkanî nîşan bidin nûçeyên me bikar tînin

ad

KNK bi rêxistinên kurd re tê ba hev

ad

Li Bakur qîmeta Antolojiya Çîrokên Başûr

ad

Şerm û guneh di biwara kurdî de

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname