logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Ev çi 'Hal' e, çi hewal e?

Hûn diçin li fîlmekî temaşe dikin bi wî fîlmî hûn dikarin pergala dewletek jî, hûn dikarin pergala perwerdehiya wê dewle

  • Dîrok: 06/04/2015
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Hûn diçin li fîlmekî temaşe dikin bi wî fîlmî hûn dikarin pergala dewletek jî, hûn dikarin pergala perwerdehiya wê dewletê jî rexne bikin. Ev dewlet dewlete sosyalîst be û qala girîngiya mirovan bike zêdetir mesele balkêş dibe. Em qala fîlmê derhêner Ernesto Daranas Serrano dikin. Fîlmê bi navê "Conduct" wekî "Hal ve Gidiş" (Rewş û Rêveçûn) li tirkî hatiye wergerandin. Fîlm wekî fîlmê vekirina festîvalê hat nîşandayîn û hat ecibandin. Yên ku temaşe nekirine dê du carên din jî fîlm bê nîşandayîn.

Cih Kuba. Zarokekî 12 salî. Diçe dibistanê. Diya wê tilyakkêş ku her sermest tê malê, bav li holê nîn e... Zarok kûçikên ku ji bo qumarê di pevçûnan de têne bikaranîn xwedî dike û şîdeta di van pevçûnan de xwe nîşan dide bandorê li wî jî dike, loma li dibistanê ew wekî kesek şîdetparêz, kesek divê bê terbiyekirin lê dinêrin... Li alyê din mamosteya wî Carmela ku dehan salên xwe daye perwerdehiyê û li nav dibistanê, li nav pergalê xwedî hurmetek mezin... Jiyana van her du kesan bi nexweşketina Carmelayê re diguhere. Mamosteya ku tê cihê Carmelayê ji bo Chala bişîne dibistaneke din dikeve nav hewldanê û mesele ji wir wêdetir dest pê dike.

Carmela dê çawa bikaribe xwendekarê xwe biparêze? Pergala perwerdehiyê ku sînor datîne ber her tiştî dê çawa bê nermkirin? Zarokek çawa dikare bê qezenckirin? Yan jî mamosteyek çiqas dikare li hemberî pergala heyî ber xwe bide? Pêre jî li welatekî wekî Kuba ku welatekî laîk e dê çawa destûrê bide kesek ku baweriya wê ya olî jî hebe? Û gelek pirsên din... Derhêner Ernesto Daranas Serrano li ser xeteke zirav dimeşe. Rexneyê li pergalê jî dike, rexneyê li mamosteyên ji bo zarokek bi pirsgirêk bi ser guhê xwe re biavêjin dikevin çi rewşî jî dike. Ya herî girîng nîşan dide ku kesekî çawa dikare bê qezenckirin, dîsa ew nîşan dide ku ji bo kesekî çiqas pêdivî bi kedê heye...

Bi yek gotinê li Tirkiyeya ku qîmeta mirovan, qîmeta zarokan pênc pereye de pêdivî bi temaşekirina vî fîlmî heye. Ji bilî vî alî ji aliyê lîstîkvaniyê ve jî, li aliyê çîroka xwe ve jî fîlm hêjayî temaşekirinê ye.

Fîlmê "Conducta" li Kubayê di gîşeyê de rekor şikandiye, par li Hawana Xelata Fîlmê Herî Serketî, Lîstikvana Herî Serketî (A. Rodriguez), li Lîmayê Xelata Temaşevanan, Li Brazilla Xelata Senaryoya Herî Serketî, Li Malagayê Xelata Fîlmê Herî Serketî, Derhênerê Herî Serketî, Lîstikvana Herî Serketî (A.Rodriguez) û Xelata Temaşevanan girtiye.

Fîlm niha li Stenbolê di Festîvala Fîlman a Stenbolê de li benda temaşevanan e. Ji bo kesên bixwazin lê temaşe bikin, bernavme wisa ye:

- 17.04.2015, Saet 13:30 Sînemaya Rexx, Kadikoy

- 19.04.2015, Sate 16:00, Sînemaya Atlas, Beyoglu

Kunye: 

HAL VE GİDİŞ | CONDUCTA| BEHAVIOR

Derhêner û Senaryo: Ernesto Daranas Serrano 

Derhênerê Dîmenê: Alejandro Pérez / Vesazkirin: Pedro Suárez / Muzîk: Juan Antonio Leyva, Magda Rosa Galbán / Lîstikvan: Armando Valdés Freire, Alina Rodríguez, Silvia Águila, Yuliet Cruz / Sazkar: Ernesto Daranas Serrano / Şîrketa Sazkar: Rtv Comercial, İcaic / Welat: Kuba / Sal: 2014 /Rengîn,. 108 deqe / Ziman: Spanyolî, bi jêrnivîsa îngilîzî û tirkî

 

Nûçeyên eleqedar:

- Derî vebûn: Li Stenbolê du hefte fîlm serdest in! 

- Belgefîlmên kurdan li Festîvalê li benda we ne 

- Fîlmên kurdan li Festîvala Stenbolê dibin mêvan

- Agahiyên nû li ser Festîvala Fîlman a Stenbolê
- Pêşbaziya belgefîlman jî li festîvalê hate zêdekirin

  

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Charlize dîsa bi ya xwe kir!

ad

TFF'ê ji bo sala bê salnameya fûtbolê eşkere kir

ad

Stand-upa kurdî qedexe kirin

ad

2023: Yên ku xatir xwestine

ad

He-Man carek din şûrê xwe bilind dike!

ad

Li Amedê 15 pêşberendam hene, va ne ew nav

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname