Cemil Oguz
Hemû derhênerên fîlmên ji Tirkiyeyê li dijî sansura li ser belgefîlmê "Bakur" derketin û fîlmê xwe ji festîvalê bi paş ve kişandin. Pirs ev e: Niha dê çi bibe?
34'emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê îsal 4'ê mehê dest pê kir. Îro dê hefteya yekemîn temam biba. Lê rewş ji binî ve guherî. Îro dê belgefîlmê derhêner Ertugrul Mavioglu û Çayan Demirel "Bakur" bihata nîşandayîn, lê Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê fermanek ji bo festîvalê şand û xwest belgefîlm neyê nîşandayîn. Sedem jî wekî nebûna "belgeya qeyda tescîlkirinê" nîşan da. Ev biryara Wezareta Çandê bi salan e heye, lê heta îro Festîvala Stenbolê jî di nav de hin festîvalan guh nedida. Lê vê carê rewş guherî. Biryar ji jor de bû û Festîvalê nekarî ber xwe bide, nîşandayîna "Bakur" betal kir.
Li ser vê yekê bi ser sedî re derhêner, sînemager û rexnegirên sînemayê civiyan û mesele nîqaş kirin. Di civîna ku Dîrektora Festîvalê Azîze Tan ku wekî mêvan beşdar bû de diyar kir ku gotine "Hûn belgefîlm bi paş ve nekişînin, emê bidin rawestandin."
Di encama civînê de metneke çapemeniyê hate amadekirin û belav kirin. Derhêneran ev yek wekî sansur bi nav kir, gotin ev biryareke siyasî ye û dijî sansurê derketin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku belgeya qeyda tescîlkirinê wekî amûreke sansurê tê bikaranîn û ew dijî vê yekê ne. Daxuyanî wisa didome: "Em dixwazin hemû astengiyên li pêşiya nîşandayîna fîlmên me di cih de bê rakirin. Em wekî xwediyên berheman belgeya qeyda tescîlkirinê hebe jî nebe jî em red dikin ku vê belgeyê nîşanî festîvalan bidin. Heta ku sansura li ser BAKUR bê rakirin û belgefîlm bi awayekî azad bê nîşandayîn em fîlmên xwe di Festîvala Fîlman a Stenbolê de nîşan nadin û di rewşeke wisa de dixwazin Festîvala Fîlman a Stenbolê hemû nîşandayînan bide rawestandin. Her wiha em bang li hemû festîvalan, yekîtiyên pîşeyê yên sînemayê, kedkarên sînemayê, nivîskarên sînemayê û sînemahezan dikin ku li dijî sansurê di nav piştgiriyê de bin."
Bi ser 20'î re fîlm bi paş ve hatin kişandin
Derhêner dixwazin hemû festîvalên li Tirkiyeyê çawa ji fîlmên biyanî belgeya qeyda tescîlkirinê naxwazin bila ji fîlmên ji Tirkiyeyê jî vê yekê nexwazin.
Fîlmên ku derhênerên wan beşdarî daxuyanî bûn, naxwazin belge nîşan bidin, fîlmên xwe ji festîvalê kişandin bi ser 20'î re ne. Bi vî awayî festîval dê çawa bidome meseleya nîqaşê ye. Festîvala Fîlman a Stenbolê li ser vê helwesta dawî dê sibê biryareke bide. Wekî notek em bibêjin fîlm û belgefîlmên ji Tirkiyeyê zêdetir hefteya duyemîn a festîvalê de têne nîşandayîn. Yanê tam dema nîşandayîna wan bû û rewş wisa çêbû.
Van kesan îmze da
Di nav kesên bang kirin de ev derhêner û sazkarên fîlm û belgefîlman hebûn: Ertuğrul Mavioğlu (Bakur), Ayşe Çetinbaş (Bakur), Koray Kesik (Bakur), Ahmet Bawer Aydemir (Bakur), Gürcan Keltek (Koloni), Aziz Mullaaziz (Koloni), Fırat Gürgen (Koloni), Cem Kaya (Motör), Eytan İpeker (İdil Biret: Bir Harika Çocuğun Portresi), Erol Karakaya (İs), Bingöl Elmas (Komşu Komşu Hu), Gürkan Hacır (Haziran Yangını), Özlem Küskü (Haziran Yangını), Kazım Öz (Beyaz Çınar), İhsan Kaçar (Berroj), Ömer Leventoğlu (Berroj), Zekeriya Aydoğan (Çırılçıplak/Şılfîtazî), Deniz Yeşil (Yollara Düştük), Hacı Orman (Homo Politicus), Metin Kaya (Soluk), Nadir Öperli (Nefesim Kesilene Kadar), Emel Emine Balcı (Nefesim Kesilene Kadar), Faruk Hacıhafızoğlu (Kar Korsanları), Barış Atay (Eksik), Bilge Elif Turhan (Sarmaşık), Tolga Karaçelik (Sarmaşık), Caner Erzincan (Yeni Dünya), Ali Atay (Limonata), Mehmet Eryılmaz (Misafir), Murat Düzgünoğlu (Neden Tarkovski Olamıyorum), Osman Özcan (Neden Tarkovski Olamıyorum), Çiğdem Vitrinel (Fakat Müzeyyen Bu Derin Bir Tutku), Zeynep Dadak (Ufak Hakikatler).
Her wiha ligel du endamên Juriya Belgeflimên Neteweyî ya festîvalê Pelin Esmer û Emel Çelebi saziyên wekî SİYAD (Komeleya Rexnegirên Sînemayê), Documentarist Rojên Belgefîlman a Stenbolê, Festîvala Mafên Mirovan, Pembe Hayat Kuir Fest û kovarên wekî Siyah Bant, Yeni Film, Altyazi piştgirî dan biryara sînemageran ku girtine. Ji bilî van bi derhêner Erden Kral, Nuri Bilge Ceylan, Reis Çelik, Emin Alper, Zeynel Dogan jî di nav de bi ser 50'î re derhênerî metna dijî sansurê îmze kirin.
Ji bo li dijî sansurê derkevin malperek bi navê "http://sansurekarsi.org" hate vekirin û yên bixwazin dikarin îmzeya xwe biavêjin bin vê metnê.
Nûçeyên eleqedar:
- Nehiştin 'Bakur' bê nîşandayîn
- Derî vebûn: Li Stenbolê du hefte fîlm serdest in!
- Belgefîlmên kurdan li Festîvalê li benda we ne
- Fîlmên kurdan li Festîvala Stenbolê dibin mêvan
- Agahiyên nû li ser Festîvala Fîlman a Stenbolê
- Pêşbaziya belgefîlman jî li festîvalê hate zêdekirin


