Ferzan Şêr
Heşt sal...
heşt salê di bin berfê de tevizî...
di her salê de heşt kulîlkên çilmisî...
di her asoyê kedikirî de heşt kevokên perpitî...
Ew roj ba di tenişta çiyayên Kurdistanê de di xew de çûbû. Dema ji mektebê derketim, tav jî tune bû ku biçe ava. Êvara înê bû. Xem dibariya ji ewran, birûsk axên dilên me diterikandin. Dîsa nola hemû rojên mektebê, piştî qedandina fêran me kirawat di bêrîka çakêtê de xwarovîço kirin. Kirasên me yên sipî ji xwêdanê mîna tenûrê tenîgirtî bûn û li dijî pergala dîsîplînê (rêzkarî) me ew nedixiste bin şal û pantorên xwe.
Xwedayo! Çiqas xweş bûn ew rojên berê. Di mektebê de ji her cureyê mirov hebûn; faşîst, oldar, sosyalîst, tolaz, qebrax, qewat û hwd. Ez yek ji wan kesan bûm ku min xwe şoreşger dihesiband. Hingê bêyî zanîn, bi çavên girtî me xwe çepgir, şoreşger dihesiband. Li gorî zanîna me guhdarkirina stranên Şivan Perwerî (Ciwan Haco û hwd stranbêjên kurdî...), yên Ahmet Kaya şoreşgerî bû. Dîsa ji bo Newrozê ji mektebê revîn şoreşgerî bû -ya rastî ev niha jî wiha ye-. Di wî zemanî de bi rastî stranên Ehmedo bêhtir têsir li min dikirin. Min her meh stranên wî li pişt lênûsên xwe dinivîsandin û min ew dibirin ba “kasetçiyan” da ku stranên wî li kasedekî bicivînin. Lê dema îro diçim malê û arşîva xwe li hev dixim dibînim ku wê demê hema bêje di her kasedê de di navbera bîst stranan de dehên wan heman stran in.
Hezkirina Ahmedo tiştekî din bû. Min hemû stranên wî ji ber dizanî. Heta ku ji nivîskarên wan, heta beste û muzîka wan tev di bîra min de bûn. Gelek bîranên min niha di der heqê wan tiştan de hene. Mirov dikare bi dehan çîrokan jê derxe. Wekî mînak dema li mektebê ji bo danasîna xwendekaran anket bi me didan dagirtin û pirsên cur bi cur ji me dikirin min bersivên pir ecêb didan. Yek ji wan pirsan jî ev bû;
- Hûn xwe çawa didin naskirin?
Bersivên min jî her tim ji stranên Ehmedo rêzikek bûn;
- “Usta degil acemi bir işçiyim ben, onurlu bir kavganin neferiyim.” (Ez ne hoste, karkerekî ecemî me, leşkerê şerekî bi rûmet im)
Di her tiştê de ew hebû, di her warî de. Min ji keçikan re ji rêzikên wî peyam dişandin, di ezmûnanên wêjeyê de min ji rêzikên wî sûd werdigirt, heta ku min li depa reş di her “tenefûsê” de stranên wî dinivîsandin.
“Beni burada arama anne,
Kapidan adimi sorma,
Saçlarina yildiz dûşmûş
Koparma anne, aglama.”
Lê ew çû.
Bi welatekî ne diyar ve çû.
Ew pêncşema nalet lê, dîsa bi heman rengê ku min li jor qal kir, yanî bi kirasê xwêdanî, bi kirawata belawela ji mektebê vegeriyam. Kes tune bû li malê ji bilî kurê apê min. Min sola xwe ya pozqirêj ji qûna wî tewand û ji piyê xwe derxist. Dema min derî vekir mîna bêhna xwarina diya min dengê Ehmedo difûriya. Kengê dengê wî bihata guhê dilê min ez kêfxweş dikirim, serxweş dikirim. Lê belê vêca dengê wî bi kul dihat ji kûr dihat. Axx! Min ê ji ku zanibûya ku ji dûr tê.
Min tevlî sola xwe pirtûkên xwe yên xwendinê -ya rastî tenê lênûskeke min hebû ku min her tişt tê de dinivîsandin- danîn ser soldankê. Piyên min bi tirs gav davêtin hindur. Ne baran dibariya ne jî berf gelo ew çi tirs bû çokên min dilerizandin. Hilperîneke bêdeng ez derdest kirim. Min pê dernedixist ku çi dibe. Lê hewce bû min ji wê rewşa xerab xwe rizgar bikira. Ji nişke ve min hêz da xwe, bi bazdan min xwe avêt qata jor, mezela televîzyonê. Dema ji derî pekiyam min dît waye kurapê min li erdê rûniştiye, çokên xwe hembêz dike. Hêdî hêdî serê xwe bilind kir bi çavên mijdar û tijî girî li min nêrî, dîsa serê xwe tewand. Ji tirsa min nedikarî li derekî binêrim.
Lê ew çû.
Bi welatekî ne diyar ve çû.
Ev dîmenê Ehmedo qet ji bîra min naçe,
û ew roj,
û ew rojê bêtav,
û ew rojê bêba,
û ew piyên lerzok ên ji tirsa nedikarîn gav bavêjin,
û ew çavên mijdar,
qet ji bîra min naçin.Her ku dengê wî tê dev ji xwe ber didim. Her ku dengê wî tê bêdeng û bêhêstir digrîm. Her ku dengê wî tê nalet li pêncşeman tînim, qeda li sermawezan dibarînim.
Dema wî koça xwe ya dawî kir ez zarokek çardeh salî bûm. Qet ji bîr nakim rojek bi çavên têrgirî û bi pêçikên lerzok min helbesta xwe ya yekemîn ji bo wî nivîsand. Min navê wê jî danî “Ugurla Olsun Gozum”(Oxir Be Çavê Min)*
Kengê bêriya wan deman bikim ji arşîva xwe wan rêzikan derdixim û dixwnim. Pirî caran li wan dikenim, carina jî ji wan xemgîn dibim. Li wan dikenim ji ber ku helbestên min ên wê demê sloganîk bûn, ji wêjeyê dûr bûn. Ji wan xemgîn dibim ji ber ku hestên min ên wê demê tên bîra min bêriya wan hestan dikim.
Têbinî: Min ev helbest di çardehsaliya xwe de nivîsand.
*Ugurlar Olsun Gozum
Habersiz ve kimsesiz gitmek var miydi,
Azrail’in peşinden,
Delidolu devrim akan yüreğinle.
Ah “bahtiyar” ah,
Yine o akşamdan kalma Kurtçulugun,
Seni oraya, o kavgaya suruklemişti.
Biliyorum,
Surgunlere, zulumlere başkaldiran halkin gibi,
Sende cesaretle direndin,
Ama diger “Kayalar” gibi ,
Sende yenik duştun korolasi Azrail’e.
Sen ki,
Yalin ayak,
özgürlügün olduğu yerlere halkini sirtalip koşan sen,
sade “Ahmet Kaya” kimligini aldin yanina,
bir de beyaz kefen.
Ama “Bahtiyar” kimligin duruyor hepimizin arka cebinde
Ugurlar Olsun Gozum
Ugurlar Olsun…senin gibi gidenlere.
16.11.2008
***
Nivîsên Ferzan Şêr ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Destana keça afgan
- Di nivîseke derengmayî de bîranîneke windayî
- Sêdarên şermoke, giyotinên ko
- Silav Welatyar


