logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Cejna Batizmiyê

Ola Êzdiya ji hêvînê olên kevn ên hîndo-arî û yên Mezopotamyayê ye; prensîbê wan ola li xwe digre, her wiha bîr û ...

  • Dîrok: 24/12/2008
  • Beş: Serbest

 

Xêrî Şengalî

Ola Êzdiya ji hêvînê olên kevn ên hîndo-arî û yên Mezopotamyayê ye; prensîbê wan ola li xwe digre, her wiha bîr û têgehiştinên Babilî û Sumerî li xwe girtîne.
"Batizmî, Bêlindê, Mêlmêlavê, Gurga Ga" yek regez û yek binaxe ne, hemû jî dikevine dawiya sala zayînî û serê salê.

Şingala Şewitî, cihê mêrxas û maqûlan bûye meydana şer û kuştin û malwêraniyê. 72 fermanên Osmaniyan bi serê Êzdiyan de hatine û bûye sedema kuştina "1.500.000" mîrovên bêguneh. Şingal keleha xwîniyan bûye; cihê hunermend û stranbêjan, hibana folklorê kurdî ye.
Hoza Çêlka ku li Çiyayê Şingalê akincî ye û nêzîkî 250 mal e, ev cejn wekî nerîteke olî parastîye. Reh û reçalên vê cejnê vedigere pêş hezaran sal, loma dibêjnê "Cejna Êzî û Tawisî Melek" yan dibêjnê Cejna Pîrê Alî yan Cejna Pîrê Arî. Ev kesayetiyekî ruhî yê Êzdîyan e. Wî gotiye mirîdên xwe fer e li ser we her sal hûn vê cejnê bikin.
Ev cejn îsal dikevête roja 27.12.2008 û heft roja dikêşe ji yekşemê heta yekşemê.

Dab û Nerîtêt Cejnê

* Çilşo: Pêwîst e her malek xaniyê xwe paqij bike û firaq-çiraq û cilkên xwe bişo; her wiha divê hemû laşê xwe jî bişon. Li rojên yekşemê, duşemê, sêşemê radibine rojiyê û ji 5:30 sibehî tiştekî naxwin heta 5:30 êvarî. Roja çarşemê Pîrên Alî cejnê radigehînin.

* Roja Qurbanê:
Dikevête roja Çarşemê. Her malek golikekî û pezekî vedikuje wate her malek du heywanan ser jê dike; yek jê ga ye yan golik e, yê dî pezek e. Nabe qurbanî nesax be yan bi çavekî û seqet be.

* Çawa pezê vedikujin?
 
Piştî serjêkirinê, pezê dikine 7 qet, dibêjinê "pariyêt milyaketa", yanî pariyên heft milyaketa ku Tawisî Melek serokatiya wan dike.

1. Pariyê Êkê: Piyê pezê yî pêşî yî rastê ye.
2. Pariyê Didwê: Sto ye nêv her du mila ye.
3. Pariyê Sisyê: Aliyê singî rastê ye.
4. Pariyê Çarê: Heft parsoyêt aliyê sîngî rastê.
Rehnê rastê digel hestiyê şêxmend dikine sê parî:
A: Rehin ji ser ve digel hestiyê şêxmend
B: Aliyê nêvê ji rehnê rastê.
C: Aliyê binî ji rehnê rastê.

Corekî nan çêdikin her li roja Çarşemê, roja Tawisî Melek, dibêjnê Sewik. Li ser sêlê bi agirê daran dipêjin, çênabe bi xaz û neftê bipêjin. Sewik pêk hatiye ji rûn û hevîr û xwê û nexşê rojê li ser dinexşînin.

Her malek pêwîst e li her heft rojên cejnê da dema hilatin û avabûna rojê çirayê vêxin; çira ji heriyê çêkirîne. Rûnê pêz yan zeyta zeytûnê ji bo fetîlên çirayê bi kar tînin.

Her fetîlekê çirayê bi navê Xwedê û Tawisî Melek û milyaketa ye. Bi vî şêweyî:

1. Bi navê Êzî (Xwedê)
2. Bi navê Tawisî Melek
3. Bi navê Milyaketa Şeşin
4. Bi navê Pîrê Alî yan Pîrê Arî
5. Bi navê dak û baba (dayk û bavan)
6. Bi navê kurê malê yî mezin û li dûr e  bi navê endamên mal û dost û hevala.

* XORE

Curekî nan e, gelek pîroz e. Pêk hatiye ji ard, kuncî, hêk, şîr, xwê û avê. Wekî deqa rojê ye. Xore mana rojê dide.
Xore li mala mucêwirê gund çêdikin yan li mala pîrê gund ji pîrên Alî ya Arî. Heft mêr beşdariyê li çêkirina Xore dikin û pêkve distrên, yek ji mercên wan divê paqij bêt û akam (ehleq) baş bêt. Piştî stiryanê dikine weke qursa rojê. Firehiya wê 30 cm., stûriya wê 3. cm e.
Sêlê germ dikin û agir li bin de vêtêxin û Xore li ser dikin û dipêjin. Her heft mêr hevkariya yek û du dikin û bi berdewamî Xore dizivirînin ji rast bo çep.
Bawerî ew e ku, heke Xore şkest yan qelişî, yek ji endamên wê malê dê bimire. Heke baş pijiya û saxlem bê, xêr û xweşî û bereket wê bikeve wê salê. Her heft mêr heta sibehî nanivin û xelk jî ser xatira Xore nanivin û dikine Şevberat. Piştî heke Xore pijiya û temam bû li cihekî bilind û paqij datînin û xelk ziyaret dike û her malek heft parî di goştê kelandî û hef Sewik û heft çira û Simat (corekî xwarinê ye) dibine mala micêwir û mêwîjan li ser Xore datînin û micêwir du'a dike. Micêwir destê xwe li mêwîja de dike û dibêje, "Ev lukma ya filan e..."

* Şevberat:

Ku dikeve êvara înê Şêvberat e û heta sibehî nanivin. Du kes, mêr û jinek yan her du mêr dibine bûk û zava û eyarê (pêst) ga li ber xwe dikin û xelkê ditirsînin.

* Ser û pê û ristina basimbarî:
 
Wextê li roja şeşê, ser û piya dikelînin, jin li ber agirê dirûnin û deziyekî bi teşiyê dirêsin. Du dezî ne, yek sor yek spî ye. Deziyê sor, bi navê Êzdanê Sor (Xwedê) û yê spî bi navê Tawisî Melek e. Piştî xelas dikin, dikine qet qet û didine xelkê û bi xwe ve dikin. Dibêjnê vî dezîkî "teskere". Ew ser û piyê ku çêkirîne dibêjnê "Şîlana Şêşim" û pêk ve dixwin û kotayî bi cejnê dihêt.

  

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Keleha Hewlêrê dê bi 13 mîlyon dolarî bê restorekirin

ad

Tirkimenistanê derzî kir mecbûrî

ad

Google Mapê sînorên Kurdistanê xêz kir

ad

Serokê nû yê Galatasaray Adnan Polat e

ad

Modela Çareseriya Demokratîk

ad

Atolyeya Muzîkî hîvey şima wa

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname