logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Ez jî heft salî me birakê Yûsiv

Rojek ji wan rojên biharê bû! Her der kesk bû, sor bû, zer bû. Nalenal ji besta li newalê diherikî dihat, vîçe vîça çûk

  • Dîrok: 13/01/2009
  • Beş: NÎQAŞ

 

Şengul ogur


Ji bo hemî kesên ku heft salî mane û nas in....

Rojek ji wan rojên biharê bû! Her der kesk bû, sor  bû, zer bû. Nalenal ji besta li newalê diherikî dihat, vîçe vîça çûkan û vîçe vîça me bû. Rojek din jî ji bo me ku em têr bilîzin dest pê kiribû. Dê ev roj jî têra lîstik û xeyalên me nekira.

Lê tiştek hebû ya ku kêfxweşiya me xera dikir: Dibistan.

Emê biçûna dibistanê, di wan odeyên ku wekî hucreyên îşkenceyê ne, katjimêrên xwe yên herî xweş bibihûranda. Xwedê..! Hema guhê me li ser zengil bû, ka gelo dê kengî vê zengilê lê bixistana!

Bi rastî jî ev ode mîna odeyên îşkenceyê bûn. Lewma di van odeyan de li ser serê me kesek hebû ku jê re "Ogretmen (mamoste)" dihate gotin. Me tim jê re digot,"Ogretmenim" (mamosteyê min) lê me nedizanî ka bê ev, "O2retmenim" tê çi wateyê.

Ew bi zimanekî diaxivî, me ji zimanî wî fêm ne dikir. Zimanê ku ew pê bi me re diaxivî, ji bo  me zimanê mecbûriyetê bû, ev ziman zimanê di navbera me û "Ogretmen" tenê de bû. Di gundê me de ji bilî "Ogretmen" tu kes  bi kesekî/a gundiyê me re bi zimanê "Ogretmen" bi hev re nediaxivîn, nedizanîn biaxivin. Ku bizanibûna jî ne diaxivîn bi hev re. Lewma tiştekî şerm bû, bi zimanê "Ogretmen" bi hev re axivîn.

Tê bîra min, kurê apê min carekê ji apê min re got: "Zaten …." (jixwe) apê min şeqemek pê ve kir û gotê, nizam ev "zaten" çi ye, nizam ev "zaten" çi ye...Aha ji te re "zaten"

Di hundirê îşkencexaneyê de (ode/pol) jî em bi hev re bi kurdî diaxivîn. Di nav zarokên şagirt de herî zêde, min bi zimanê "mamoste" baş dizani bû. Lê ez werê hêsan, bi xweşikahî bi zimanê "mamoste" hîn nebûbûn!!!

Axir…di rojek ji wan rojê biharê de em ketin wê îşkencexaneyê, "mamoste" diaxivî, me lê guhdarî nedikir. Lê min bihîst ku "mamoste" dibêje, "bundan sonra kim dişarida Kurtçe konuşursa bana haber vereceksîniz" (Ji îro pê de kî li derve bi kurdî biaxive hûnê min agahdar bikin). Hîn di heşt neh saliyê de em hînê sîxuriyê dikirin.

Belê wiha got, lê min ew gotin di ser guhê xwe re avêtin. Bi aqilê xwe yê zarokatî min wekî henek li wan gotinên "mamoste" dinêrî. Lewma, ma wê çawa li derve zarok bi zimanê "mamoste" biaxivîbûna! Teqez "mamoste" henek dikir. Lewma ev gund gundekî kurdan bû, tu kesî bi zimanê "mamoste" nedizanî. Tu zarokan bi zimanê wî nedizanî.

Axir...dinya bihar bû, em ji îşkenceyê xelas bûn û me xwe avêt dinyaya renge reng û dest bi keşfa jiyanê, xwezayê dikir. Lewma hîna gelek tişt hebûn da ku em keşf bikin. Rastiyên mamosteyê me, nedikarî li xeyalên zarokatiya me bibe asteng.

Mixabin ew roj jî, roj çûbû ava, beyî ku em ji lîstinê têr bibin. Lê xem ne dikir, sibe jî hebû, me yê sibe jî têr têr bilîsta! Lê diviyabû dîsa serê sibehê em biçûna îşkencexaneyê!!!

Ez  di rêza pêşîn de, li aliyê dîwêr rûniştibûm, serê min di ber min de, di nav xewn û xeyalan de bûm. Xwedê dizane ka ez li ku bûm! Lê bi carekê re ez ji nava van xewn û xeyalên xwe bi veciniqandineke hişk hişyar bûm, hem bi ser xwe ve hatibûm, hem jî jixwe çûbûm.

Çirqînek ji binguhê min hat. Min serê xwe rakir ku ‘mamoste’ li ser serê min e. Min fêhm kir  ku "mamoste" şemaqek li bin guhê min xistiye.

Hema bi qehra xwe, bi çavine sor, bi destekî ku bi hêrs dilerize, jê pirsî, bi zimanê wî; "niye bana vurdun?" (çima te li min xist?)

"Mamoste": Size demedim mi dişarida Kurtçe konuşmaycaksiniz? (ma min ji we re negotibû ku hûnê li derve bi kurdî neaxivin?)

Min wiha lê vegeran, bi dengekî bi hêrs, bi çavinên ku ji hêrsê sor bûne û bi destê xwe ên ber bi rûyê wî dirêj bûyî û kil dibe, "senin baban da gelse, anan da gelse ben Kurtçe konuşacam!!! (Diya te jî bê, bavê te jî bê ezê bi kurdî biaxivim"

Vêca birakê Yûsiv Biyanî*, ez jî wekî te heft salî me, di penceraya te de berf dibare, belkî bi hezaran heft saliyên heftê salî hene ku ji penceraya wan berf dibare. Wê çaxê ku min şeqam xwaribû ez jî heft salî bûm. Lê di penceraya min de berf nedibariya, li penceraya min bihar bû. Li derve dinya kesk bû, sor bû, zer bû, ez devê şibakeya xwe ya bêhna biharê jê difûriya ji te re vedikim û te vexwendî devê penceraya xwe dikim!

Tu bi xêr hatî kekê Yûsiv nas!!!

gernus@msn.com

 

* Nivîsa Yûsiv Biyanî: Ka binihêrin 'berf dibare' an 'kar yagiyor' 

 

**

Nivîsên Şengul Ogur ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Jan Dost, wêje û penîr
- TRT 6, Kurdolojî û pozîtîvîzma tirk û guherîn
- Li Yewnanistanê çi diqewime -2-
- Li Yewnanistanê çi diqewime?
-
Bersiva Xanî ji bo Gazalî
- Di du rêzikan de xwendina Cizîrî
- Obamayê spî û hêviyên reşik
- Wekî fenomen kurdî
- Ji bo kapîtalîzkê "El Fatiha"
- Z-URVAN:GIYANÊ ‘’Z’’ YÊ
-
Zanîna me jî ji 'Z'yê tê
- Zimanê kurdî bingeha felsefeya heyînatiyê ye
- Rewşenbîrên fisok û kusok
- Rîskên li zimên xwedî derketinê
-Qoroya Serxweşê Zimên
- Ji Konferansa TZPKurdî "Bang" derket
- Feqiyê ku bi Cizîrî re hevaltî kir kîjan Feqiyê Teyran e?
- Gelo jidayikbûna Cizîrî ne sed sal berê be?!
- Ji albuma wêneyên şikestî
- Giriyê Mirinê

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

135 hezar kes bûn mêvanên festîvalê

ad

Xelata Mafên Mirovan a Vaclav Havel dan Osman Kavala

ad

Xelatê BAFTA resay wayîranê xo

ad

Êş tişteke wisa ye herhal....

ad

12 hezar û 500 heb mirîşk şewitîn!

ad

'Nûçeya Avestakurd derew e'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname