Amed
Li gundê Embar a girêdayî Bismila Amedê agir bi çiftlika mirîşkan ku aîdê Fîkret Salikyuz bû ket.
Li çiftlikê dor 52 hezar hebî mirîşk hebûn. Di şewata êvarê çêbû de dor 12 hezar û 500 mirîşk telef bûn û 18 hezar mirîşk jî bandor jê girtin; niha dê bêne dermankirin. Li gor lêkolîöna ha kirin li dor 4 mîlyon TL zirar çêbûye. Hê nayê zanîn ji ber çi şewat derketiye. (MA)


