ar-da JANXWAR
“Her xwandinek, dahûrandinek e” Philippe Solles
1-Têkilîyê Kurd’an û Ermenî ya
2-Têkîlîyê Gundîyan
3-Cerdevanî û valakirina gund
sê beşan disekine.
“xwandin jî wekî nivisê,li dijî kêmanîya jiyanê şermezarek e” M.Vargas Liosa
Serê çîroka vê romanê ewil nîvîskar pêşgotinê xwe divê. Dûre dikeve nava romanê û ewila ewil qala derdora gund, erdnîgariya derdora gund, çand û zeviyê gund dike û dide nasîn. Paşê ji devê Havînê kurte-çîroka vê romanê vedibêje.
1-Têkilîyê Kurd û Ermenîyan
Gava 1915’an de ku çi bi serê Fileha anîne qala wê “êşê” dike.
Kalikê kalikê Havîn’ê gava qala serpêhatîyên xwe dike.Şehê êşê dîsa di nav pahnava bîrova bîra me’d dadike.Û me dîsa di ber bi bayê wê êşa “ bêbîrên “bîrê ,dixe.Me bi bîra xwe ,dixe û kortçahlên êşqeşa qeşilkirî ji nuhve dibuşkuve, me dide ber sêra bayê êşê, lê dixe û şewata xwe li me dikewîne.Beşek ji wê “êşê”;
“Em zarok bûn em diçûn serê kanîyê me satilên wanî avê direjand erdê û gava me çêr dikir me digot “xebera min ji filehan re” yan jî me digo “eşhedê xwe bîne” yên nedihanî me lêdixist û gava ji me dûr diket digo :em fileh in! em fileh in! Û direvîyan rp;13-14”
2-Têkîlîyê Gundîyan
Piranî malbata Havînê û şivantîya xwedîkirina pez e û êm û alifê li govê ye. Yê Ermenîya jî bi şuxula rez,hedad û şeraba Xorê ye.Li ser gûndîyên ku munaqeşa wan bi rahiştandina sîlehê û valakirina gund e.Têkîlîyê gundîyan , piranî malbata Havînê û malbata Ermenîya û çûbûn ba Melle .Da ku bi tifaqekê’r derdê xwe û mineqeşaya nav xwe, bi rêk û pêk hal bike.Çend kesên kû di nava wan de ye ku dixwaze rahêje sîlehê .Wan ji ser vê merama wan, vegerîne .Beşek ji axaftinên gûndîyan û nerazîbûna li hemberî ku kesên wê rahêjin silehê.
“Dest bi peyvê kir,ne me bihîst ne we got,em li vir ketine derdê rûhê xwe ,hûn ketine derdê çend qurişên bi xwînê tên stendin,hew xwe girt,ez zanim wê çi bela bi serme de bê,yê zil û zorê bibine ji me bêtir ne kesek e,em çiqas serê xwe li ber wan datîne ,ewqas li hustên me sûwar dibin, Kê banî van necisan kir?”rp:22
3-Cerdevanî û valakirina gund
Ji bo ku gundê wan ranehêje sîlehê. Li mizgeftê melle û gûndî tê ba hev û minaqeşeya ku “leşker mihlet daye wan .Heta hefteyekê bersivê bidinê .Erê an na?”wê rahêjin silehê an na?biryara wan û ramanê wan çine? Gotubêj dikirin.Piştî minaqeşeyan şûnde .Malê Filehan , biryara xwe ji wan re vedibêj û bardikin.Çend gûndî bi dizî xeberê ji leşkera re dikişine ku wê rahêjin sîlehê û heta di nava minaqeşeya xwe de qal dikir.”ma em rahijên sîleha wê ne baştir be?him emê pereyan bistîne him jî emê gundê xwe biparêze”
Sîno ,pir berxwe dide ku jibo nebe cerdewan.Layê wî Cûdî ,pir hêrs dibe û dibê’j.Emê çawa rahêje sîlehê û li hember Birûsk bikarbîne.Li hember birayê xwe.Divê em ranehêjin sîlehê.Û em gûndê xwe ,devjê bernedin nerin.Tu tişt bê bedel tuneye. Beşek ji vê axaftinê;
“Mele ji mîmberê bang kir;Berê xwe ,bi Evdoyê Şeto û Salihê Meşordek vekir;
Hûn dibêj çi jibo Xwedê, em li vê derê ketine derdê ruhê xwe û gundê xwe hûn ketine derdê çend qurişên bi xwînê tên stendin, de biterikîne,ev çi awa ye?Ne cimaetê bihîst û ne we got.rp:23 “
“Yên kar dike ne bi wîjdan e, tenê yên çavdêr bi wîcdan e” Gothe
Lehengên romanê û çend şîroveya lehengan;
Kewê,Misto,Xezalê,Meyro,PîraXecê,Havîn,Rûstem,Şêro,Cûdî,Reşo,Seyrê,Qito,Beraz,Xeftano,Şêxo,Sîno,Xaço,Xemo,Xêro,MeksîEvdik,Xorê,DayikaGozê,Şemsê,Senora,Siltanê,Xecê,Şemso,Kemal, Meyaser,Fato,Bedewê,Axto,Kêvo,Anzo,Birûsk,
Ataxçî Ûso,Evrehmanê Şeto, Salihê Meşordek,Şûşe Remezan,Îsmaîlê Poz Serkul
-(Ataxçî Ûso,Evrehmanê Şeto, ,Salihê Meşordek,Şûşe Remezan,Îsmaîlê Poz Serkul;ev lehengên romanê pêveka bi navê wan xistine weke şeto,ataxçî,poz serkul,şuşe,meşordek …erê mirov bi xwe dide mizmizandin! û piştî wextekê ew, ken diguhere nefretê , jiber ku dibe nunerê’n xerabîyê.Pir li ser van qerektera nesekinîye bi alîyê xefîtîyê û daxwaza ku rahêje sîlehan ew tenê daye pêş.Ji xêndî navên wanî qod.)
“Jiyana romanê a hundur, çiqas kitekit zêde be, dervî jîyana xwe, bideribînê çiqas kêm be, ewqas bi qedir dibe” Schopenhauer
-Şêxo,Şêro,Xeftano,eynî kes in.Di nava romanê de cî bi cî qal dike
-Quto û Sîno jî eynî kes in lê di romanê’d nîvaskar ya ji bîr kiri ye ku navê bavê Havîn’ê bi Quto dîne an bi Sîno . Ya jî ji qestînî we’r kiri ye.Ku ji qestîn wer kiribe jî ev xap ; nivisê, rinde tîr dike.Ekilê didê.
Quto, şanze salî bi keça xaltîka xwe’r dizewice rp:10 (ji vê derê pê’v mere bi tu awayî navê Quto nahese )
-Şemsê,Şemsê ! emê herin lê belê bila tu zanibe ewê evarî Xemo,Xêro,Arko werin mala me rp:29 De zû xwe bide hevdû, wa ye mêvanên me hatin;Xaço û xanima xwe û lawê xwe ,Xemo,Meqsî Evdik û xanima xwe û birayê Arko rp.32
(gelo Xêro kî ye?Ne Xorê be?Ji vê hevokê pê’v ne ins û ne qala cinsa “Xêro” wî ,dive.Ez dibêm ji alî qerekteran; nivîskar heyir maye ka kê û kîjanî bikarbîne –lehenga destê xwe ji pêxîra wî danexistîye-û destê wî lênegerîyaye jê paqij bike, hema wek keşmûnekî li nava romanê maye.)
-Bila bîne kirîvê Argo rp:34(Argo kî ye?ew ne Arko bû?)
Xewa min revîya û min nikarîbû veketa(xewa min revîya û ez,nikarîbû veketa …hwd)rp;82
-Dîya Xeftano(Şêxo) ,Pîra Xecê , ji ber wî ,nexweşh dikeve li erdê dimîne piştî wextekê dehere ser dilovanîya xwe rp:12
-Şemsê sibê here Pîra Xecê bîne.Ez difikirim, ku me, çiqas çû xaniyê pîrê çêkir jî lê bele Pîra Xecê nikare di wê derê de bisitire rp:70
Di serê pirtukê niviskar Pîra Xecê bi rehma xwedê bir ser dilovanîya xwe ,lê nizam Pîra Xecê heft riho ye û haya me jê tineye dîsa can dibe.Tê,dawîya pirtûkê dîsa “xwe” rê me dide.
Senora,pisika havînê ye û wextê veketandinê li ber pixirîyê tim wê dibîne.Ku weke sewtek lorînê dibîne.Dawîyê vedikeve.Ev kite kitên hûrik divê hinekî din jî bihata hûnandin û di nava metnê’d bihata çandin.Ev kite kitên bi rûh û can ,hinekî rihê metnê û nazik û xweşik dike.
Xeftano ,rolek xweşh di romanê daye listin .Her çiqas dîn be jî û aqil berda be jî tim dile wî’d hestên zarokane lê dixê û gava Havîn’ê ,hêrs dibe berê xwe dide wî û”Girê Miradan”
“wêje, hebûna xwe , tenê deyhndarê awayê ye, ne tu tiştekî dine” Roland Barthes
Remz û Hêmayên Romanê
Rezê Hewarê,Girê Miradan, Çîyayê Şêran,Guhera Jorîn,Korta Zinarê,Çayikadualî,
Gelek hêma û remz,bi bînyata bawerîya olî’v grêdayî ye.An jî lehengî û evînî, kuştun û xeniqandin …hwd .
Mînak Girê Miradan; Li gund kî dikeve tengasîyê,diçe ser gir û daxwazîya wî/wê,çi be sê caran dibêje û tê.Tê gotin ku xaltîka te Kewê ,zarokên wê çênedibûn, çû ser gir dûa kir,xwedê zarok dane rp:8
Rezê Hewarê; Di demên kevn de Hevalê Şêxseîd xwe, li vir veşartine bapîrê Îsmaîlê Pozserkul ew, îxbarkirine tev tê kuştin û kes jî alîkar nakin.Jibo wilo ev nav lê kiriye.rp:40
Girê Miradan: Xortû û keçek ji hev hezdikin lê pismam nahêlin miradê wan bigihê hev roja daweta wê û pismamên wê çêdibin ew keç û xortê kû ji hev hezdikin xwe, li ser wî girî di hembêza hevdûde xwe, kuştune.Çicara ku keç an lawek dildar dibe deherin ba wî girî daxwazên xwe dibêjin rp:7
Û carna jî dibe hevalên te yî êşkêşê an qêrîdankê.Beşek ji vê beşe;
“Girê Miradan,ne Girê Miradane ;Girê Derewane ma! ka te jibo çi em hustu xwar kirin? û te em talan kirin. Me ji cihê xwe bar kir Girê Miradan!ma qey me pir xerabî bi tekir rp:87”
Şîroveya metnê û peyvan;
“hûn çiqas ji nêz ve li peyvekê binere,ewê ji dûr ve vegere li we binere”Qarl Qraus
-bavê(bavê wê qal dike) min li ser riya qaçaxîyê brîndar bû û mir(gelo qaçaxtîyê ye an qaçaxîyê ye)rp:7
-kûrê min rabe were malê,bes e şev hat nîvî(“gece yarısı oldu “ruhîyatê wê tirkîye lê karibû bigota bû nîvî şevê )rp:9
-Mele derdikeve devre(devre ye an derve ye?)rp:59
-Sîno xwedê ji te razî be,Anzo hevala min a biçûkiyê ye(küçüklük arkadaşım,hevalaminî gedetîyê bêtir rastir bû)rp;67
-Çi ye havîn çi ye!(havin navê kesekî ye divê tîpa ewil mezin bihata nivîsandin) rp:20
-Xewa min revîya û min nikarîbû veketa(divê ji dêvla “ min”ê ,”ez” bihata bikaranîn anjî ber wê bêhnok heba)rp;82
-Xwelîya zêde jî kir ser carûdê, bir avêt kuçukê bixêrîyê(bixêrîyê ye ya pixêrîyê ye)
“Xwedin wextên dirêj divê ,lê jiyan kin e” Mîlan Qûndera
Çend alî yê romanê ne-serkeftî evin;
1-Çîroka Xeftano xweşh tevnkirîye di nava metnê de.Wek e nobedarekî timî berê gundîya pê bihesîndare. Haya wan ji qewiman çêdikê.
2-Derbirîna derûnîya lawên Sîno û malbata wan de serkeftîye.Lê li alî dinê’v ne ewqas e.Mînaq gundîyên din.Derûnîya Melle,Ya Apê wan û malbata wan ve.Lê mere kare bi sê hîma wan şîrove bike
Kesên ji rehetîya xwe ,hezdike û xwe nade cîhê şil:Şêro û kesên weke wî-kesên ku dibê’j ;emê,rahêjin çekan-
Kesên ku dibê’j ;bê tekoşîn û bê bedel mere, nikare tu tiştî bi destxe û ev helwest dibe carna bihest be jî;Cûdî û kesên weke wî-kesên ku dibê’j;helbet hinekê xwe bide pêş,lê divê ha ez ha yekî din,çi ferq dike-Sîno-bavimino.
Kesên ku dibê’j;serê ço bi gû ,dawîya ço bi gû û de wer hişmendî biger e;Rûstem û kesên weke wî
3-Xwe di qirkirina Ermenîya de tawanbar ditîye nivîskêr.Jibo vê tawanbarîyê êşa wê piçek bi jî dîne.Navê wan û şuxulê wan (başbûna wan ,alikarîya wan)di nav romanê de hilda ye.
4-Sêwirandin baş e.Erê çiqas mirov ji van trajedîyan ne dur be û em ,çiqas jîyabe jî.Dîsa jî xwe bi me ,dide xwendinkirin.Roman ,ji devê nivîskêr nehatiye vegotin.Leheng bi xwe diaxive.Ji vî alî’v serketiye.
5-Ew dîmenên kû di metnê de;Gava Beraz ji alî’v leşkeran tên kuştin û kazkaza wî.Wexta Havîn ,aciz û hêrs dive berîyê xwe, dide “Girê Miradan”, Beraz ,Xeftano.Senyora ya li ber agirê pixêrîyê û pepikê xwe dide ser hev û pistepista Havînê ,Pûxpuxa wê.Kitekitên xweşh e.
6-Zimanê (Dêrika Çîya’yê Mazî) romanê çiqas bin zimanê Korta Zinar ‘a de bi jî .Jê tê fêmkirin û herîkbare û sade ye.
7-Di hilberîna peyvan de qelse.Bi awayekî vekirî hatiye nivîsandin.Hertişt vekirî vek zîlika pîvazê daye ber me.
8-Roman bi nexşa herêmekê dest pê dike û car carna ji herêmê dertê.
9-Ew cih û warên ku hatine nivîsandin karîbûya li binê metnê, bi şanîyekê ji mere vegota an jî bida nasîn kû bi ku ve girêdayîye.
10-Roman ji rûpelên (1……14)tiştekî din e ,ji heta (15……..88)an tiştekî dine .Tekîla wan ji hevdû cûdaye
11-Timî Havînê dibê’j min tiştek fêm nekir û min tiştek fêm nedikir.Vê timî dubare dike.
12-Çanda gund û êşa dê.Pir daye ber çavên me ku karê gundîtîye çiqas zore .Karê jinê ;here ser tenûrê nên lêxê,here ser kanîyê kun bide ser milê xwe,were malê xwarinê çêkê.Kevnik û kiraşoya malê bike.Kevanîya êvarî jibo mêvanê malê ;çay,qahweyê…hwd.
Sîno ,çiqas nexwende ye jî .Bê çiqas demoqrat e-ev jî meram û daxwaza nivîskêr e-Li zarokê xwe guhdar dikir.Peyvan wan distend.Li jina xwe guhdardikir.Fikra wê ,distend.
13- Xeftano,Beraz,Havîn û Senyora.Divê diyalogê di nava van zêde bikira da ku erê çiqas êş hebin jî di alî jîyanê dinê jî ken ,henekî û kêfxweşîya hestan heye.Hema tim êşê dide ber bêvila mirov .Karîbû li ber êşê çandek dilxweşî jî di kitekitên nava vebêja wan de bideribanda
14-Roman ji alî’v edîtor ve zêde ser nesekinîye.Bi ser gûhê xwe’d avêtîye.Berga romanê û morîkê şîn û çavnok ,tevî hev bûye .Lê dîsa jî xweşh kiriye bergê wê.Rengê şîn yên kêlekê hevdû temam kiriye.Dika reş ya li bin navê nivîskêr jî hebekî rengê êşê dide der.Ew jî bûye mêzîna naveroka metnê.
“nivîs, xwe xuya dike gava ku xuya nekir,xwe’w xwe dixwe” Bilge Qarasu
*Kulmek morîkên şînbirik / Eyup Guven / Weşanên Ronahî


