Diyarname
Şaredariya Buca ya Îzmîrê ji bo sersalê ji dêvla dara çamê saz bike, bixemilîne "Dara Pirtûkan" çêkir û di darê de pirtûk pêşkêşî hemwelatiyên xwe kir.
Şaredariya Bucayê bi diruşma "Di sala nû de xwendin dê ji bo me baş be" li Meydana Çevîk Bîr a Bucayê darek 8 saz kir ku ronahiya wê ji pirtûkan pêk dihat. Yên xwestin li gor dilê xwe pirtûk hildibijartin. Şaredarê Bucuayê Levent Pîrîştîna li ser vê wisa got: "Em bi daxwaz û bangên aştiyê dikevin sala 2016'an. Me got ji bo em vê saz bikin, di sersalê de pêdiviya me ne bi dara sersalê bi xwendinê, bi dara pirtûkan heye. Li vir me darek 8 metreyî bilind çêkir û pêşkêşî hemû îzmîriyan kir."
Pîrîştîna bangî hemû îzmîriyan kir ku werin ji darê sûde bigirin.


