Amed
Heta niha ji ber ku her li kurdî doz tê vekirin Şaredariya Yenîşehîra Amedê vê carê bi çînî afîş ji bo Newrozê amade kir: Belê, îsal em bi çînî Newrozê pîroz dikin.
Şaredariya Yenîşehîrê di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de bi çînî afîşek amade kiribû û bi vî awayî roja jinan pîroz kiribû. Şaredariyê vê carê jî ji bo 21'ê Adarê Cejna Newrozê bi çînî afîş amade kir û li kuçeyan daliqand.
Kurdî ku di rojên wisa de her dibe meseleya dozvekirinê ya li şaredariyên kurd, hê nediyar e ku dê doz li çîniya şaredariyan jî bê vekirin yan na?
Di afîşên îsal de Şaredariya Yenîşehîrê bi kurdî, tirkî û çînî wisa nivîsî: "Newroz pîroz be" Bi hêviya aştî, demokrasî û azadiyê cejna we ya Newrozê pîroz be."


