Diyarname
Li ser xwarinên Rihayê pirtûkek hate çapkirin û pirtûk ji Weşanên Alfayê derket.
Pirtûka bi navê 'Urfa'da Pişer Bize de Duşer/Urfa Mutfagi'' (Li Rihayê tê çêkirin, dikeve para me jî/Metbexa Rihayê) ji aliyê Halil Soran û Munise Yetkin Soran ve hatiye amadekirin. Pirtûka ku ji keda 25 salan e ji 367 rûpelî pêk tê.
Di pirtûkê de cureyên xwarinên Rihayê û vegotina çawa ew têne çêkirin jî cih digire.
Her wiha di dawiya pirtûkê de wêneyê çêkirina xwarinan jî hatiye bi cih kirin.


