logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Rodî: Tevî êzîdiyan mirovahiya me jî têk diçe

Derhêner û wênekeşê kurd Rodî Yuzbaşî, belgefîlma xwe ya bi navê “Mezra Êzîdiyan" di destpêka sala 2009'an de bi dawî ki

  • Dîrok: 31/03/2009
  • Beş: Hevpeyvîn

Hevpeyvîn: Emîne Çelebî

Derhêner û wênekeşê kurd Rodî Yuzbaşî, belgefîlma xwe ya bi navê “Mezra Êzîdiyan" di destpêka sala 2009'an de bi dawî kir. Mezra Êzîdiyan hê ku nû qediya di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Enqerê de, di beşa Belgefîlmên kurt de xelata duyemînî bidest xist.
Belgefîlmê Mezra Êzîdiyan ku di encama lêkolîna çar salan de derketiye holê, ji bo Festîvala Fîlmên Kurdî ya Avusturyayê ku dê roja 4'ê avrêlê dest pê bike jî hatiyee hilbijartin.

Rodî Yuzbaşi heta niha di heman demê de gelek pêşengehên wêneyên wî jî vekiriye. Wî li ser xebatên xwe pirsên me bersivand.

Tu dikarî hinekî behsa xwe û xebatên xwe bikî?

Ez wênekeş im. Wêne dikişînim. Di warî de projeyên min hene. Yek ji van “Mirovên Çiyayê Kose” ye. Jiyana li newalên çiyayekî herêma Serhedê, bi sernavê hilberînê dikişînim. Ev çar sal in bi vê projeyê re mijûl im û li ber qedandinê ye. Ya diduyan jî Êzîdî ne. Û di projeya xwe ya bi navê “haletî rihiya Stenbolê”  de heft karakterên cuda û jiyana wan a salekê dikişînim. Her wiha projeyên belgefîlman amade dikim “Mezra Êzîdiyan" jî di encama projeyek min a wênekeşiyê de derkete holê. Bi heman awayî min bi navê “Mirovên Çiyayê Kose” belgefîlmek amade kiriye. Xebatên vê du salan dom kirin, niha li ber amadebûnê de ye.

Gelo mebesta te ya bi kişandina êzîdiyan çi ye?

Di dîroka erdnîgariya me de, gelek êş hatine kişandin. Lê em li ser vê yekê zêde ne xwedî agahî nen. Pirî caran di dîrokê de, me xwe bi xwe zirar kirine. Êzîdîtî baweriyek herî qedîm ya mezopotamyayê ye. Baweriyek wisa ye, ku nêzî xwezaya mirovan, aştiyane û ekolojîk e. Bela ku berhemên yezdan in,  li ber mirov, xweza û her zindiyên xwezayê rêz digirin. Êzîdî, xwedî hinek taybetmendiyan in, mirov û mêvanperwer in. Egîd in û bi van xweseriyên xwe têne nasîn. Lê dewletên serdest û pergalên van dewletan, ne xwestine ku li Kurdistanê çand û baweriyên cuda bijîn. Di dîrokê de bi lîstikên cuda, li ser van çandan hatiye lîstin. Mixabin her çandên ku ji bo pêşerojek xweştir tekoşîn dane, bi xizanî, cehalet, çewsandin û asîmîlasyonê hatine sekinandin. Xwe bi xwe hatine dijminkirin. Xebata min a der heqê Êzîdiyan de ji ber van sedeman e. Ango ger em hev nas bikin, emê hêsantir xwe bigihînin rastiyê. Û em xwe bigihînin rastiyê, ez bawerim emê hîn bibin ku tu ferqa me ji hev nîn e. Dijminê me zêdetir aliyên me yên zeîf in. Em çiqas zeîf bin, dijminê me ew qasî xurt dibe. Ji ber van sedeman min xwest jiyan û serpêhatiyên êzîdiyan deşîfre bikim. Lewre her çiqas em hewl didin ku wan nas bikin, em çewtî û xeletiyên xwe ên der barê nêzîkdayîna xwe yên li dijî wan dibînin. Bi kurtasî dikarim bibêjim, em çiqas nas bikin emê wî qasî hez bikin. Û em çiqasî hez bikin jî emê lê xwedî derkevin.

Dema kişandina vî fîlmi de te xebateke çawa meşand. Tu dikarî hinekî qal bikî?

Bi salan e ez xebatên wênekeşiyê didomînim. Bi vê sedemê li gelek aliyên Kurdistanê ez geriya me. Ez bi riya wênekeşiya xwe çûm gundê Êzîdî ya Nîsêbînê. Berê min zêde ew nas nedikir. Wan bandoreke mezin li ser min hişt. Pir bêdeng û bi efsûn bûn. Di wêneyan de jî, xweseriya wan derdikete pêş. Diayên wan bi kurdî ne, wekî ku tê zanîn Êzîdîtî baweriyeke kurdan e. Her ku min fêm kir û fêrî êzîdiyetiyê bûm ez têgihiştim ku heya niha me êzîdî çewt fêm kirine.

Mezra êzîdiyan li wê herêmê tenê ew maye. Di gund de tenê şeş mal hene. Zarok û pîr... Belgeefîlma min der barê serpêhatiyên wan de ye. Li Kurdistanê di 30 salên dawî de koçek mezin çêbû. Ji ber êrîş û çewsandinan êzîdiyan terka gundên xwe kirin. Zêdetirê wan çûn li Ewropayê bi cih bûn.  Koçberî bi xwe trajediyek e. Bîreke bêdawî ye. Di vê xebata xwe de min xwest, ez berê kameraya xwe ber bi kesên çûyî ne, kesên mayî ve bizîvirînim. Ji bo wan jiyan pir xedar e. Lewre ew jiyana ku di ciwantiya xwe de, xeyala wê didîtin niha ji bo wan pir dûr e. Bi tenê ne. Di vî gundî de, karek ku bikin jî nîn e. Ji ber vê yekê, hest û êşên wan roj bi roj kûrtir dibin. Pêşeroj ji bo wan muamma ye. Ji xwe temaşevan fîlmê bibîne, dê fêm bike ku tevli êzîdiyan mirovahiya me jî têk diçe.

Ji bo derhênerekî arîşeyên belgefîlman çi ne û ji bo ku sînemaya kurdî pêş bikeve divê çi bê kirin?

Di serî de me arîşeya aborî pir kişand, lê li gorî min, divê ji bo me derhêneran ev mijar ne astengî be. Bi butçeyên pir piçûk jî, dê tiştên hêja derkevin holê. Pirsgrêk zêdetir di nifşa dawî de ye. Her kes nîqaş dike, lê kesek tiştekî naafirîne. Bi ya min arîşeyên herî zêde ev in. Lewre ji bilî  me, derhêner û televîzyonên ku bi van mijaran ne eleqedar dibin nîn in. Ya herî kambaxtir jî temaşevanên belgefîlmê nîn in. Lewre mirov wekî ku hatibin hipnotîzekirin. Ji bo ku belgefîlm bê hezkirin û temaşekirin, divê civakek xwedî raman hebe. Mixabin em ji vê yekê dûr in. Kêşeyên teknîkî jî ji aliyê dir astengî ne.

Ji bo ku em fîlmên baş çêbikin, di serî de divê zimaneke me yê xweser hebe. Mirov çi bi çi awayî nîşan dide ew jî girîng e. Divê kesên zîrek bêne gihandin. Divê dibistanên me hebin. Ya herî giring jî divê em axa xwe û çandên li ser vê axê dijîn nas bikin. Em civakek wisa ne, ku çanda me ya bi nivîskî nîn e. Zêdetir dîroka me di berhemên devkî de ne. Ji ber vê, hê ku dîroka me li ser piyan e, divê em vê dewlemendiyê bi belgeyan bihêlin ji bo dîrokê. Nirxên me ku ji bo pêşerojê bingeha civaka me ne, di çîrok, efsane, lîstik, şahidî stran, dia û zargotina me, veşartî ne. Ger ev têk biçin, emê bi xwe jî têk biçin. Emê bi tenê bibin, vaye em roj bi roj ji axa xwe jî vediqetin.

Bi gelemperî belgefîlmên ku ji hêla derhênerên kurd ve têne çêkirin tu çawa dinirxînî?

Di fîlmên ku nû tên çêkirin de, tamek xav heye, mîna tama zingarê. Sedema vê ya herî berbiçav jî, derhênerên kurd, bingeha diyardeyên xwe, li ser formata berhemên rojavayî ava dikin. Bêguman derfetên neyînî mirov nikare paşguh bike, lê tiştê ku ez dixwazim bibêjim, dê astengî her tim hebin, ji ber vê yekê jî çewsandinên dewletê, astengiyên aboriyê, ne tiştên asê ne. Lewre ger ev astengî nebûna, ji xwe belkî dê sedemên me yên afirandinê jî nebûna. Ji bo ku hunera me pêşbikeve lazim e felsefe, sosyolojî, arkeolojî, muzîk, şano, edebiyata me jî xurt be. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin, eger em bixwazin filmê me bê hezkirin, wê çaxê lazim e ku em wan hunerên dinê jî, pêş bixin û bidin hezkirin. Lê wexta ku me ev rastî dît, wê demê jî, emê bibînin ku dengbêj, çîrokbêj, stran, dia…ji bo me çiqas girîng in. Ez bawerim, wê çaxê emê li serê xwe jî bixin. Ji ber ku me gelek mirovê xwe bi hafizeyên wan ên xurt xist bin erdê.

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Îdîanameya Ergenekonê hate eşkerekirin

ad

Ew zêde seksî ye, em wê naxwazin

ad

Îngilistan di çemê penaltiyan ê Îtalyayê de xeniqî

ad

Klîba Hefteyê: 'Janê Zerya'

ad

Trump ji ber tacîza li hemberî nivîskarek dê 5,8 mîlyar dolar pere wekî ceza bide

ad

NYT: DYA, hevkêşeyek di navbera Tirkiye û kurdan de saz dike

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname