Mukît Arslan
Meha havînê ya serî de wexta ezmûna zanîngehê hatibû. Reşat diçû, dihat diqilqilî; hêvî, saw, tirs, zanîn û nezanînê hestên wî tevlihev kiribû. Ji alîyekî de hêvîdar bû ku ewê biçe zanîngehê bixwîne û bibe zilamekî mezin xwe û malbata xwe ji feqîrî û xizaniyê rizgar bike. Ji aliyê din de jî saw girtibû digot; lê ku nebe, zanîn û nezanînên xwe dida ber hev û ditirsiya.
Roja ezmûnê ji malê wekî şêran hat bi rê kirin. Bi coşeke mezin bi rê ket. Çû ket ezmûnê. Gelo bû yan nebû kesî nizanibû; çil roj û çil şevan her kes wekî wî li benda encama ezmûnê sekinî. Çi xeyal hatin lidarxistin, çi xeyal têkçûn, hest çend caran li dora xwe zivirîn kes nizane.
Bavê wî, derdorên wî û wî dixwest ku beşa dadê bixwîne. Lê notên wî têra beşa felsefeyê dikir. Dilê wî şewitî, ji xwe şerm kir, ji kesî re negot ku min felsefe qezenc kiriye. Bi wê şermê nikaribû li gundê xwe jî bima.
Malbata wî û gundiyên wî pê fexir kirin, dil xweş û kêfxweş bûn. Dem hat ew bi rê kirin. Her kesî digot ew beşa hiqûqê dixwîne; ewê bibe dozger yan jî dadger, qet nebe ewê bibe parêzer. Herî hindik ewê li mafa nav wan saz bike.
Sal derbas bûn zanîngeh qediya, Reşat vegeriya gundê xwe. Her kesî hat e- pîroz kir û serkeftin xwest. Lê di wê navberê de şerek li gund qewimî û bêhn li hev çikandin...
Bê dadî hebû, dadgerek li gund rûniştibû, gotin; 'em herin ba wî, bila doza me safî bike.' Çûn dîtin ku Reşat û bavê xwe li ser sifrê ne...
Gotin: Selamû eleykum....wey eleykum selam.
- Reşat bavo şerêşîyeke me heye em hatin ba tu ka doza me safî bike.
Reşat hinekî fikirî û biryara xwe da ku rastiyê bibêje. Divê êdî bigota ka heta ku derê wiha here.
Reşat got: Min hetanî niha ji we re negot lê min beşa hiqûqê nexwendiye.
Bavê Reşat: Lê te çi xwend?
Reşat: Bavo, min beşa felsefeyê xwend.
Bavê Reşat: Felsefe çi ye lawo?
Reşat: Ka ez ji we re çawa bibêjim....wekî mînak lazek berê sifre hebû, li ser sifrê sînî hebû, li ser sînîyê firaq hebûn, di wan firaqan de savar hebû, li ser savar mirîşk hebû...
Bavê Reşat: Erê hebû!!!
Reşat: Mesela niha em di felsefeyê de dikarin bibêjin ku mirîşk geh hene û geh tune. Yan jî mirîşk hebe jî tune nabe jî, forma xwe diguherîne.
Gundî tev bi hev re keniyan û bavê Reşat jî soro moro bû, şerm kir. Ew ferxra bi salan di nav çend deqeyan de pûç bû û çû. Gundî henek û tinazên xwe dikin û ji mal derdikevin diçin. Kulê daye nava dilê bavê Reşat... Disekine, disekine dûre dibêje: Mirîşk, felsefe hi, te ew qas ji bo mirîşkan xwend.
Reşat: Yaw bavo tu û Xwedê hûn çi ji felsefeyê fam dikin ka.
Bavê Reşat: Na lawo na tu bisekine ez ji te re felsefeyê bibêjim.
Reşat: De bibêje.
Bavê Reşat: Niha lazek berê sifre hebû, li ser sifrê sînî hebû, li ser sîniyê firaq hebûn, di wan firaqan de savar hebû, li ser savar jî mirîşk hebû û te jî ew mirîşk xwar ne wisa?
Reşat: Belê!!
Bavê Reşat: Hahhh berî ez wê mirîşkê serjê bikim, min dît li der ve gû dixwar, îjar di felsefeyê de em dikarin bibêjin ku te jî gû xwar...
***
Nivîsên Mukît Arslan ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- "Welcome" û penaberên kurd
- Guhên Kerê
- HECÎ BELED


