Konferans dê di 8'ê gulanê, saet di 13.00 de li bajarê Vesteråsê (Vesteros) li Otêla Ta Inn dest pê bike. Ev konferans bi hevkarîya Daîreya Giştî ya Karûbarên Dibistanan ya Swêdê û Navenda Pirzimanî ya Şaredarîya Vasterasê tê organîze kirin. Konferans dê du rojan bidome.
Ji 30 şaredariyên Swêdê 70 mamosteyên kurdî dê beşdarê konferansê bibin. Ji Daîreya Karûbarên Dibistanan ya Swêdê jî mişawir Mats Wennerholm dê beşdar bibe.
Detayên bernameya konferansê hîn ne diyar in, lê di konferansê de dê bi tevayî li ser rewşa perwerdeya zimanê zikmakî, pirsên perwerdeyê yên zarokên duzimanî, agahîyên li ser devokên kurdî û pirsgirêkên perwerdeya kurdî ya li Swêdê bê rawestandin. Herwerha li ser pirsên perwerdeyê dê di navbera mamosteyên kurdî de danustendin pêk bên. Materîyalên dersê yên nû jî dê bên nasandin.
Serîlêdana ji bo beşdarbûna konferansê, divê bi rêya şaredarîyan be. Divê midûr ya jî şefê dayreya dibistana ku mamosteyê kurdî lê kar dike serdanê bipejirîne. Mamosteyên zimanê kurdî yên ku li Swêdê li şaredarîyekê dersa kurdî didin heta 28ê nîsanê dikarin serî lê bidin.
Di hilbijartina beşdarên konferansê de dê ev prensîb li ber çav bên girtin:
Ji beşdarên konferansê dê ji %50 mamosteyên ku dersa kurdîya bakur (kurmancî) û ji %50 jî kurdîya başûr (soranî) didin, bin. Nîvê ji her du grûban divê mamosteyên jin bin. Her wiha dê hewl bê dayîn ku pirtir şaredarî beşdar bibin. Kî ku berê serî lê bide helbet dê dora wî/wê be.
Mirov dikare ya wek forma dijîtal ya jî bi forma kaxezê serî lê bide. Kesên ku forma kaxezê hildibijêrin, divê faks bikin.
Bername û lîsteya beşdarên konferansê dê di van malperan de bê weşandin:
www.vasteras.se/cf2
www.dibistanakurdi.com
http://modersmal.skolutveckling.se/sydkurdiska
http://modersmal.skolutveckling.se
Serîlêdan:
>>>serlêdana dijîtal
>>>dawetname û serlêdana serkaxezê (bi swêdî)
Ji bo pirtir agahdarî:
Karin Brobäck 070-465 18 86 karin.broback@vasteras.se
Sarko Amin 021-35 20 63 goshan.amin@edu.vasteras.se
Haydar Diljen 070-171 15 08 dibistan@edu.vasteras.se
Ji dibistanakurdî.com hatiye girtin


