Diyarname
Komeleya Rojava ku ji bo alîkariya Rojava hatibû avakirin û niha jî ji bo alîkariya hemû bajarên kurdan ên hatine xirakirin xebata xwe didomîne li benda her cure alîkariyê ye. Komeleyê got ku di vê meha Remezanê de fitre û zekatên xwe ji bo bajarên hatine xirakirin bişînin.
Komele ji aliyek xebata malbatên bira daye dest pê kirin û dixwaze her kes ligel malbatek ji Sûr, Cizîr, Silopî, Hezex, Nisêbîn û Geverê bibe bira û piştgiriya malbatê bike. Li aliyê din ve ji bo avakirina van bajaran xebatan dide meşandin. Her wiha alîkariya madî, alîkariya xwarin û tiştên li xwe kirinê jî didome.
Komele dike ku alîkariya xwendekarên li van bajaran jî bike. Her wiha ji ber ku niha meha Remezanê ye û kesên misilman di her Remezanê de fitre û zekanê didin, komele dixwaze her kes fitre û zekatên xwe bişînin ji bo van bajaran.
Ji bo têlikiyê:
https://twitter.com/RojavaDernegi
https://www.facebook.com/rojavadernegi
Tel: 0412 229 17 86
rojavadernegi@outlook.com


