Diyarname
Li Fakulteya Ragihandiyê ya Zanîngeha Enqereyê mesarisa mezûnbûna xwendekaran hebû. Xwendekaran di merasimê de wêneyê Rêveberê DBP'ya Şirnexê Hurşît Kulter ku ji 27'ê gulana 2016'an ve winda ye vekirin. Kulter ku wê rojê hatiye binçavkirin lê deng jê nîn e. Xwendekaran wêneyê Kulter vekirin, li ser "Hurşît Kulter li ku ye? Dewlet winda dike çapemenî bêdeng e. Nebin wekî wan bêdengan" nivîsîn.
Her wiha xwendekaran ji bo rojnamegerên girtî jî pankart vekirin. Em jî vê wêneyî wekî wêneyê rojê hildibijêrin û pêşkêşî we dikin.


