Wezîrên Hikumeta AKP'ê duh biryar girtibûn ku 3 mehan li temamê Tirkiyeyê Rewşa Awarte bê ragihandin. Ev biryar îro anîn meclisê. Piştî axaftinên li ser biryarê dengdan çêbû. MebûsênAKP'ê û MHP'ê bi giştî 346 mebûsî biryar erê kir. Mebûsên HDP'ê û CHP'ê dengên xwe wekî na dan. Bi giştî 115 dengên na derketin.
Di vê navberê de Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Bekir Bozdag l i ser navê Hikumetê axivî dû got ku ew Rewşa Awarte ne ji bo gel ji bo xwe û dewletê radigihînin.


