Diyarname
Di van rojên dawî de li dû hev 4 kovarên bi kurdî hejmarên xwe yên nû gihandin ber destên xwendevanên xwe, Vane ew kovar:
Nûbihara havînê
Kovara Nûbiharê ku sê mehan careke bi kurdî weşana xwe dike bi hejmara xwe ya 136'an a Havîna 2016'an derket pêşberî xwendevanan. Di kovarê de wekî her gav nivîsên çîrok, ceribandin, folklor, nasandin, biyografî û hevpeyvîn hene ku di vê hejmarê de çend nivîsên lêkolînî jî weşandine.
Ji van nivîsan Rohat Alakom li ser "Li pey poşa Keştiya Nûh li Swêdê", Mûrad Celalî li ser "Kedkarekî Kurdolojiyê August Jaba" û Ayhan Meretowar jî li ser "Çeşnê Destanê di Edebiyata Kurdî de" nivîsandiye.
Ji bo têkiliyê. nubihar.com
Çirûska 28'an
Kovara Çirûskê ku li Amedê ji aliyê Weşanên Belkî ve tê derxistin, çar mehan carek bi kurdî derdikeve. Niha kovar bi hejmara xwe ya 28'an a mehên rezber-kewçêr-sermawez-berfanbara 2016'an li pêşberî xwendevanên xwe ye.
Di kovarê de li ser sînema (Sînema û Propaganda/Dilazad ART), li ser evînê (Evîn çi ye? / Îsabella Bêrîvan), 'dîrok û civaknasî' (A.Hekîm Kozluk) û li ser gelek mijarên din nivîs hatine pêşkêş kirin.
Zaremaya 8'an
Kovara Zarema ku ew jî çar mehan carek dertê li ser rexne û teoriyê bi kurdî weşana xwe dike. Kovarê di vê hejmarê de dosyaya xwe li ser sînemaya kurdî amade kiriye. Omer Leventoglu li ser "Li ser nîqaşa sosret a 'hemûn û nebûna sînemaya kurd' tevlêbûneke derxetî: 'çê'kirina sînemayê û 'çêtir'kirina jiyanê"; Kemal Yildizhan li ser "Çîrkîn Qralê Mezlûman: Yilmaz Guney"; Khosro Sina li ser "Tîroja Rojhilat a sînemaya Kurdistanê" û her wiha gelek kesên din di vî warî de nivîs nivîsandine.
Ji bo têkiliyê: zaremakurd@gmail.com
BAR'ek din
Kovara çand, huner û wêjeyê Bar bi hejmara xwe ya 2'yan li pêşberî xwendevanan e. Kovarê hejmara xwe ya 1'menî di serê zivistana 2016'an de derxistibû û niha hejmara xwe ya havînê derxist.
Di vê hejmarê de ji Kawa Nemir heta Ebdulla Peşêw, Sema Ozdemîr, Newzat Valêrî, Adnan Ugur, Ronî Bedirxan gelek kesî bi nivîsên xwe ked dane kovarê.
kovarabar@gmail.com


