Melis Alphan
Tişta herî tewşomewşo ya dinyayê qewimî.
Li pey OHAL’ê (Rewşa Awarte), bi weşandina biryarnameyek re ligel gelek kanalên televîzyon û radyoyan kanaleke xêzefîlman jî hat girtin: Zarok TV.
Vê kanalê bi anîmasyonan mejiyên zarokan nedişûşt û ji bo ewlehiya neteweyî tehdît pêknedianî. Di çalakiyeke dabeşkirinê de nebû. Ji FETO re alîkarî nedikir. Budçeyek kanalê ya ku bikaribe pê xêzefîlmên xwe çêbike jî tune bû. Di Zarok TV de dublajên kurdî yên xêzefîlmên wekî Şîrînok, Sunger Bob, Arî Maya dihatin weşandin.
Zarokên kurdan bi saya vê kanalê xêzefîlmên ku hemsalên wan temaşe dikir, ji zaravayên bi kurdiya kurmancî, zazakî an jî soranî jê yek hildibijartin û bi zimanê xwe dişopandin.
Baş e, çi eleqeya vê yekê bi derbeyê re, bi terorê re heye? An jî hebû?
Gerînendeya Weşanê ya kanalê Dilek Demirel li ser biryara girtinê gotibû, “wekî henekê ye. Xeletiyek heye.” Li hember vê rewşa ecêb gotina tekane ya ku bihata gotin herhal ev bû.
Wekî Zarok TV, Jiyan TV jî kanaleke bi zaravayê kurdiya kirmanckî (zazakî) weşanê dikir û giranî dida bernameyên derheqê çand û hunerê de. Ew jî hat girtin.
Tewşiya meseleyê bidin aliyek, aliyê bi hizn derbeyê li mirov dide.
Li gorî rapora UNESCO’yê ku girêdayî Neteweyên Yekbûyî ye, zazakî (kirmanckî) li Tirkiyeyê yek ji wan pazdeh zimanan e ku di bin xetereyê de ye.
Zazakî wekî zaravayek kurdî were dîtin jî, kesên ku wê wekî zimanek cuda dibînin jî hene. Di her rewşê de, em behsa zimanekî dikin ku bi talûkeya tunebûnê re rû bi rû mayî ye.
Ziman nasname ye, aîdiyet e, zanîn e, çand e, mîrasa hemû mirovahiyê ye. Dema zimanekî tune dibe, ji dîroka mirovahiyê parçeyek diqete. Ziman, pêwendiya di navbera civatekê de ye, veguhêziya di navbera nifşan de ye.
Qutbûna ji ziman, hem ji hêla takekesî ve hem jî ji hêla civakî ve encamên giran dide der.
Rojnameger Nurcan Baysal behsa -di heman malê de peyivîna zimanên cuda- dike û wiha dibêje: “Mesela ez wisa bûm. Min tu carî bi dapîra xwe re qise nekir. Çimkî wê bi tirkî nizanîbû, min jî bi kurdî nizanîbû.” Baysal vê rewşê dişibîne rewşa “wekî ji hêkê derketiye” û dibêje: “Çimkî di esasê xwe de xalê te, xaltiya te, dapîra te heye lê ji hêlek ve jî tunene, çimkî bi wan re danûstandinek te tune ye; tenê hûn dikarin bi hev re vebişirin. Di esasî de hûn hev nas nakin. Bandora vê yekê ya di jiyana mirov de, ji ya em difikirin jî zêdetir e.”
Rojnameger Fehim Işik jî qutbûna ji ziman wekî veqetîna ji kevneşopiya çanda devkî bilêv dike û bi mînaka derheqê dengbêjiyê de rewşê wiha vedibêje: “Dengbêj vebêjên kurdî ne. Vana; bûyerên çandî, polîtîk yên hatine jiyîn, pêvçûnên di navbera eşîran de, gund bi gund digeriyan û bêestrumantal lê bi gotinên ku vediguhêziyan notayan ve, vedigotin. Bi qutbûna pêwendiya bi ziman re, bi bandora teknolojiyê re jî ev kevneşopa devkî bi tevahî dest bi windabûnê kir.”
Dûrketina ji ziman tê maneya dûrketina ji çand û kevneşopiyan jî.
Ev jî ne tenê ji bo yên wî zimanî qise dikin, ji bo me hemûyan xeberek xerab e. Çimkî ev, tê wê maneyê ku em jî her ku diçe curbicuriya/rengîniya xwe winda dikin.
Her wekî zimannas David Crystal dibêje: “Heta ku ziman ‘ji jor ve’ alîkariyê wernegire zindîmayina wî zor e; dîsa divê zagona bingehîn, rêveberiyên herêmî û dibistan jî di nava vî karî de bin, pê re jî divê hikumet jî bihêzkirina zimanên ku bi tunebûnê re rû bi rû ne ji xwe re wekî xebatekê bibîne.”
Jinek ku min li Wanê nas kiribû, qala ligel ku li malê bi kurdî diaxivîn jî, dûrketina ji kurdî ya zarokên biçûk kiribû.
Hinan jî ji ber sedemên polîtîk tevî ku tenê bi zarokên xwe re bi kurdî qise dikirin jî, ligel vê yekê dema ku zarokên wan digehîştin salên14 û 15’an em dizanin ku hema hema kurdî bi temamî ji bîr kiribûn.
Ji bo zarokan; li dibistan û qadên jiyanê yên din pêrgî -zimanê ku di malên xwe de pê qise dikirin- hatin; ji bo rêzdariya xwe û çanda xwe pir girîng e.
Hikumetek berpirsiyar, li ser navê parastina kevirên mozaîka li welatê xwe, qet nebe dest dirêjî kanala fîlmên kartonî nake.
Rotîndayê biçûk ku dema ji dibistanê tê, televîzyonê vedike û dixwaze Şîrînokan temaşe bike, Zarok TV li şûna wê nabîne û li hember gotina “dewletê girtiye” wiha bersiv daye: “Ji dewletê re bibêjin bila veke.”
Em dibêjin.
Wergera ji tirkî: Mahmut Ozçelîk
Çavkanî: Rojnameya Hurriyetê


