Bedirxan Mukriyanî/Silêmanî
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî albûma hunermend Gulbuharê derxist ku di sedeya bîstan da bûye yek ji pêşengên stranbêjên jin ên kurd û bi taybetî li başûrê Kurdistanê nav û deng daye.
Ev albûma hanê ku ji aliyê şaxa Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya Duhokê ve hate belavkirin, 6 CD û 69 stranan bi xwe ve digire ku Cdya şeşem ji civateke hunermend Gulbuhar, xwişka wê Fewziye Mihemed, Eyşe Şan û Semîr Zaxoyî pêk tê. Her wiha broşûrek jî bi albûmê re ku bi kurmanciya jêrîn û jorîn jiyanameya Gulbuharê tê da hatiye nivîsîn.
Malbata Gulbuharê her çend xelkê bajarê Amêdiyê ye, lê ew di sala 1929'an de li Gundê Mar Şem'on tê dinyayê ku bi ser bajarê Culemêrgê ve ye çima ku malbata wê ji ber nexweşiyeke civakî bar dike wir, lê gelek tê ve naçe dîsa vedigere başûrê Kurdistanê. Piştî mirina bavê wê, ew mala xwe bar dikin Mûsilê û li wir dest bi dibistanê dike; dû ra diçin Bexdayê, lewra ew li wir bi xwendina xwe de diçe, lê bi tenê heta pola pêncan dixwîne.
Gulbuhar, di 14-15 saliya xwe de şû bi erebekî dike, lê zewaca wan zêde nadome. Ew bi hevkariya xwîşka xwe Fewziye Mihemed serî li kûrsa Êzgeya Erebî dide û bo beşa şanoyê tê hilbijartin. Piştî demekê jî di nav Dî'a erebî di beşa şanogeriyê de cih digire û beşdariyê di çendîn dramayên radyoyî û şanoyî dike. Li nav Êzgeya Bexdayê jina pêşîn a kurd bû û heya bigre li seranserî Îraqê jî çend ji wan jinan bû ku karê şanogeriyê dikir, ji ber vê çendê zû hate naskirin û bi gelek şanogeriyan derket ser depê şanoyê.
Dema di sala 1956an de Televizyona Îraqî dest bi weşanê dike, ew jî beşdariyê di gelek bernameyan dike û her wiha di warê şano û sînemayê de jî dest bi kar dike û bi hunermendên mezintirîn ên îraqî re dixebite.
Di sala 1961ê de li Radyoya Bexdayê li Êzgeya Kurdî bi pêşniyaza Ehmed Xelîl ku wê hingê midûrê Êzgeya Kurdî bû dest bi stranbêjiyê dike; her hîngê Ehmed Xelîl bernavkê Gulbuhar li wê dike. Gel ji deng û şêwaza wê ya nû gelek hez dike. Bi vê strana xwe dibe pêngavek di strana kurdî ya nûjen de, ji ber ku wê stranên xwe ji helbestên nûjen hildibijartin, awaz ji wan ra datanîn û digel firqeya mûzîkê ya radyoyê pêşkêş dikirin; ev yek qonaxekeke nû bû di muzîka kurdî de.
Ew di sala 1973'yan de digel M. Arifê Cizîrî û Îsa Berwarî diçe Lubnanê û tevî Festîvala Ba'edrê dibe; her li vir hevnasiya wê û hunermend Seîd Yûsiv çêdibe û bi hev re çend bernameyan saz dikin. Dû ra di sala 1976'an de diçe Ewropayê û li welatê Fransa û Nemsayê çend konseran saz dike. Di sala 1978'an de dîsa diçe Ewropayê û li welatê Fransa, Brîtanya û Nemsayê konserinan li dar dixe. Peyra jî di sala 1981'ê de ji bo çend konseran diçe Amerîkayê.
Gulbuhar di sala 1987'an de xaneşîn dibe û li Bexdayê bi cih û war dibe, lê piştî têkçûna rejîma Ba'es bi hewla komek rewşenbîrên kurd, di sala 2005'an de li bajarê Duhokê festîvaleke rêzlêanînê ji bo wê tê sazkirin. Her weha li Dihokê xaniyek ji wê ra tê dabînkirin û ew jî li Duhokê akincî dibe. Ew di sala 2007'an de ji çavê xwe tê emeliyatkirin, lê ji ber xeletiyeke neştergerî çavekî xwe ji dest dide. Piştre jî di Tîrmeha sala 2008'an de bayê falincê (celte) lê dixe û şelelî dibe. Ew îsal dîsa vegeriya Bexdayê û digel birayê xwe dijî.
Ji bo têkilîdanînê:
Email: khi_2003@hotmail.com / khidihok@yahoo.com
www.khi03.com


