Diyarname
Vê hefteyê çar fîlm hene li vîzyonê: Me ji te ew qa hez kiribû ku, Neyarê di hundirê me de, Şeytanê di hundirê me de, û Serdema Qeşayê 3.
Seni O Kadar Çok Sevdim Ki - Me ji te ew qa hez kiribû ku - I’ve Loved You For So Long
Derhêner: Philippe Claudel
Lîstikvan: Kristin Scott Thomas, Elsa Zylberstein, Serge Hazanavicius, Laurent Grevill
15 salan tu têkiliya Juliette û malbata wê ku ew red çênebû. Ew piştî 15 salên ku di girtîgehê de derbas dike tê berdan û diçe cem xwişka xwe bi cih dibe. Nayê zanîn çima ketiye girtîgehê. Ji aliyekê ve Juliette bi zorê rewşa azadiyê fêm dike û jiyana xwe lê tîne, ji aliyê din ve veşarîbûna raza wê zor dide kê. Di vê kêliyê de malbata wê û kesek ku jê hez dike piştgiriyê dide wê. Digel her tiştî zehmetiya wê ya di nav de, ya li der û dorê xwe nîşan dide.
Havînê bi giştî fîlmên serketî zêde nayên nîşandayîn. Di vê havînê de ev fîlmê fransiz yê serketî hêjayî temaşekirinê ye.
Ji bo fragmanê:
***
İçimizdeki Duşman - Neyarê di hundirê me de - L’Ennemi Intime
Derhêner: Florent Siri
Lîstikvan: Benoit Magimel, Albert Dupontel, Aurelien Recoing, Marc Barbe
Di dema şerê li Cezayîrê de dema serleşkerê yekîneyeke ya artêşa Fransiz dimire Tegmen Terrien dikeve cihê wî. Ew rastî çawîş Dougman tê ku hêviya Dougman a jiyanê têk çûye. Zehmetiyên nav şer dê karaktera her du leşkeran bixe nav ezmûnekê. Her du leşkerên di şerê bênav de winda bûne dê fêm bikin ku neyar bi xwe ew ê di nav hundirê wan de ye.
Ji bo fragmanê:
***
İçimdeki Şeytan - Şeytanê di hundirê me de - Alone
Derhêner: Parkpoom Wongpoom, Banjong Pisanthanakun
Lîstikvan: Marsha Wathanapanitch, Withaya Wasukraipaisan, Rachanu Boonchuduang
Li Koreyê her gav karek Pim û hevalên wî yên baş hene, zewaca wan jî baş derbas dibe. Ev yek heta telefoneke ji Taylandê tê berdewam dike. Bi xebera ku tê re Pim pê dihese ku diya wî bi nexweşiya ku kes nizane çi ye ketiye. Ew vedigere Taylandê û bûyerên biêş xwe nîşan didin.
***
Buz Devri 3: Dinozorların Şafagi - Serdema Qeşayê 3: Berbanga Dînazoran - Ice Age 3: Dawn Of The Dinasaurs
Derhêner: Carlos Saldanha, Mike Thurmeier
Yên ku deng dane: Simon Pegg, Seann William Scott, John Leguizamo, Denis Leary
Piştî beşên yekem û duyem vê carê "Serdema Qeşayê 3: Berbanga Dînazoran" hat. Li Tirkiyeyê bi giştî fîlm roja înê dikevin vîzyonê ev fîlm roja 1'ê mehê, roja çarşemê ket vîzyonê. Koma ku ji nişke ve xwe li bin erd dibîne rastî dînazoran tê, rastî cureyên cihê, nebatên cihê tên. Maceraya bi heyecan û kêf li benda temaşevanan e.
Ji bo fragmanê:


