Diyarname
Bernameya pîrozbahiyê ya Newroza 2017'an hate eşkerekirin. Li gor bernameyê 17'ê mehê li Nisêbînê dê çalakiyên pîrozbahiya Newrozê dest pê bikin û roja 21'ê mehê li Amed û Wanê bi dawî bibin.
Çalakiyên pîrozbahiyê HDP û DBP pîroz dikin. Bername îsla di navbera 17-21'ê mehê de ye û li 33 cihên cuda dê pîrozbahî li dar bikevin. Diruşma îsal "Emê miheqeq bi ser bikevin" e. Hat gotin ku ji ber Newroz rastî xebata ji bo referandûmê jî tê di Newrozan de dê xebata ji bo "Na" ya ji bo referandûmê jî bê kirin.
Vaye bernameya Newroza 2017'an:
- 17 Adar, În: Nibêsîn
- 18 Adar, Şemî: Mêrdîn, Dêrsim, Sêrt, Îzmîr, Bursa, Edene, Entab, Meletî, Bazîd, Manîsa, Kocaelî.
- 19 Adar, Yekşem: Stenbol, Riha, Batman, Qers, Mêrsîn, Antalya, Gever, Konya, Qereqoçan, Hatay, Qoser.
- 20 Adar, Duşem: Mûş, Cizîr, Semsûr, Îdir, Bedlîs, Culemêrg, Agirî, Çewlig.
21- Adar, Sêşem: Amed, Wan


