Muhsin Osman
Hêjayê min Márquez silav,
Rast e hûn "sed salan bi şer/ vederiyê" jiyan, lê bi encam hûn gehîştin armancên xwe, em jî sed salan xebitîn, belê bi hişmendiyeka kevneşop, lewra em vegeriyan paş. Binêre ew tiştê neyaran nikarîn bi serê gelê me bînin, desthilata kurdî/ xwemalî bi serê gelê xwe anî!
Rêzdarê min Márquez fermo li rewş û eqlê me binêre:
- Tevgerên kurdî xebat ji bo kurdîniyê kirin, belê kar ji bo netewebûnê nekirin, kurdan birêvebirina desthilatê kir, lê nebes bizava dewleta neteweyî nekir, belkî kulturê federalîzmê jî qebûl nekirin!
- Kurd siyasetê bikar tînin, lê ew bi xwe nesiyasîne! Êdî lawaziya me, ji qelsiya têgihîştina me ya siyasî dihêt. Vê lawaziya hizir û kulturê siyaseta li cem me, hejarî xistiye tev têgehên dî jî, giriftên gelê kurd ji siyasetê derbazî saykolojiya kes, nasname, jêyatî û bêbaweriyê bûye! Ev formê deshilata dever li ser diçît, nakevîte çiwarçûvên pênasa siyaseta dirust. Lewra divê nijinîn û damezrandina rewşenbîriyeke nû ji bo têgeh û têhizirkirina desthilatê di kontêkistên xwe yên siyasî û exlaqî de bihêtekirin, çunkî îro bi vê paşxanê siyaset û desthilat serkêşên giriftan in.
- Dema kurdan dest ji hizira netewebûnê berda, ketine davên gendeliyê/ pare, lewra têgehên "mirovanê û ol" û hizir û têgihîştinên "qebîle, puyre û bawerî" serdestibûn. Êdî îro partiyên me ne nûneratiya neteweya kurd dikin û ne jî helgirên projeyên neteweya kurd in, ku dewlet e. Gewherê netewebûnê nebûye prensîbên tevgerên kurdî, belkî ev têgeh pêtir li jêr bandora dilînî hatine bikaranîn. Lewra kurd nebûne xwedanê neteweyeke xwedî nasname, ku hilgirê projeyê dewletê bin! Bi van paşxanan ne bes e Kurdistana mezin di serê xelkê me de nehatiye çandin, belkî li parçeyên Kurdistanê jî hê têgihîştin û famkirina netewebûnê li ser asta cografiya ne hizirîye. Lewra grûp û parçeyên biçûkên cografiya Kurdistanê di serê me de cihgirtiye, ev jî hêşta bermayê eqlê îmarat û memleketên ferweriyê li me dikene!
Rêzdarê min Márquez, bi serhev hêşta dewletê di kulturî siyasî yê kurdî de cihê xwe negirtiye, belkî pêtir têgehê kurdînî/ kurdatî berçav dibît. Rast e me kurdan çi têgeh "netewe, part, siyaset, dewlet û..." bi awayekî eqlanî û lojîkî wernegirtiye, belkî pêtir bi şêwekê sade û serve serederî digel kiriye. Lewre divê îro dubare xwendin û ravekirina tev bûyer û têgehan bihêtekirin, bi taybetî jî dewlet wekî têgehekê nû, dixwazîte pêtir nasandin û şirovekirinê.
Binêre hez û pêdiviya dewletê pêtir li demên tirsên ewlehiya tevayî û parçebûna hizira neteweyî li ser astê grop û binemalan dihêtekirin. Êdî lawaziya hizir û kulturê dewletê bandor li ser pirsgirêk û şerên navxweyî jî kiriye, çunkî bi rastî şerên navxweyî û lawaziya têkiliya di navbera desthilata kurdî û xelkî de, civakeke hejar û siyaseteke qelis berhemînaye. Lewra heta nika netewe û dewlet nebûye çiwarçûvek kurd xwe dibin ve bibînin, mixabin kurd bê dewlet bûn wekî qebîle û 'eşîret dihêne niyasîn. Wekî encam, ji nebûna projeyên siyasî û neteweyî, dewlet û netewe bi formê xwe yê rast û dirust nerûniştiye.
- Birêz Márquez tu bê jî em çend dikarin xalên lawaz û nexweşên civaka xwe bigeriyên, ku karakterê mirovê kurd li ser dihête avakirin. Êdî heta ku civak nehête eqilkirin, ku mirov li ser kiryarên civakî birawestin, çunkî civak bi xwe têkiliya di navbera kesan de ye. Rawestiyan li ser van têkiliyan, rêka nasîna civakî vedike, li vî demî mirov dikarin rêk û rêbazan ji bo civakan hilbijêrin.
- Birêzan em bi eqlê xewinrojkan nikarin dûrhêlê xwe şirove bikin, binêre dema mirov nikare arêşekê çareser bike, nîşana lawaziya ravekirin û hejariya têgihîştina arêşê bi xwe ye!
Márquezê hêja, binêre me nikariye nêrîneke têoriya nû ji bo mirovî û gerdûnî darêjîn û me çi mêtodên bikêrhatî ji bo famkirna pirsgirêkên civakî ne afirandin. Bêyî van elemêntan, mirov nikarin hizir di guherîna civakekê de bike. Gelo îro çi kelem û asteng ketine rêka guherîna civakê kurdî? Ji bo bersivdan û naskirina rewşa me, dixwazite berhemînana hizirên modêrn û azad, dûrî têgihîştinên efsanî, ku li gor ronahiya mebestên eqlanî, girêdayî kiryarên dîrokê bin. Rast e eqlê mirovê kurd nikariye heta niha hiziran berhem bînît, belê xwesteka îro hizirên me bikarin rêkê bidine eqlê dûrhêl, sîstem, peywendî û prosesa karên rewa qebûl biket.
- Márquezê buhagiran, mane beşekê mezinê guherîna dûrhêlî, girêdayî aliyê têhizirkirin û nêrîna me ye. Bi rastî çi guherîn, bêyî rêkxistin û nêrîna eqlaniya civakî, aborî û siyasî, nahênekirin. Mebesta me li vir ji eqlaniyetê, nijnîna têgehê eqlî di hizira mirovê kurd de ye.
Êdî pêdiviya hişmendê kurd vegerîne sîstemên civakî, ku rêkxweşkerê vî curê eqlî bûyîne. Em nikarin bi çi rêkan ji van giriftan derbaz bîn, heta ku hilgirên alavên famkirina dûrhêlî nebîn, bêyî vê yekê nebûna hestên berpirsyariya keda gelekî ye! Ta ku em bi kûrî rewş û dûrhêlê xwe fam nekin, çi hêviyên guherînê nabin! Bi encam, ev eqlê tûreyê kurdan temeneke dirêj derbazkiriye, heta ku tevlî van hemû giriftên kûr û dijwar bûyî!
Li gel silavên me...


