Diyarname
Du dewlet û du serokên bi gotin û kirinên xwe bandorê li dinyayê dikin; Serokdewletê DYA'yê Donald Trump û Serokdewletê Rusyayê Vladimir Putin tên ba hev. Hat gotin ku her du dê roja 7'ê tîrmehê li Hamburga Almanyayê rû bi rû hevdîtinê pêk bînin.
Agahî ji aliyê Cîgirê Putin Yuriy UŞakov ve hat belavkirin, wî got: "Ji bo hevdîtinê li ser 7'ê mehê me li hev kiriye."
Uşavok berê gotibû ku yekem car Putin û Trump dê li Civîna G20 de li Hamburgê bên ba hev lê roj diyar nebûbû.
Civîna G20'an di rojên 7-8'ên tîrmehê de li Hamburgê li dar dikeve.


